Nivîsar

Newroza Îsal Sala 2012an û Çarenûsîya Pirsgirêka Kurd

Newroza îsal, bi destê hinek kesan ji hewayê pîrozkirina cesnê hat derxistin û pê va hewayek serê bi kîn hat danîn. Di havêyê Newrozê da, ji roja ewil heta îro hewayê serhildanê heye. Ji bo ku xîmê Newrozê dijî zulm û zordarîyê bi kevir, hesin û xerca serhildanê hatîye avêtin her wiha serhildana dijî zulm û zordarîyê bûye temelê Newrozê. Li gorîya mîtolojîya Newrozê, çewa Turk dibêj in Newroz ne cesna destpêka buharê û cesna seyranê ye. Newroz, dijî zulm û bêedlayîya Dehaqê xwîn mij e û sahîya ji holê rakirina zordarîya Dehaq ê xwîn xwar e. Seba vê yekê xerca Newrozê serhildana dijî zulmû zordarîyê ye. Ji roja ez fahmdarê xwe bûme heta îro Newroz her tim hin kesan nerihet û hêrs kirî ye. Her dem Newroz bi xwînê hatîye sor kirin.

Gundê me Minar nahîye bû. Dema ez biçûk bûm, me zarokan di mehên zivistanê da dara hêvrisê dibirî, serê alîyê sitûr seqo seqo tîj dikir, nava wan seqan anî nava wan tîjan bi parçeyên biçûk ji dara hêvrisê tijî dikir, ciyê tijîkirî bi benek an jî bi têlek hisk girê dida. Me ew dara bi wî awayî amadekirî bi awayek çik (dîk) li pist agir disipart diwarê pixêrîyê anî cîyê rojin hatibû çêkirin û tê da agir dihat vêxistin me dara hêvrisê disipart dîwarê rojinê(dîwarê pixêrîyê) . Hewayê germa agir dida dara ku bi mehan li wê dima û ji hilma agir dar hisk dibû, dihat qelandin. Me 21ê Adarê di Newrozê da qazyaxî li wê dara hêvrisê alîyê amadekirî dikir, em derdiketin derva, diketin nav gund. Me agir berdida darê alîyê seq kirî ku nav wan seqan bi darikên hêvrisê hazirkirî û bi têlê girêdayî û qazyaxkirî bû. Alev bi darên hêvrisê diket, dara alew girtî didestê me da em li nava gund digerîyan û me klamên mêranî û serhildanê digot. Me zarokan nizanibû ku 21’ê Adarê Newroz e û me niznibû Newroz çî ye? . Qereqola cendirman di nava gund da bû. Cendirme ji me ra dibûn manî anî dibûn engel. Nedihistin em li nava gund bigerin û klaman bêjin. Em gelek car ji nava gund derdiketin diçon serê girêkê dora gund. Me bi vî awayî Newroz bi cos pîroz dikir, belê me nizani bû ku Newroz e.. Çend sal dinav da derbaz bû. Di salên 1950’yan da ez qenc nizanim sala 1953’an sala 1954 bû, ji nisk va qereqolê newrozpîrozkirina me zarokan qedexe kir. Me çand sal li dervayê gund agirê Newrozê vêxist û di dû da bi temamî Newroz pîrozkirin ji holê hate rakirin. Me zarokan nizanibû 21’ê Adarê Newroz e û me nizaninû Newroz çî ye? … Li hêla Sêrtê cigûr dihat pîrozkirin. Me pîrozkirina Newrozê kir pîrozkirina cigûrê û di 17’yê Adarê da li dervayê gund xwarin çêdikir, dîlan digirt. Kalên gund, ji mera Dehaqê zalim û Kawayê Hesinkar qise dikirin. Ewan jî Newrozê nizanibû. Di salên 1960’an da em hatin ser hisê xwe ku Newroz heye, ew çîroka kalên gund qisedikir, çîroka Kawayê hesinkar û Dehaqê Zalim bû. Di dîroka Newrozê da serhildana dijî zulm û zordarîyê, dîroka neheqî û ji orterakirina