Nivîsar

NAVA SER DA EVÎN

Navê romana Anne Teyler; ‘ Im Krieg in der Liebe – Nava ser da evîn’ e. Ev berhem di sala 2004 de li Amerîkayê hatîye çapkirinê. Ev roman bi alîyê Chrîstîna Frîck ‘ Gerke û Gesîne Strempel’ê ji orjînalê bi zimanê Elemanî hatîye wergerandinê. Nummereya romanê ya ISBN : 3 ‘ 471 ‘ 78944 – 8 e û 335 rûpele. Nivîskarê Amerîkayê Anne Teyler di sala 1941 de di Mînneapolîs’ê da hatîye dinê û li ‘ Nord Carolîna ‘ yê da jî mezin bûye. Anne Teyler xwedîyê sanzdeh kitêbana û di sala 1989 da xelata Polîtzer’ê bi destxistîye. Romana wê, ya ‘ Gerên Mr. Leary jî bûye fîlmekî bi nav û deng. Wergera vê romanê ya bi Elemanî jî bi alîyê wesana Lîst hatîye çapkirinê, www.list-verlag.de. Xwendevanên delal pistî evqas malûmatên derheqa nivîskar û alîya teknîkê, ezê vegerim ser naveroka wê. Belê ev romana jorîn li ser serpêhatîya Paolîne û Mîchael’ê hatîye nivîsînê. Di dema serê duemîn ya dinê da gava Japonya êrîsa leskerên Amerîkayê dike, xelkê Amerîkayê bi heyecanekî mezin va alîkarîya dewleta xwe dike. Di kuçe û kolanên ABD yê da bi merasîm û xwepêsandanan ve xortan disînin nava enîya ser û di dêran de jî ji bona wan dua tê kirinê. Xelk bi dil û can alîkarîya serê dike, lê gava tabûtên hinekî leskeran tê berderê mala bavê wan, ev dibin xemgîn û bêdeng, ji Xwedê û dêrê sû dikevin ku, wan çira lawên wan neparastine.

Dîsa di rojekî de merasîm ji bona leskerên ku bi dil diçin enîya serê tê çêkirin, qefleyekî qîzan xwe xemilandine û ketine ser kuçeyan, destên wan de ala ABD yê bi dil ketine nava tevgerê ku leskeran bi rê bikin. Îcar di nava ev koma qîzan de Paulîne jî heye ku bi sakoyê xwe yê sor û bi bedewîya xwe bala xortan dikisîne ser xwe. Pistî çend gavên mesê da ji enîya Palîne yê re xwîn tê û ev koma qîzan dixwazin wê xwînê bidin sekinandin. Lewra ew diçin nava dukanê û ji dukancîyê alîkarîyê dixwazin. Ev dukan ya jinekî serwaxte û lawê wê Mîchael jî ji dayika xwe ra alîkarî dike, li wir dixebite. Çawa ku Mîchael xwîna enîya Paulîne yê dibîne, diçe qutîya dermanê tîne û bi destên xwe ev birîna enîya Paulîne yê paqis dike û bandekî dide ser birînê û xwîn tê birînê. Bi vê mûnasebetê ev herdû cîwan hevdû dinêrin û asiqê hevdû dibin. Mîchael jî dukanê cîh dihêle tevî ev koma qîzan dikeve nav mesa merasîma sandina leskeran ji bona serê. Li wê tesqeleyê da hinekî qîz diqêrin, Mîchael, Mîchael û ev jî bi vê kelecanê tevî leskerên bi dil dibe û diçe nava enîya serê. Dîya wî hêrs dikeve, ji ber ku wê ji berê da mêr û lawekî xwe wenda kirîye. Lê çi dike nake nikare kawê xwe ji enîya serê dûr bixîne. Mîchael diçe ser, lê dema fêrbûna tufengan û topan Mîchael birîndar dibe û pistî çendekî di nexwesxaneyê da tê derman kirin û pasê xwesbûnê wî disînin mal. Mîchael dîsa weka berê dukana dayika xwe da dixebite û tev Paulîne yê dizewice.

