Ne’let
Pêsîkêsê xelkê ji bo serketina gelê xwe çerxa felekê dizvirînin berbi jor, berbi pês ku gelê wan bigihîje meremê xwe
Pêsîkêsê Kurda ji bo serokatiya xwe çerxa feleka gelê xwe dizvirînin berbi jêr, berbi pas, ku ew bighîjin meremê xwe
Salê bîstî, sedsala borî, dema herba cihanê ya ewlin dewleta Osmaniyê hedimî, her gelê bindest yê wê sazîmana xezeb lezandin ku xwe ji wê koletyê xilaz bikin. Axa-begê Kurdan li hev runistin, gotin em musulman in, em ji birayê xweye Tirkê musulman naqetin, bextê xwe dane destê Mistefa Ataturkê bêbext, ku wan u Tirkê bira ra dewleteke biratya musulmanyê çêke Ji wê demê 90-95 sal derbaz bune, Hun ji min çêtir zanin, dewleteke biratiyê ya çawa Ataturk ji bo herd birayê axret-îmanê çê kir Wan sala da çi hate serê Kurda u hê jî çawa bibe, nedîhar e
Salên herba cihanê ya duda Iran jî wek Osmaniyê hilwesiya. Sihîdê mezin Qazî Mehmed Muhabadê da rêspublîla Kurdistanê elam kir Dîsa payê serokesîr, xan, axa-begên kurdên Iranê pista wî negirtin, Irana xwe nexwestin perçekin Dewleta Iranê disa rabu ser piya.. Qazî Mehmed bu qurban. Ji wan dema 65-70 sal derbaz buye Sah u Mellê fariz serokatîya dewletê ji hev guhestine. Çiqas diçe halê Kurda ji wê demê girantir dibe Gelo ew kurdê têne îdamkirin nebiyê wan serokesîe, axa-beg u malia nînin?
Iro jî Ireqê da Eva bîst salî zêdetre Ireq hilsya ye. Nav heye, bi xwe nîne. Kurdistana basur buye wek dewletekê, Cihanê da dewletên pêsketî jî çêtir hatiye naskirin Navê Iraqê wek gincirekî rizyayî Kurdistanê va darda buye
Neyarên gelê Kurd serekî neheqî tunekirinê anîne ustiyê Kurda alandin e. Ser navê îslamê Sengalê da dijî Kurdên Ezdî komkujî u neheqiya sedsala 21 ê ya here xezeb hate pêk anîn. Pêsmerge- gêrîlayên meye qehreman, bajarê Kobaniyê, erde welatê xweyî pîroz dijmin ra dikin goristan. Bi hezara xort u keçên kurd çek hildane bo her gavek erdê welatê xwe xwe dikin qurban. Serxwebuna Kurdistanê, ku dîrokê da cara ewlin e, li ber derê kurdane…
Dîsa ji bo serokatiyê dew u doza serokpartiya, serokoldar, serokesîr, axa-begê kurdan e
Gelê Kurd serê hebun-nebunê dimesîn e. Wan seroka jî her yekî xwe daye bin perê dagerkir u neyarekî gelê kurd gefa hev duxun Hîvyê ne dagerkir çeka bidine wan u ew jî wek dîka bigihîjne hev
Serokê Ireqa hezizî: Melîkî, Ebedî, u nizanim kîjan Hebedî u hevalbendên wan xeysetê Kurda rind zanin, hîvyê ne kurd ji dew u doza navxweyî biwestin, qels bin u wek gayê abas herin bin nîrê wan, ku ew jî rehet rabin li ser wî nîrî syarbin, wana bidine ber qamçiya u bajon bo bihêzbuna dewleta îraqê, gulvedana gelê ereb
Wusanîn pêsîkêsê xelkê, wusanin pêsîkêsê me
Nelet!
***
Kurdzanê Rusî mezin V. P. Nîkîtîn derheqa pêsîroja Kurda da wa dinivîse: Eger Kurd dest ji esîretiyê bernedin, ew tu cara nikarin bibine dewleteke serbixwe’.
P.I. Avêryanov jî fikirên xwe derheqa kurda da wa e’yan dike: Dîndarî u olperestî nikaribun Kurdan bigihînin hev, wana mecbur bikin, ku boy welatê xwe canê xwe fîde bikin ’
Konsukê Rusyayê li Erzirumê R.Demêrîk jî dibêje, ku li cem /serokên/ kurda tu nîsanên /hestên/ hemkurdîtiyê nînin .
Ev fikir 130-150 sal berê hatine gotin De xwera bifikirin.
13.08.2015
Eskerê Boyik