bê gunehan heye. Dijî zulmê, dîroka hevgirtin û bihevra hereketkirinê heye. Dîroka xirabî, ne edlayîya zordaran heye. Dîroka perçiqandin, ji holê rakirina mêjûyan heye. Newroz, dijî zulm û zordarîyê ye. Di dîroka gelê Kurd da Newroz bûye simbola serhildanê. Gelê Kurd di roja îroyîn da jî hê azad nebû ye, di bin darê zorê da ji temamîya heqên xwe ên netevî û merivatîyê serhildan dike. Helbet pîrozkirina Newrozê li ba gelê Kurd ne pîrozkirina buharê ye. Çewa ez dizanim heger roja 21’ê Adarê bikeve rojek nav heftîyê, gelê Kurd ne tam di roja 21’ê Adarê da Newrojê pîraz dike. Hefteyek Newrozê pîroz dike. Her tim Newrozan roja Semi û Yekseman pîroz dike. Gelê Kurd her tim roja Semî û Yeksemên berî 21’ê Adarê an jî rajên Semî û Yeksemên pistî 21’ê Adarê bîroz dike. Isal jî Kurdan xwest Newoja roja Yeksema berî 21’ê Adarê, roja Yeksema 18’hê Adarê Newrozê pîraz bikin. Li Istenbolê, Amedê û gelek bajarên din li cem berpirsîyarên dewletê li cem Valî û midûrîyeta ewlekarîya welayet an qezan dan û ji bona roja 18’ê meha Adarê Yeksemê destûra pîrozkirina Newrozê xwestin. Dewletê hicetek deranî got ‘ Newroz 21’e Adarê, roja Çarsemê dikare were pîrozkirin.’ destûr neda BDP û Kurdên ne endam û pistgirtên BDP’ê. Halkî Kurdan wek her sal dixwest Newrozê di rojek betlandinê da roja Semî an Yeksemê pîroz bikin. Destûr nedana dewletê ji provakatoran ra bû hicet û sîlehek ku bi kêfa xwe provakatorî bikin, daxwaza xwe pêk bînin. Ji alîyek va dewlet û hukûmat rê ji bo provakatoran ra vekir, alîkarîya provakatorîya wan kir. Serokwezîr birêz Erdoxan beyanatek da got; ‘ Çima çapemenî merheze nake tistên ew nizanin ku em dizanin.’ Bi van gotinên xwe birêz serokwezîr xwest ku roja Yeksemê 18’ê Adarê heker destûr bidin pîrozkirina Newrozê tê provakator etklîhevî derxistin û insanan bidan kustin. Ev gotinên serokwezîrbirêz Erdoxan ne gotinên di cî da ne, gotinên çevt in. Rastî ev e ku sîyasetmedar ji gel ditirsin û naxwaz in bi sed hezaran ne rêya sîyaseta wan dimesînin bicivin. Li Kurdistan û bajarên Turkîyayê Newroz bi alîkarîya saredarîyên BDP were pîrozkirin. BDP di mitîngên xwe da heker 20 hezar kesan bicivand di pîrozkirina Newrozê da bi tenê li Amedê bi hindikayî 500 hezar kes dicivîyan. Ev 500 hezar kes her çiqas jî alîkarê BDP nebûna, tê alîkarê BDP bihatin nirxandin. Halbikî kesê ji bo pîrozkirina Newrozê dicivîn ne bi tenê alîkarê BDP ne, herwiha alîkarê AKP, CHP, MHP û tim partîyên din û kesên bê teraf jî Newrozê pîroz dikin û li hev dicivin. Ev hisaba ku berpirsîyarên AKP kirin hisabek gelek xelet e. Rêzanên Erdoxan bi vê xeletîyê berê Erdoxan dan rêyek çewt û bûn alîkar û hevalbendên provakatoran. Kesên provakator roja Yeksema 18’ê Adarê armanca xwe anîn cî, gelek zeraran dan gel, polosek hat kustin, gelek insan hatim binçav kirin, gelek dikan, erebe hatin zerar dan. Gelek kes hatin binçav kirin. Ev yek anî destûr nedan tistek xelet bû.

