Namzetiya Serokkomariya Tirkiyê
Pistî namzetên serokkomariya tirkan ango ya tirkiyê diyar bû, gengese, gotin û munaqeseyên pir alî jî destpê kir. Di hin munaqes û fikirandinan de, gotin û siroveyên ne rast dibin. Çi ne vanên ne rast? Di siyasetê de tenê res û sipî tune ye. Divê siyasetmedar rengên di nava res û sipî de bibînin, da ku bikaribin siyaseteke rast bikin. Lê çi mixabin ku hin ji siyasetmedarên me kurdan vê nabînin, naxwazin bibînin. Ji ber ku dîtina wê ne di berjewendiya wan ya sexsî de ye. Çawa yanî?
Carekê siyaseteke weha li bakurê kurdistanê hatiye xuliqandinê ku bê ya star! Tenê ji her tistekî re çepikan lê didin. Rast e, ne rast e, kes wê nafikirin, dema hat gotin an hat kirin tenê dibe seq seqa çepikan. Loma jî li gor min îro siyaseta li bakurê Kurdistanê tê kirin ev zêdeyî 30 salane ku li ser vê hatiye avakirin. Ji bona vê jî bi salan kar û xebat hatiye kirin. Her weha siyasete çepikan, xistine rê, ketiye rê û berbi tirkbûnê ve dihare û dimese. Lewra jî ditîna sasiyan û hewldanên ji bona basiyan nayên dîtin. Ev meseleyek dûr û dirêj e. Ez ê nekevim nav vê û li mijara xwe vegerim.
Wê di roja 10.08.2014an de hilbijartina serokkomariyê li tirkiyê bibe. Di vê hilbijartinê de Selehedin Demirtas jî qaso li ser navê kurdan namzet e. Lê haya wî ji wî tune ye ku kurd nêzîkî sî milyonan li bakurê Kurdistanê hene û dijîn. Kesên pistgiriya wî dikin, dikare qederê sê milyonan be. Îcar pirsa min tenê ji bona vê ev e. Gelo 30 milyon pir e an 3 milyon? Ya jî em bêjin, Selhedînê bi denggirtina 3 milyonan wê çawa temsîlê 25-30 milyon kurdan bike?
Di nava munaqeseyan de hin dibêjin an tê gotin; “Ma ne waye serokkomarê Irakê jî Kurd e?” Belê ev rast e. LÊ ew kesana vê ji bîr dikin ku Irak dewleteke Federeye. Yanî kurdên me yên basûr û ereb li ser erda Kurdistanê û Irak bi hevre weke dewleteke Federal dijîn. Federalî çi ye jî tê zanîn. Ji ber vê ye ku li Iraqê kurd dikarin bibin serokkomar, serokwezîr ûhw. Ji ber ku li ser asasê wekheviyê Irak federal e. Çima dema ku desthilatdarên Irakê vê pêk neynin, wê gavê kurd dikarin dewleta xwe ya serbixwe ava bikin ev jî heqê wan e. Weke ku îro ev biryar li basûr di rê deye. Bawerim di nêzîk de kurdên bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe.
Loma jî li Irakê kurd dikarin bibin serokkomar lê li tirkiyê nabe. Çima nabe? Ji ber ku niha kurd li bakurê kurdistanê weke netewe an jî kêm netewe nayên nasîn û qebûlkirin. Ha çiye, dikarin bibin serokkomar (weke Ismet Inoni- Turgut Ozal) lê weke kurdekî nikarin li wî meqamî rûnê. Ma gelo rewseke weke ya Irakê li tirkiye heye?
Na û hezar caran na. Ji ber ku kurd li tirkiyê û li ser erda xwe ji hemû mafên xwe yên neteweyî dûr in, mehrûm in. Weke netewe kurd li tirkiyê nayên nasîn. Mafên ku îro dane an jî didin kurdan navarokan wan hemû di warê neteweyî de vala ya.
Ji ber vê ye ku kurd li tirkiyê xwe ji bona namzetiya serokkomariyê weke kurdekî nikare rê bide. Em bêjin Selehdîn li ser navê kurdan e. Ma gelo heta niha wî di propagandayên xwe de tenê bêjeyek ango kelîmeyek bi kurdî qise kirî ye. (Belkî ew bi kurdî jî nizane. Ji ber ku min nedîtiye wî qet bi kurdî qise kirî ye) Ango bi kurdî deng ji gelê xwe ya jî ji kurdan xwestiye. NA
Ê wê gavê çima xwe li ber baranê sil dike? Sedema wê jî ev e ku kurdan hêdî hêdî li ser plan û senaryoya hatiye nivîsên, berbi tirkiyê ve dibin. Kemalîzmê bi kurdan sêrîn dikin. Zimanê tirkî xurt dikin û kurdî jî qels dikin.
Hin kurdên me qaso ne li ser xeta îmraliyê û Kemalîzmê ne, ew jî niha radibin û rûdinên dibêjin: “Divê mirov pistgirya Selhedîn bike”. Ji bona kesên weha tenê dikarim bêjim; divê mirov di baweriya xwe de rast be û xwediyê xwe û îstîqrarekê be. Îstîqrar jî ewe, mirov dîtina xwe biparêze û di bin siyaseta sas de sasitiyan neke. Mesele serokkomarî ne mesela me kurdan e.
Ji ber ku Serokkomariya Tirkiyê serokê artisa tirkan e. Yanî qomandarê leskeran e. Serokkomariya tirkan jî wediyê xwe û hemû biryarên qirkina kêm neteweyan e. Loma jî îro kesên bibin serokkomar an jî xwe namzet rê bidin wê bibin xwediyê xwe û wan berpirsiyarana. Ya din rewsa Irak û tirkiye ne weke hev in. Li irakê Kurd li ser erda xwe bi awayekî Federe dijî. Loma jî heqê wan heye ku bibin Serokkomnar, serokwezî ûhw. Ji ber ku iraq federe ye. Lê ev rews li tirkiyê ne weha. Li bakurê kurdistanê hê tu heq û mafên kurdan weke netewe nayê û nehatine nasîn. Heger kurd li tirkiyê bi awayekî Federe bijiyana wê gavê heqê wan ku bibe serokkomar jî hebû. Wekî din çîrok û xapandin e…
Heta ku kurd bi awayekî Federe li gel tirkan nejîn, tu mafê wan ku bibin serokkomar jî tune. Heger bibin jî wê biryara qirkirina gelê xwe bi xwe îmze bike. Lê kurd vê fêm nakim û wê her ji yê bixwaze bibe ( weke îmana xwe dizanim nabe serokkomar) jî li çepikan bixe. Ev ne rasst e…
Ya rast ew ku divê kurd di hilbijartina serokkomariyê de nebin teref û ya bas ew e ku wê boykot bikin..
29.07.2014
http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=46416
Bûbê Eser