Nivîsar

Nijadperestîya Tirkan

Dema ku ez dibêjim kemalîst,yekem nijadperestîya tirkan tê bîra min. Ji ber ku li Kurdstana Bakur’ kemalîstên tirk’ bi qetlîyaman bas tên naskirin. Artêsa tirk kemalîste û xûnxar e. Dema ku Komara Tirkiyeyê ava dibe,mafên miletê Kurd neda û wiha dibêje:’Kurd jî tirkin’. Bo vê yekê miletê Kurd jî ji sala 1919 an heya niha dijê artêsa kemalîst ser dike û li ser neketîye.

Ji alîyê sivîl de jî partîyên kemalîst MHP,CHP hen e. Nûnera parlementera CHP ê Birgul Ayman Guler wiha got:’Hûn nikanin bi min biden gotin ku netewe tirk û netewoka Kurd vekuhevin.’
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ,hertim wiha bibêje:’Yek welat,yek al,yek milet,yek ziman û li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tune. ‘ An jî gotina birêz Arinç’Zimanê kurdî ne zimanê saristanîyê ye’ Gelo em Kurd çawa bawarîya xwe bi wan sîyasetmedaran bînin?

Lê belê partîya serokwezîr Recep Tayyip Erdogan AKP ji artêsa kemalîst ditirse. Ji ber ku artêsa tirk dijê kurdan û serîatê ye. Hukumata AKPê gelek generalên artêsa kemalîst avitine girtîxanê û quretîya wan sikêndîye. Di vê navbera de rewsa kurdan gelek pêsda çûye û Kurd xwe bi qûwet dibînin.

Ango,Partîya Maf û Azadiyan HAK-PAR ê di bernama xwe de cî daye programa federasyonê.BDPê di bernama xwe de cî daye programa otonomê. Zagona bingehîn jî tê guhartin.Zimanê kurdî bûye zimanê hilbijartin. Sîyasetmedarên Kurd di axaftinin xwe de dibêjin Kurdistan.

Ez bawar dikin ku kemalistin tirk, gor dema borî nikanin quretîyê bikin û hêdî hêdî xwe bo nijadperestyê jî tawanbar dibînin . Bi teybetî gor dema borî gelek sîyasetmedarên Kurd „nijadperestan’ rexne dikin. Di partîya CHPê da nijadperest zêdene û ji der û dora xwe ditirsin. AKP jî ji qûna xwe ditirse û rê nade kemalistan.

Gor dîtina min vê rewsa de gotina Mao Zedong cîda ye. Mao Zedong wiha gotîye:’Dujminê dujminê min dostê min ne’ AKP ne dostê me kurdan e,lê belê di vê rolada dilîze. Ji ber ku mecal dest dewleta kûr bikeve AKP ê û kurdan di cîda xinç dike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button