Nûçe

Necmedîn Kerîmî koça dawî kir

Necmedîn Kerîm di sala 1949 an da li Kerkûkê ji dayik bû û heta dawiya dibistana navîn li wî bajarî jiya. Ji bo xwendina tibê çû Mûsilê û li Kolêja Tibê ya Mûsilê xwend.

Di sala 1971an da bû serokê Yekitiya Xwendevanên Kurd û di sala 1972 an da jî bû Pêsmerge û êdî dest bi siyasetê kir.

Necmedîn Kerîm di sala 1975 an da koçî Emerîkayê kir. Wi li Zankoya George Washington perwerdeya xwe di besa neurosurgery da qedand û dest bi xebata bijijkîyê kir.

Mafê hemwelatîbûna Emerîkayê wergirt û heta sala 2009 an li wir jîya. Li Emerîka bijîskiya Rêberê Nemir Mela Mistefa Barzanî kir.

Necmedîn Kerîm di sala 2009 an da ji bo Ittîfaqa Kurdistanî vegeriya basûrê Kurdistanê û ji bo meclîsa bajarê Kerkûkê hate hilbijartin.

Pasê di 29 Adara 2011an da wek parêzger/walîyê Kerkûkê hat hilbijartin û di 3 Nîsan 2011an da sond xwar. Di dema parêzgerîya wî da, li Kerkûkê alaya Kurdistanê hate bilind kirin.

Bi dirêjaya jiyana xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê xebitî û bi helwesta xwe ya di Referandûma Kurdistanê da kete dilê hemû Kurdan.

Miletê Kurd tekoserî û neteweperwerîya wî ti caran ji bîr nake.

Latif EPÖZDEMIR

Serokê Gistî yê

Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button