Nûçe

Nehemîn sayîya kursa kurdî – 2015

Bi helkefta dawîya kursa kurdî, wek her sal îsal jî sayîyek hat li dar xistin.
Kursên kurdî ku ji alîyê mamosta Ewdil Dirêj va Li Komkar Berlînê û li dibistana bilind Alice Salomon (ASH) tên dayîn ket sala xwe ya nehemîn.

Ku êdî bûye mîna edetek, îsal jî li dawîya somesterê sayîyek ji alîyê mamosta E. Dirêj û besdarên kursê va li baxçeya Komkar Berlînê hat çêkirin.

Pistê bixêrhatin, xwarin û vexwarinê, mamosta Ewdil Dirêj got: „hejmara besdarên kursê ne li gorî dilê min be jî, bi rik û hezeke mîna sîriza japonî 404 bi hev ra zeliqî, me kursên zimanê kurdî, di gel ewqas pirsgirêk jî hebûn, anî sala nehemîn. Di vê neh salê da

li her du kursan 80-90 besdarên serkeftî, bawername wergirtin. Heta min hêz hebe, bi vê rik û hezê ez dê her berdewam bim li hînkirina zimanê kurdî. Spas ji bo rêveberîya Komkar Berlîn û ASH yê ku destekê didin ji bo berdewamîya van kursên kurdî.’

Pistê axaftinê, xwendekaran bawernameyên xwe wergirtin

Di sahîyê da rêveberê Komkarê rêzdar Fevzî Aktas, xebatkarên Komkarê, malbat û hevalên besdaran jî, sayîyê bi kêfxwesî par vekirin.

Hunermend Ciwan Tengezar û hevalên xwe yên muzîkjen bi saz û awazên xwe yên xwes besdaran heta derengîya êvarê cosandin. Wisa jî sagirta mamosta E. Dirêj Maria Milbert bi dengê xwe yê xwes û balkês çend sitranên kurdî sitrîya.

Kursa kurdî ya dewreya pês me dê roja 04.10.2014 an, saet di 16.00 an da li Komkar

Berlîn; Kottbusser Str.3, 10999 Berlin dest pê bike.

têl: 030 689 77 574 email: [email protected]

Dengê Kurdistan

Back to top button