Berpirsîyarên dewletê û rêvebirên AKP’yê; ‘ Heker me destûr bida û Newroz di roja Yeksema 18’ê Adarê da bihata pîrozkirin, PKK newroza îsal serhildana soresa gel îlan kiri bû, tê di Newrozê da qetlîamek bihata pêkanîn û gelek kesên bê guneh bihatin kustin. Destûrnedan pêsîya qetlîamek girt.’ Ev gotin ne gotinên beraqilî ne û gotinên pûç in. Heker PKK roja Yeksema 18’yê Adarê qetlîam bikira, dikaribû roja Çarsema 21’ê Adarê jî qetlîam bikira. Li her bajarî hêzên ewlekarîyê Newrozê îsal engel kirin. Roja Yeksema 18’yê Adarê jî, roja 21’ê Adarê jî engel kirin. Gelek kesan binçav kirin, bi kulman li mebûsê BDP’ê dan, kulm li ber çavê Ahmet Türk, insanek melahîm, ne gelas û neserxwaz dan, wî birîndar kirin, sandin nexwesxanê. Ev tist bûyerek gelek ne qenc û rûresîya dewletê bû. Ev bûyerek kêfî, bûyerek heqaretî ye. Bele ez dibêjim ev heqaretî ne li Kurdan hatîye kirin, dewletê vê heqaretîyê li xwe kirî ye..

Çarenûsîya Berpirsgirêka Kurd:

Demek dirêj e ku hukûmet fesla çarenûsîya pirsgireka Kurd dike, belê di vê rê da gavek berbiçav navêj e. Ez bawerim ku dewlet jî, PKK û hevalbendên xwe jî çarenûsîya pirsgirêka Kurd naxwaz in. Her du alî jî gelê Turk û gelê Kurd dixapînin, ewladên cuwan û ûmûda bêseroja me didin telefkirin, hêvîya me didin temirandin. Heker PKK bi rastî çarenûsîya pirsgirêka Kurd bixwesta dijî AKP û hukûmetê teqtîkên asîtî û merivatî kar û xebatan dikir, rêya çarenûsîya pirsgirêka Kurd vedikir, vê rê fire dikir. Heker AKP û hukûmat xwe nêzî vê rêvekirina PKK û BDP nekir, di nav gel da eskere dihat xûyakirin kê naxwaz e ji vê pirsgirêkê ra çareyek bibîne, gel xwe ji AKP’ê û hukûmatê dûr dikir. Herkes, kî çî dixwaz e û çî naxwaz e didît, res û sipî ji alîyê herkesî va eskere dihat ronahî kirin.

AKP û hukûmat berî PKK û BDP nexwazîya wan bide eskere kirin, ewan Newrozê kirin hicet di nav vê heytehotê da bi awayek seytanî berî PKK û BDP planê xweyên xapandinê bi gel bidin qebûlkirin û xwe di vê rê da heqdar derînin. PKK û BDP xwe bi serhilda saresa gel va girêdan û xwestin di Newroza sala 2012’an bikin roja serhildana soresa Kurd. Ev hewla wan ji wan ra û ji gelê Kurd ra ji alîyê AKP û hukûmatê va planen nû ji bo çarenûsîya (heker em bi rasti bêjin NEÇARENÛSÎYA) pirsgirêka Kurd anî. Serokwezîr birêz Erdoxan cîgirê xwe Bülent Arinc û gelek kesên nêzî xwe hayîdar nekir, ji nisk va planê nû ji bo çarenûsîya (Neçarenûsîya) pirsgirêka Kurd da eskere kirin. Serokwezî Erdoxan di vî planî da dibêj e ku tê ew pirsgirêka Kurd bêy teklîtîya PKK, Apo û partîyên xwe ji PKK û Apo dûr nekin were çareserkirin. Dibêjin pêwiste ku em PKK, Apo û partîyên bi fermanê wan hereket bikin teklî hevpeyvenvendinên çarenûsîya pirsgirêka Kurd nekin. Wisa tê xûyakirin ku berpirsîyarên AKP û hukûmatê di rêya çarenûsîya pirsgirêka Kurd da DBP’yê ji çav deranî ye. Ev teqtîk jî mana wî ev e ku çarenûsîya pirsgirêka Kurd bi temamî hat sekinandin. Ji bo serokwezir Erdoxan dibêje ew pirsgirêk bi partîyên ku di parlamenê da ne were çareserkirin. Ji xeynî BDP jî tu patrîyên Kurd di parlamenê da tunin û herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li ortê kes namîn e..

