Nêrîyê Bel û Sehê Sîn
Berî sedê salan koçerên mîra pez xwedî dikirin û ji lewra çûn û hatin dikirin, li zozana û li berîyê. Salikê hatine berîya singalê bela bûne li van gunda, gir Kamber (tilkoçer) girkê Firîz, girTolik, bîra Birahîm axa, bîra Rovî-hamoker, gola sêxtemo, li van gundan zivistana xwe buhurandine. Û di dawîya Avdarê de jî wêderê cîhê xwe guhertine û vegeriyane ber bi havîn gehên xwe ve;
Qonaxa: 1-li çemê sîwêdîyê danîne û çendroj li wir bûrandine.
Qonaxa:2-ligir xerdel danîne.
Qonaxa:3-li berojê qereçoxê danine.
Li hêrikê li binya çîyê pezê Cangîrê Biro hêdî-hêdî lid û mala dimesîya. Binav û deng bû di nav koçeran de. Dinav kerîyê pezê wîde Nêrîyek hebû. Ev nêrî jî dibû pêsîwanê pez ji ber ku pir sareza û jîr bû. Û wekû hûn tevde dizanin ku her koçerek sehek xwedî dikir ji bo berevanîya pezê wî bike. Cangirê Biro jî sehekî wîyê sîn hebû (sehê zozana) dema direya gup-gup ji dengê wî dihat ji ber ku pir bi hêz bû. Û tu berevan mîna wî tunebûn ka gur û dehbe ji pezê Cangirê Biro bê par mabûn dema ku ev kerîyê pez hêdî-hêdî dimesîya, nejda ezidîyan. Jî li dû wan dimesîyan û nêrîvana wan dikirin ta di asîtengekê de wan bigrin.
Li hêl û newalên binya çayê qereçoxê kesa ji xwe di wande dîtin û sivan. Û pez danhdikirin û berxê wan dan çayê singalê pez û sivan, sehê û nêrî qonaxikî dirêj dimisîyan ta ku bighêjin, nêzîkî çiyê. Û zanîbûn ku heger sivan berdin jî nema kare tu kêrê bike û gazin nagihê wan. Sivan li wir berdan û ew ser best kirin, sivanan rê girtin û berê xwe dan cîhê ku jê hatbûn (qereçoxê) ji bo li malan bikin hawar.
Bide rê girtina wanre berê pez, nêrî û seh ji nejda êzîdîya hat guhertin û dan dû sivanên xwe nejda yêzîdîya nêrî girêdan û dîsan ewdan pêsîya pez û pez dan pêsîya xwe. Û çayê singalê derbaskirin. Sivan jî gihistin nav mala roj li çêlek dana bû. Û tistê bi ware bûhirî tevde ji malan re gotin. Lê gotin bê sûde bû (dema ku yekî li talanê yê di xista) û bighanda malên xwe kes nem lid û diçû di gazîyê de, mîrana tevlî Cangirê Biro ji qereçoxê bar kirin û li qesra mamesûrê danîn. Çend roj li wir burhandin û ji wir ji bar kirin û li quba ba hosê (elêsêr) cîgirtin. Pistîdemek din ji wir ji bar kirin û li çemê mezrê danîn li ber ava mezin.
Li ser avê daol û zirne, lê dite û kelek û gemî mal û zarok û pîrekan ji vê derbasdikin. Û kesên go bi avê zanin ew jî li derfê xwe siwar dibin û pezê xwe derbas dikirin. Û bi vî rengî tevde ji avê derbasbûn û rîya xwe girtin û berê xwe dan qesrika gêlê û ji wir berê xwe dan herekolê û jê derbsbûn çûn desta hincê û çûn çemê darberû. Û ji wir çûn di pira resare derbasbûn. Û ji wir çûn çemê karê û bajarê Meksê derbaskirin. Û herkes li cîyê xwe cî girtin xwe zozana. Û navê cîhê wan jî ev in;
Kêlçûk, arnas, xwêrêz, kanîres,kevet û ermist.
Cangrê Biro jî çû zozana kevetê rûnist tevlî çend malên din û heryek çûn kepîra xwe û li ser av û delavê xwe cîh grtin.
Cangîrê Biro, tevde kom kirin û weha got. (yê ku pezê xwe bîne ser delav pezê min av bide û li mexelê pezê min mexel bike û nêrîyê wan li ser kevirê nêrîyê bel mexelê ez wan tewan bi kujim) û her kes li cîyê xwe ma. Û niha em ê vegerin li çîroka nêrîyê sêxreza û sehê bihêz. Di wan rojên ku pez li cem yêzîdîyan mabû nêrîyê sehreza roj û sev li xwe kirin yek bi raman û tevger, dixwest ku rêkê bibîne ku pez bide dû pê xwe û ber xwe bide zozanê xwe sevek ji sevên cehzera sivan pezê xwe anî malê û li guherê mexel kir û çû mal.
