Nivîsar

Niçîra Kewa…

Min bixwe gelek niçîra kewa kirîye û gelek hezdikir ku dema niçîra kewa bê ez herim çolê niçîrê, ji ber ku wexta kewê meriv yê kedî û yê berî yê çolê serdikin temaskirina-ferca wan gelek xwes e. Bi kêfxwesî min wê rojê, yan wê seva ku ez ê, esirî yan jî bi ferecha sibehêre ez ê herim sahrîyê niçîrê, min amdekarîyên xwe dikir.

Min kewê xwe têr nok didanê ku dengê kewê min vebe û genim min dida kewê serdar û kewê ribat, min wan dixist kesefa wan û kesef jî min dixist mehmelê û mehmel davêt milê-pîyê xwe, min çaroxê xwe û gorên hirî cilên germ li xwedikir û qapûtê xwe jî li xwedikir û hinik nan pastêq û mewîj û meterak av jî dixist çentê xwe û ez yan jî bi Xidirê Osê, yan jî Xeloyê Kezîbanê û yan jî Salihê xwarzê re em diçûn niçîrê.

Derbna hingî çol sar bû û hîn wextê niçîrê hebû, me derbna li ber berqevkê, yan jî ber dîwarikî yan jî di sikeftikê de me agir dadida ji bo ku em hem xwe germ bikin û kewê xwe jî germ bikin, heta wexta niçîrê dihat.

Tucarî bi çiftê bi tivingê nediçûm niçîra kewa, min nedixwest bi çiftê kewa bikujim, min hez nedikir. Min hezdikir ez dikozikê kevim û li kewê xwe û kewê berî çolê guhdarî bikim, bê çawa dibe qeb qeba wan û ser û hereketa dikin û xwe diksînin hev, min li wan dinerî, herî ferca xwerirîn bû.

Kewê minî kedî hebû wexta niçîra bi kewa çêlkew dibûn ferx, meha payîzê meriv diçû niçîra kewa, bi kewê xweye kedîve, niçîra ferxên salene.

Derbadudan jî meha adarê û nîsanê meriv diçû niçîra kewan. Derbikê jî bi kewa mê-mêkewê diçû niçîrê. Wexta meha adarê û meha nîsanê kewa mêkew hêkê xwe kir, pistî ku hêkên xwe bi tevayî kir nêzî panzdeh-pîst hêk dike, kewa mêkew berî dikeve ser hêkên xwe, hêkê xwe di qerimîne, ewçax hewcedarîya kewê nêr yê berî-çolê ji mêkewê çêdibe, ji bo ku hinik laqirdîyê û heneka bike kewê berî.

Îca niçîra mêkewê dest pêdikir niçîrvan, hinikan dehf li ber mêkewa kedî datanîn, hinik jî bi çiftê berdidan kewê berî ku bêt ser kewa niçîrvan.

Îca wexta niçîra kewa, ne bi tivingê bi dehfa, ez bixwe bi dehfan diçûm niçîra kewan.

Ez û çend xortên gundê me ku navê wan;

Xidirê Osê, Xeloyê Kezîbanê, Resîtê Selîmo û Salihê Xwarzê bûn. Lê derbna jî ez bi xwe jî diçûm niçîra kewa.

Çar, cûreyên wextên niçîrê hene;

Yek, jê bi ronîya sefeqê ku dida serê sirta û cîhê bilind, meriv kewê xwe datan.

Dudi, wexta ku rojhildihat ewjî li serê sirta û cîhê ku bilind bû û li berojan, meriv kew datanî.

Sîsê jî, berî ku rojdiçû ava, cîhê ku roj lê hebû meriv kewê xwe datanî.

Çar, berî ku mixrub bibe hîn rohnayî hebûye meriv kewê xwe datîne.

Wexta ku ez diçûm niçîrê, pêsîn min kozka xwe bi kevira çêdikir, yan jî berî min hinik dinê niçîrvanan kozik çêkiribûn, nehewcebû ki min kozik çêbikirina.

Min hazirîya-amedehîya kewê xweye ribad dikir, min çîqê kewê xwe dixist mewdelê û benik mewdelê li fersekî pehn girêdida û kewê xweye ribad li ser fersik datanî.

Herçar alîyên kewê xwe bi hin kevir, çilove û darikan ve ji bo parastina kewê ribat dikir, ji xeyînî pêsîya wî vekirî dima.

Û pistre jî min dehfên xwe çeprast datanî-vedidan, pistî van amadîyan.

Amadeyîya kewê serdar dikir, ew jî ya li ser devîyê, yan jî di nava serikê keviran de, min ew dinixumand, tenê serê xwe di qefesa xwere derdixist, ji xwe ku kewê serdar dihate danîn, êdî mesele bi dawî dihat, divabûya ku niçîrvan here di kozika xwe keve, ji ber ku wê kewê serdar hema dest bi qeb qebê dikir û bangî kewê wê çolê dikir.

Pistî ku kewê serdar dest bi dengê xweye zelal xwes dikir, heger kewê wê çolê hebe wê ji xwere bêjin, ev kîne hatine ser xaka me û welatê me.

Kewên wê çolê wan jî dengên xwe dikir, kewê wê çolê ma hûn li vêderê çidikin ma ev xak, xaka bav û kalên wene, ku hûn hatine ser xaka me quretîyê dikin.

Yek ji kewê serdar û yek ji kewê wê çolê serê hevdû dikin. Kewê wê çolê difire ‘piçû, piçû ‘ têne ser kewê serdar.

Pistî kewê çolê hatin ser kewê serdar, kewê serdar êdî dengê xwe nake, ser û gotinê dide kewê ribat, êdî dengê xwe nake kewê serdar. Îca kewê serdar disekine, kewê ribat dest bi dengê xweye xwes û bi ribatî û dibe, qeh qeha wî û qebe qeba kewê ribat û serê kewê wê çolê dike.

Îca kewê çolê vê derbê berê xwe dide kewê ribat ku li erdê ye, kewê berî yê çolê dibê ma tu jî li vir, hey netistik, tu li ser xaka bav û kalê me çidikî, de xwe bigir ez hatim te. Lê kewê çolê nizane ku dehfik li ber kewê ribat e, hicûmî-êrîsî kewê ribat dike.

Lê heyîf û mixabin berî kewê çolê bighê kewê ribat dikeve nava dehfa û li wir hew hereket jê çêdibe. Lê hinik kewê çolê yê berî dikeve dehfan jî, lê dîsa hicûmî kewê ribat dike û serê wî dike. Lê derbna pir kew bi hevre dikevin dehfan, dehfa radikin û bi hevre difirin dirin.

Hinik kewê çolê hene ku ji wanre dibêjin zexelin, yanî qurnasin zû bi zû nakevin dehfan.

Lê bi teybetî, kewên ku ferxin dikevin dehfan, ji ber ku kewên ferx weke xortên çardeh-panzdeh salî nin natirsin, hema êrîs dikin.

Ferxên kewan jî wilo nin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button