Newroz li Mannheimê bi sahiyeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên bajarê Mannheimê roja 9-ê Adarê Cejna Newrozê bi sahiyeke mezin pîroz kirin. Sahiya pîrozkirinê ku ji aliyê KOMKARê ve hatbibû amadekirin bi bernameyeke çandî ya dewlemend derbas bû.
Sahiya Newrozê bi xwendina sirûda netewî dest pê kir. Dû re li ser navê Komkar û Komciwanê gotarên bi kurdî û almanî yên li ser naverok û giringiya Newrozê hatin xwendin. Nûnerên partiyên siyasî yên alman jî bi xwendina silavname û gotarên xwe pistgiriya xwe ji azadîxweziya gelê kurd re nîsan dan.
Pistre bernameya çandî ya stran û govendên kurdî dest pê kir û hetanî nivê sevê domand. Rêvebirina bernameyê ji alî Newroz Bawer ve hat mesandin. Hunermendên kurdan yên navdar wek Mikayil Aslan, Delil Dîlaner, Hozan Fatê, Koma Hêvî, Hozan Hama Sivanî, kilam û stranên ji hev xwestir pêskêsî guhdaran kirin. Koma govendê ya Komciwanê li ber dahol û zurnê govenda me ya rengîn pêskês kir. Mezin û piçûk, jin û mêr hemû besdarên cejnê sev û sahiyeke xwes derbaskirin.
Dengê Kurdistan