Nûçe

Nêçîrvan Barzanî bi fermî bû Serokê Herêma Kurdisanê

Îro 10ê Hezîrana 2019an Nêçîrvan Barzanî sûnda yasayî xwar û wek Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

Rêûresma sûndxwarinê di civîna Parlemantoya Kurdistanê de birêve çû.
Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî roja 29ê Gulana 2019an bi piraniya dengan ji aliyê Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin, ta dema Herêma Kurdistanê dibe xwedî destûrê xwe.

Nêçîrvan Barzanî neviyê Rêberê Netewa Kurd û damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mistefa Barzanî ye û kurê serkirdeyê pêseng ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Îdrîs Barzanî ye. Di sala 1966an li gundê Barzan jidayik bûbû.

Di sala 1975an Nêçîrvan Barzanî ligel malbata xwe û bi deh hezaran Kurdên Iraqê ji ber çewisandina rêjîma Beis a Iraqê derbasî Îranê bûn.

Bi çalakane besdarî karûbarê siyasî yê Kurd bû. di kongrya dehem a sala 1989an de di kongreyên pist re jî bo Serkirdatiya PDKê hat hilbijartin.
Sala 1996an wek Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat destnîsankirin, ku ew hikûmet pistî hilbijartina gistî ya Herêmê di sala 1992an de hatibû damezrandin.

Rêbertiya her du kabîneya pêncem ji 2006 ta 2009an û kabîneya heftem ji 2012 ta 2014an kiribû.

Nêçîrvan Barzanî li Hezîrana 2014an wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatibû destnîsankirin.

Nêçîrvan Barzanî yek endezyarên sereke yên serkeftina Herêma Kurdistanê tê hejmartin.

Nêçîran Barzanî hevjînê Nebîle Barzanî ye û sê kur û 2 keçên wî hene. Zimanê Kurdî, Farisî, Erebî û Înglîzî dizane.

K24

Dengê Kurdistan

Back to top button