Nûçe

Newroz li Bottropê bi cos hate pîroz kirin

Dema Nu / Bottrop

Komela Hevaltî Bottrop, KOMKAR Duisburg û KOMCIWAN Rhein-Ruhr Newroza îsal, bi hevra li bajarê Bottropê, bi kefxwesi û dilsadî pîroz kirin!

Berî Destpêka newrozê Video Klibek, kû; bi alîyê Kamarekês Elîyê Kekê va hatibu amadekirin hatê pêskêskirin!Di vê Video klibê da, kar û xebatên Folklor(Govend),Sano û Newrozên salên buhurî hatin pêskês kirin.

Du pêskêskirina video-Kliba balkês, bi navê Komîteya Amadekar Husoyê Emîn û Dîlan Timar ê, Mêvan û besdar bi Zmanê Kurdî û Almanî silav kirin û bangî Besdaran kirin kû; li dervayî salone di gel agirê Newrozêyî Ges Govend û Dîlanê Sên bikin. Li ser ve Bangê bi pêskêsya Def û Zurna Umidcan û Hunermenda xwedî pir pêse Mizgîn Kiliç ê, Besdar herikin ser Agirê Newrozê û bi Kelecos, kêfxwesi û bi dilsadi sehatan va Dora Agire pîrozî kû ji Pêseng Hesinkar Kawa virda ji bo gelen Bindest ra buye Agirê Berxwedan, Nîsan û sembola Rizgarî û Azadîyê, Mizgînya Rojên xwes û Asitîyê bi dilsahî govend gerandin û bi Hêvîyên Skestina nîrê Bindestîyê, daywa Zulm û Zordarîya Rojên Res, Gîhîstina Welatek Azad û Asiti xurttir kirin!

Pistî Geskirin û Kêf û Sahîya dor Agirê Newroz ê Besdar derbasi hundirê salona Sahîyê bun!

Di vê besêda, Husoyê Emîn Dubare Silav li besdaran kir û Peyama PSK’ê ya li ser Sahîyên Newrozan pêskêsî wan kir. Peyam bi cos u dilsahî hate pêswazîkirin! Du Axaftina Husoyê Emîn Ji Komîta Amaderkar li Komela Duisburgê Hêlînê bi Zaraveyê Kirdmanckî(Zazayî) Besdar silav kir û daxwaz a Newrozek dilsadî ji wan ra kir û xweshalîya xwe anî Zman!

Dura pêskêsvanan Spasîyên Xwe ji bo Nunerên Rêxistinên Siyasi u Sazîyên sivil pêskês kirin! Dilxwesî û sanazîye ku bê gotin Di gel gelek Nuner u endamen Rexistin, Sazî û Kesayetîyên bajarê Bottrop ê; Serokê KOMKAR Eu Brêz Kovan Amedî, Nîvîkar Murad Dagdelen, Seyidxan Kurij û gelekên din i sahîyêda besdar bibun!

Pey axafinan, Besa candî bi Koma Rojhhatve dest pêkir;

Hunermenda Hêja û Ciwan Mizgîn, Koma Rojhat, Dengbêj û Helbestvan Evdirehîmê Musî û Koma Komela KOMKAR Duisburg ê bi deng û awazek gelek gelek xwes û sirîn, Bi govend û Dîlanên Rengîn û bi stran û Destanên Qehremanîya serhildanên Azadîya Netewi dile besdaran xwes û ges, hevî û dxwazyên wana Asitî û Azadyê berztîrîn kirin!

Sahî bi avayekî serket qedya û Amadekar û Besdaran bi hevîya Newrozên di Welat û rojên Azadtirîn da pîrozkin, xatir ji hevdu xwestin!

Dengê Kurdistan

Back to top button