Belê çawa ku tê zanîn, gelekî caran hîn jin û mêr bi evînên mezin va dizewicin, lê ev hezkirin pirî caran hetanê hetayî jî najon. Jixwe Mîchael lawikekî bêdenge û Paolîne jî qîzekî jîr û serrût e. Di eslê xwe da sehsîyeta ‘ karektera wan ji hev cudaye, lê wan ya bi dilê xwe kir. Ev bûn xwedîyê zarokan û jîyana xwe jîyan. Lê di rojekî da qîza wan ya mezin Lîndy ji mal revîya û kes nizane kuda çûye. Pistî vê bûyerê êdî tama jîyana wan nema, sero bin bû. Bi salan wusa bêdeng û xemgîn jîyan di nava sêlikê da. Paolîne ji bona dîtina qîza xwe Lîndy yê dedektîvekî wazîfedar kir û di rojekî da bi telefonê xeberekî girt ku qîza wê dije û li ‘ San Francîsco’ yê da ye û lawê xwe jî heye. Palîne pistî xebera hanê mêrê xwe ra telefon dike û wî re dibêje; qîza me nemirîye. Mîchael jî derîyê dukanê digre û bîletê teyareyê ‘ balafirê ji bona çar kesan ya çûyîn û hatinê dibire.Em dirêj nekin ev diçin San Francîsco yê, lê qîza wan çûye nava Sektekî da buye endam û naxwaze tevî wan qise bike. Kê ku bikeve nava wê Sektê, jê ra navekî nû pêyda dikin û bê xwastina wê tukes nikare pêre xeber bide. Ev endamên Sektê ji xwe ra dibêjin; ew teze hatinê dinê. Mîchael û Paulîne dawîyê da tornê xwe Pagan digrin û vedigerin tên mala xwe. Lê Pagan jî sê salîye û rewsa wî jî gelakî xirabe. Ango Dapîr û Kalikên Pagan’ê bi hevra torne xwe mezin dikin û wî disînin dibistanê, ew dibe memosteyê muzîkê. Di rojekî da endamên malbatê roja sî salîya zewaca Paolîne û ya Mîchael’ê pîroz dikin, hemû tên mala wan , dixwin û vedixwin, lê di dawîyê da gava mêvan diçin mala xwe ev herdû tênê dimînin. Palîne ji mêrê xwe ra xebera dide û ev jî mala xwe terk dike diçe. Mîchael tev hevaleka Paulîne Annayê dizewice û herdû hevra weka berê tornên xwe mezin dikin. Paulîne pistre di qezaykî tirafîkê da dimire.

Di rojekî da Lîndy pê dihese ku lawê wê Pagan bûye memosteyê muzîkê radibe tê lê xên ji navê birayê xwe Georgeo navê kesî nabîne û di rojekî da ev li ser kuçeyê ber mala wî da hevdû dibînin. Birayê wê telefona Pagan’ê dike û dibêje dayika te hatîye û li vire, tu naxwazî jê re qise bikî? Pagan jî na dibêje. Jîyan wusa berdewam dike û endamên mala Anton’ê hîn caran tên cem hev hemî bi hevra bi dil nebe jî sahîyan çêdikin heyanê roja mirinê.

Belê xwendevanên delal, bi xwendina ev romanê xem û xeyalan ez birim nav gund û çîyayên welatê me. Waye sed sal derbaz dibe li ser serê azadîya welat û miletê me, di vê rêyê da bi sed hezaran keç û xortên gelê me li her çar perçeyan da hatin kustinê. Lê ev yeka ji xelkê me ra azadî, asitî û pêsveçûn neanî, wê heta kengê bajo ev belengazî û bindestîya xelkê me? Rewsa xelkê me ji pênce sal berê xirabtir bûye, her roj xelk bêhêvî û bi doza welat dûr dikeve. Yekitî ji me dûre û gelê me ji ziman, erf û edetên xwe dûr dikeve. Gazîn û nalîn ji bona mazelên sehîdane. Ji destê me da dijî neheqîyê pilanekî tekoserê jî tuneye. Ji bona azadîya gelê me divê fikir û ramanên nû werin pêyda kirin. Tênê bi rojên tazîyeyê, bi girîn û gazincan em nikarin bibin xwedîyê maf û azadîyan. Hêvî dikim ku xelkê me êdî ji ev xweva giran hisyar be! Çare tenê sîyarbûna xelkê da ye.

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button