NEWROZ ROJA VEJÎNA MILETÊ KURD E!

Newroz; di ramana me Kurdan da, ji raza Zerdestê kal, hêvî û daxwazek e
Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dilekî nû, jiyaneke nû û cîhaneke nû ye.
Newroza me, îsal di sertên dorpêçkirî da derbaz dibe. Newroz cejn e û her cejnek ramûsan e, himbêz kirin û reqs û dîlan e. Heyf û mixabin ji ber sedema xwe parastina ji pandemîya ku, cîhan dagir kirîye; em ê nikaribin Newroza îsal, di tama gest û seyranê da pîroz bikin. Hêvîdarim, ku rojek zûtir mirovayetî ji vê sewba kanbax necat bibe û em hemû wekî berê di cejin û seyranan da hevûdin bi dilsayî himbêz bikin.
Newroz, sondek e ji bo hemû Kurdan, newroz ehtek e, qewlek e, bextekî sipî ye, newroz mizgînîyek e ji Kawayê Hesinkar, ji Medan, ji bab û kalan. Newroz, bawerîyeke paye bilind e di rêya azdîya Kurdistanê da.
Vê serdema nû, ronahîyek hilpêxistîye, ku di navê da azadîya Kurdan xûya dike. Ev serdema nû, serdema Kurd û Kurdistanê ye. Divê Kurd ji keys mefer mecal derfetên vê serdemê sûdeke bas werbigrin. Li basûr Kurdistaneke serbixwe damezrînin, li besên din jî, ber bi jîyaneke federal, wekhev gavan bavêjin.
Partîya Maf û Azadîyan, roja ajdan û berxwedan û vejîna Miletê Kurd Newrozê, bi cos silav dike.
Bixêr be Newroz û roja nû ya Kurdan.
Hêvîya me ew e, ku mirovhizên cihanê civaka navneteweyî, gûhê xwe bide axîn û nalîna gelê Kurd.
Partîya Maf û Azadîyan hîvîdar e, ku Newroz her wek nav û naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserî Kurdistanê.
Em, bi hestên herî germ, cejna netewî ya gelê Kurd pîroz dikin.
Hêvîya me ew e, ku mirovhizên cihanê û civaka navneteweyî, gûhê xwe bide axîn û nalîna miletê Kurd.
Hîvîdar im, ku nûra Newrozê bibe çare û derman ji bo sosreta serê Kurdan.
Hîvîdar im ku, sewqa Newrozê dilovanîyekê bixe dilê tûndperest û zordestan.
Hîvîdarim kû Newroz her wek nav naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserî Kurdistanê.
Em bi hestên herî germ, cejna netewî a miletê Kurd pîroz dikim.
Hemû rojên we, Newroz bin.
Newroza we pîroz be. 19/03/2021
NIVSÎNGEHA RAGÎHANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ YA
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Dengê Kurdistan