PKK, Neweoza îsal serhildana serê soresa gelê Kurd beyan kir û xwest gelê Kurd di Newrozê da serhildana serê soresa gel bike, ser ges bike. Di rojên Newrozê da AKP jî ser sedîdtir kir û çarenûsîyê sist kir. Dîsa AKP û hukûmat bangkirina soresa PKK kir sebeba nedestdûrdana pîrozkirina Newrozê û Newroza îsal ji gelê Kurd ra qedexe kir.

Gelê Kurd jî vê qedexekirina dewletê nas nekir. Gelê Kurd, di rojên Newroza xwe da li her mekanî pêsdar bû û bi vê pêsdarbûna xwe xwest bersivek him bide dewletê û him bide PKK.

Gelê Kurd bi pîrozkirina Newroza xwe ji dewletê ra got: ‘ Ez qedexekirina pîrpzkirina Newrozê, qedexekirina te nasnakim. Ezê Newroza xwe pîroz bikim. Tu nikarî min bi qedexeyên xwe terbîye bikî.’ Gel guhdarîya qedexekirina dewletê nekir, derget zaboq û konan, dijî zordarîya dewletê Newroza xwe li meydanan bi cos pîraz kir.

Dîsa gelê Kurd, bersivek da PKK û jê ra jî got: ‘Li qusûra min mêza neke, min bibexsî ne ez ji bo hegemonya te û bi gotina te serhildana serê soresgerê nakim. Gel ez im û ne tûyî ku jibo min biryar bidî. Ez asîtî û huzûr dixwaz im. Ez ne bi bangkirina te li vira me, ez ji bo ku dewletê pîrozkirina Newroza min qedexe kirîye li vira, li meydanê me.’ Bi vê bersiva xwe gelê Kurd xwe pêsdar kir.

Heker em wek kesê bê teref li bûyêrê binêrin AKP jî, PKK û BDP jî, çarenûsîya pirsgirêka Kurd nawaz in.

AKP xebatên ji bo çarenûsîya pirsgirêka Kurd, ji bo amadekirina zagona bingehî, ji bo nûkirina rêya edlîyê bi zanebûn sist kir û serê çekdarî gestir kir.

PKK û BDP jî dixwaz in, li bakûrê Kurdistan hegemonîya xwe sazger bikin. Armanca PKK hegemonîya li ser gelê Kurd xurt bike, lewma her dayîm hucûmê dijminê ewil dewletê nake, her tim ewil hucûmê AKP û serokwezir Erdoxan dike, ji bo ku serokwezir Erdoxan û AKP engelên pêsîya dewlemendîya hegemonîya xwe li bakûrê Kurdistan li ser gelê Kurd dinirixîne.

Bi rastî gelê Kurd eskere dibîne ku serokwezîr pêl firêna çarenûsîya pirsgirêka Kurd, amadekirina zagona bingehî, û pêsveçûna azadîyan (demokrasîyê) kirî ye û pêsvaçûna van karan sist kirî ye.

Dewletê ji bo gelê Kurd tu tistek çareser nekirî ye. Çarenûsîya perwerdîya zimanê dayîkê zimanê Kurdî li cîyê xwe sekinî ye. Heqê siyasîya Kurdî tune. Berpirsîyarîya sîyasî tune. Damezirandina sîyasî partîyên Kurdî Azadîya xwe idarekirina Kurda qedexe ye. Heqê hevwelatîyê nehatîye çaresekirin, di zagona bingehî da hevlatên Turk tev Turk in, nasîya Kurdan tune ye. Azadîya îfadekirina Kurdan tune. Di dadgehan da Kurd nikarin xwe bi zimanê xwe ifade bikin, ifada xwe bi zimanê xwe bidin. Di her warî da engelên zagonan li pêsîya Kurdan hene. Li gorîya zagonan, Türkîye malê Turkan e. Ev neheqî li ser Kurdan dom dike û hin kesên xwe nenas dibêjin ‘ Her heqê we he ye.TRT 6 bi Kurdî wesanan dike. Gelo win Kurd hê çî dixwaz in?..’

Min li jor hinek tistan anî ziman. Ev kesên xwe nenas nizanin ku em Kurd van tistan, nasîya xwe dixwaz in.

Kazim Özdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button