NEWROZ Û HELEPÇE
Meha Adarê ji bona gelê Kurd him bi keder û ês, him jî bi serfîrazî û serbilindîyan ve tije ye. Di hêlekî da gelê me bi derbazbûna sar û seqemê, hatina bûharê û Newrozê sa dibe, lê gelek
mixabin ew dîsan haman rojan de ji bona qetlîama kîmyewî, ya ku Saddam Huseyîn anîbû ser serê xelkê bajarê Helepçê xemgîne. Hîzba Baasê li Helepçê bi bombeyên kîmyewî pênc hezar
xelkê Kurd kustin Ango heyva adarê him tehle û him jî sîrîne bona gelê Kurd, lê em hêvîdarin wê ev rojên teng û tarî careka din neyên jîyandinê. Tênê rojên xwesik û Newrozên bê ser bên pîrozkirinê.
Em doktorê Kurdistanê her salê bajêrekî welatê xwe da civînên îlmî, li ser babetên saxlemîyê saz dikin. Du sal berê em li bajarê Duhokê de kom bûbûn û ji bona ku îsal qetlîama Helepçê
gîhiste bîst û pênc salan, wê civînê da me biryar dabû ku îsal li Helepçê û li Suleymanîyê de
bicivin. Ev pêsnîyar ya Opr. Dr. Selçuk Mizrakli ye û bi alîyê hemû besdarên wê civînê hatibû qebûl kirinê.
Îsal em bi sêstsed û deh doktor li bajarê Suleymanîyê de civîyan. Li Amerîkayê komekî doktorên pispor û xwedî nav û deng hatibûn. Ji wan; Prof. Dr. Gazî Zebarî, ji bakurê welat li
bajarên; Amed, Wan, Bedlîs, Çolîg, Batman, Mêrdîn , Sîêrt, Adîyaman, Meletî û li rojavayê Tirkîyê, bajêrên weka Îzmîr, Stembol,doktorên Kurd hatibûn. Herweha serokê yekitîya doktorên Tikîyayê, TTB Prof. Dr. A. Ozdemîr Aktan jî hatibû. Ji rojawayê welat jî qasî bîst doktor hatibûn. Ji rojhilata welatê me jî çar doktor hatibûn. Li dervayê welêt, ji Îngîlîstanê, Swedê, Avustûralyayê û komekî mezin, gewre jî ji Elemanyayê hatibûn vê cîvînê da besdar bûbûn.
Ez bi tev dost û hevalê xwe Prof. Dr. H. Bektas li bajarê Wîyana yê bi teyarê berbi Suleymanîyê firîyan. Dostên me yê basûrê Dr. Abdullah li meydana balafirê da pêswazî me kir û em bi sew gîhistin bajarê. Bi ser rê me bi kêyfxwesî xwesbûna derûdorê sêyr kir, gelek bi cîwanîya xwezayîyê re kêyfa me hat. Cîhên ku têda gaz, an jî neft derdixistin der, alawên agirê wan deran digehist ezmana.
Êvara roja çarsemê di navenda çand ya bajarê Suleymanîyê, Holy honer rê da civîna me destpêkir. Cara ewil karasata, qetlîama Helepçê hat bîranîn û di salonê da cîhekî vala tune bû,
her der tije bûbû. Rojên pêncsemî û înî, heynî yê da jî babetên cîvînên me li ser tesîr û tehrîbatên çekên kîmyewî li canê mirovan dihat nîqaskirinê. Ango tesîrên fîzîkî û pîsîkolojîk.
Yê ku herî bas dîtinên xwe li ser babeta jorîn anîbû zimên, doktorekî xort yê xelkê bajarê Helepçê bû. Ew bixwe di dema bombe barana Helepçê hîna zarokek bû, duvre bû doktorekî pispor û gelek waxtê dirêj da birîndarên xelkê Helepçeyê derman kir. Doktorekî din jî gelek salan birîndarên karasata Helepçê derman dike û di dawîyê de ji ber ev ês û eleman tehmûl nake û jîyana xwe bi destên xwe diqedîne. Dîsan doktorekî din ku keda wî gelek zêde heye di
organîzekirina vê civînê da û birayê wî kesîbû ku xwe întehar kirîye, Prof. Dr. Taha. O. Mahwî bîranînên xwe di wê derheqê da bi çavên girî anî ziman. Em hemî sê roj ji ber ês û elem, keder û derdên Helepçê berxwe ketin, xemgîn û dilsar bûn.