Nêrî dît ku sev tarîye û sivan jî çûye û eve ku sev nêrî lê digerîya. Li dora pez çû û hat û ew siyarkir û çû ber sehê sîn lingên xwe li erdê xist û ew jî hisyar kir. Di nav kozêde mesîya û kir pirkîn û got va ez mesîm bidin pey min, tevde bi rê ketin. Nêrî bû sersivan û sehê sîn bû dûvajo bi vî rengî alîkarîya hev kirin û pez ajotin hetanî roj derket xwe ji çîyê berdan xwar û li newalikê li binya çîyê xwe hisar gehkirin-mexelkirin, nêrî jî dinav pezde mexel bû û sehê sîn ma hisara li dora pez diçû û tê nahêle pez bela bibe. Û bi vî rengî bi roj û bi sevê bi rê diketin ta ku giha ava mezin xwe vesartin.
Av jî derbaskirin nêrî li pêsîyê û sehê sîn li pey pez ketin mav çîya, dehl û newal û devî gîhan çiyayê herekolê bi sevdimesin ji niskêvea nêrî li pêsîya pez sekinî û kir pirkinî pez pasde revîya sehê sîn dît go li dora pez dengê gura tê pas va çavên xwe gerandin gurek dît û êrîsek dayê rengê birûskê ew avêt xwarê. Û bi vî rengî du sê gur kustin û berê xwe dan zozanê kevetê gihistin ser delav av vexwarin û pez li gura xwedîyê xwe (Cangîrê Biro ) mexel hat û nêrî çû li ser kevirê xwemexel bû.
Cangirê biro, jî xew rabû lê hîn tarî wenda nebûye û bêne sipî û res jî hev nayê naskirin. Dît ku kerîyek pez li mexelê pezê wî mexel bûye û nêrî yek jî li ser kevirî nêrîyê wîye. Bê here nav pez û yan ji bipirse ka ev pezê kêye?. Bê serî li malê ve gerîya rahiste tivingê û mesî çend gava ji malê dûr ket çokê xwe da erdê û tiveng kisand milê xwe û deng kete tivenga sêtire nêrî li ser kevir bû kesire rabû û bi bez çû giya rex kevir lê nerî nêryê wî yê mirî his û sewda di serî de ne ma di cihda, rûnist li ber serê wî û got:
Belo bel beleko
Te serê saxa zirave bimê waxeleko
Keja te ji ermûsmê pengo
Mala xwedîyê te xirabe li te kirîye xelet heft rengo
Belo bel kevero
Te serê biska sotin bi mê wan zero
Herdû çavê te birjin koro
Ser sivanê pezê xwe naz mekiro
Belo belê mino
Tu rabe rûnê li cem mino
Agir ketîye mala xweyê te ji ser û bino
Ka pistî te kî wê bibe ser miyanê pezê mino
Cangîr:
Seyê sîn tu were me tû wî bi xane
Ji minra bêje çi raye û çi dermane
Ez ê herim bînim ji dêra extirmanê ji nav filane
Ji minra got tistê miro bixwe bike jêra mîme dermane seyê sîn.
Te çima wesa kir kum dirojo
Çavê te korbûne û malate xirabûye ji mêjo
Me talan ji tera anîye, ew ser sivan ez jî dûvajo
Qencya te ji bîr nakim, mala te ava mêr kujo
Belo bel beleko
Te serê saxa zêrave binê wa xalek
Kejate dire ermûs mê pengo
Mala xwedîyê te xirabe li te kirîyeyête
Belo bel kevero
Sorim binê wan zero
Te serê biskna
Herdû çavê te birjin koro
Ser sivanê pezê nez navê kerîyê Cangirê Biro
Belo belê mino
Tu rabe rûnê li cem mino
Agir ketîye mala xwe yête ji sero bino
Kapisitê te kê wê bibe sermyanê pezê mino
Cangir:
Seyê sîn tu were ne tu ew birane
Ji minra bêje çi raye çiçî dermane
Ez ê herim bînim tistê mire bixwe bike jêranîne dermane
Seyê sîn:
Te çima wesa kir kum dirêjo
Çavê te korbûne û mala te xerabûye ji mêjo
Me talan ji tera anîye ew ser sivan pez ji dûvajo
Qencîya te ji bîr nakin mala te ava mêrkujo
Cangirê Biro:
Ez ê rabim herme çayê sema mikêsê
Ez ê bi kirim kêlê belê xwe sipî bikim bi kilsê
Tirba wî çêkim li binya çiyayê ernûs li wê bestê
Ji bona herkes bibîne jê derbas nebin û bibe cîyê pirsê
Tirba wî li binya çiyayê ernûsê çêkir
Heta nihajî bi serê belo û kêlên sipî sûnd dixwin
————————————————————-
Ev çîroka ku hatîye nivîsîn li jorê di sala 1993.11.20 an de ji hêla ‘bavê sero’ ku jêre dibêjin Ebdurehmanê Koçer, ku ji qamosloye û bi xwe jî koçer in, der dora Dêrka Eyîndiwerêye, damin ku ez jêre serast bikim û bidim çapê. Ev çîroka hana serpêhatîyeke koçerîyê ye. Hêvîdarim wê bi dilê we xwendevana bibe. Serrastkirin Salihê Omerî .
Bavê Sero