Newroz li Berlinê hat pîroz kirin

NEWROZ PÎROZ BE!
Newroz li Kurdistanê, li welatên ku Kurd lê dijîn; jin, zar, kal û pîr, hemû Kurd kincên xwe yên nû û bi rengîn xwedikin bi çalakîyên cûrbecûr hersal bi heyecaneke mezin Newroz tê pîrozkirin. Tevayî govendan diksînin, kilaman dibêjin. Li Kurdistanê li hemû deran agirê Newrozê tê vêxistin. Cîwan ser agir ra bazdidin, dora agir govend têne kîsandin. Newroza hevdi pîroz dikin,
NEWROZA 2023 jî taybetî; pir ciyande usa hat pîroz kirin.
Lê Navenda Yekitîya Komelên Kurdistanî li Almanya ‘ ZVK-KOMKAR e.V. i. G.NEWROZa îsal, di 21ê Adarê da, bi rexistinên çarparçe Kurdistanîyan baxçe KOMKAR-Berlinê devdorê agirê Newroz kombûn û li sedême erdhêjên 6ê sibatê bê muzik û govend pîroz kir.
Berpisiyarên we rexistin û partiyan; peyamên xwe yê newroz dan. Parti Demoqrata Kurdistana Iran, ENKS-Berlin, SOZK Komela Kurdên Sûri li Berlin û Branderburg, her weha Yêkîtiya Nivîskarên Kurdistana Surîya û KOMKAR-Berlin pîstê pêyamanê xwe devdorê agirê kombûn.
Ser navê ZVK-KOMKAR birêz Dogan Saribas axaftina xwe da; wek hûn jî dizanin gelê kurd îsal dixast bi cosek mezin piroz bikin. Mixabin nav erdhêj û lehîyê da dehan bajarên bakur û rojavayê Kurdistanê û kurdistanî bin we erdhêjanda ma û zirarê û êse giran hê didome.
Loma em Newroza xwe ya îsal bi muzik û dilanê pîroz nakin. Tenê bi hismendiya ku dê Agirê Newrozê tucarî vênemire newroza xwe wek her sal îro jî bi wêxin.
Lê Em hevî dikin ku rojekê em kurd jî bikaribin cejnên xwe welatek azad, li ser axa bav û kalan bi dilekî ges pîroz bikin.
Bijî Newroz!
Bijî Kurd û Kurdistan!
Dengê Kurdistan