Roja dawîyê em sessed û deh doktorên Kurd bi otobosan suwar bûn û ber bi bajarê Helepçê ketin ser rê. Li ser rê em pê hesîyan ku ji bona emnîyeta me gelek tedbîrên bas hatibûn girtinê, her sed mîtro, an jî sedûpênce mîtro parêzvanên emnîyetê xuya dikirin. Herweha wesayitên alîkarîya acîl û yên vemirîna sewatê jî hazir bûn. Li bajarê Helepçê jî her tist gelek bas hatbû organîzekirinê. Pênc, ses hezar meriv li wê derê ji bona bîranîna qûrbanîyan li hev civîyabûn. Xelkê Elaman, Îngîlîz, Firansiz, Îtalyan û hîn jî ji welatên din hatibûn.
Li Îtalya yê xelkê herêma Stazzeme/ Luca yê gelek kes hatibûn. Me ji wan hinek agehdarî girt; ango di dema dawîya serê cîhanê yê duemîn, di 12. 08. 1944 de ev debera hanê bi destê Nazîyên Eleman tê bombebaran kirinê û bi sedan kes li wê heremê da tê qetilkirinê. Lewra ji ber vê munasebetê xelkê Stazzeme/ Luca û xelkê Helepçê bûne destbirakê hevdû û ew alîkarîya Helepçê dikin. Ew li Helepçê xebatên xwe di dibistanekî da û hîn cîhên dinê da jî pistgirîya xelkê bajarê dikin.
Di civîna bîranîna Helepçeyê da xozanê gelê Kurd yê bi nav û deng Sivan Perwer jî hebû.
Ew merasîm bi axaftina serokwezîrê basûrê Kurdîstanê Neçîrvan Berzanî destpêkir. Duvre
wezîrê Firansa yê karên der, yê dema berê birêz Bernard Louchner, serokê beledîya Hannover ê û dostê gelê Kurd , merivê hêja birêz Herbert Schmalstieg jî di derbara bûyerê da dîtinên xwe anîn ziman. Ev gotinên wan herdû camêran jî gelek maqûl û ji bona gelê Kurd hêja bûn.
Me tevî dostên xwe yên Îtalyanê qise kir, ewana ji me ra digotin: dema em cara ewil hatibûn
Helepçê, li van deran hertist hatibû sewitandinê. Ne xwezayî ma bû û ne jî dar û ber, heta çîvîk jî tunebûn û dengê wan jî nedihat bîhîstinê. Lê neha zevî hemî bûne kesk, dar û ber hêsîn, dengê çîvîkan li her derê tê û xwezayî bûye xwesik, dema meriv neha li derûdora xwe dinhêre, dibîne ku jîyan careka din ji duv qetlîame vegerîyaye hatîye bajarê Helepçeyê. Em hêvî dikin êdî ser û qetlîam li van deran çênebin, biratî, asitî û wekhevî cîhê xirabîyê bigrin.
Dixwazim di dawîya vê gotara xwe da navê hîn doktoran eskera bikim ku rola wan li cîvînên me da hebûn. Ji basûrê Kurdistanê wezîrê saxlemî yê berê, Prof. Dr. Z. Yones, G. Zebarî,
H. Bektas, H. N. Jaff, A. Hamawandî, N. Îsmail, K. Kaznazan, Ç. Kotan, S. Aman, M. Îlhan,
S. Onat, S. Ozmen, A.Avcikiran, S. Mizrakli, E. Bilek, N. Î. Taîb, H.S. Nabî, M.Shekhanî,
S. Budak û bi temamê sêssedûdeh doktorên me û dost û hevalên din, gelek sipas hûn sax bin.
Sala ku bê emê li Mêrdînê bicivin û sala 1915 de jî li bajarê Wanê de hevdû bibînin.
Dr. Med Sukrî Guler Berlin/ Elemanya
( 01. 04. 2013 )
Dr. Sükrü Güler