Nûjenkirina Lalisa Nûranî
Lalis heykelekî kurdewarîyî kevnar e, cîkî pîroz e li ser sîngê Kurdistanê, cîyê hed- sed û heca Kurdên êzdî.
Wura her tist: rê – rism, due’a- dirozgeh, eyd û erefat, sond, çûyn-hatîn, ewaz û stiran, sema, dîlan û govend bi kurmancî bûne û kurmancî jî dimînin.
Lalis heykelekî kurdistanî ye, lalis Kurdistan e.
Lalis weke dêr û mizgevtên xelkê di nav zîv û zêr, wene, heykel û çêkirinên bedew û giranbiha da pêçayî nîne.
Xemla Lalisê, qube, reng-ewazê surusta der-dora wan, çira û findin, ku sevên tarî berê xwe didine êsmên, sur û sêrên stêrkan ra bi kurmancî diaxivin, dikevîn sêwrê.
Lalis zîyareta civakeke feqîr ya êzdîyan e, Lalis jî wek wê civakê feqîr e, çawa vê civakê zulm û zora dagerkiran dîtîye wusa jî Lalisê.
Pîrozaya Lalisê feqîraya wê dane.
Her dewranekê birînek li ser wê axa pîroz çê kirne, bi çek û sîlih, bi artêsê giran, bi xezeba komkujîyan û tunekirinê avîtine ser, wêran kirine, hilsandine, talan lirine, sewitandine heta mezel jî hatine sêlandin, hilsandin, hestûyê mirîya jî derxistine sewitandine, lê çawa suruste tim zêndî, Lalis jî tim zêndî maye
Ew zivistanên zor û zulma xezebê derbas bûne, bihar hatine, surust hisyar bûye, ruhê ezdayî û sewta kurmancî dîsa tije wî gelîyê buhust bûye, bi reng û ewazên netewî xemilîye. Wusa bûye bi dewrana, wusa ne îro
Cihanê da Lalis yeke. Laliseke din nîne. Di nava hezara da, bi cûre û pîrozaya xwe, bi qubên xweye wek pencên rojê Lalis tê naskirin.
Tê texmînkirin, ku vê dewra ronayî da Lalis guhdarîya cihanê û bi tebyet ya temamîya gelê Kurd diksîne li ser xwe. Bawarkî payê mêvanên pirê ku diçinê Herema Kurdistanê Lalisê zîyaret dikin. Ew hin cîkî pîroz e, hin kevnar e, hin jî kare bibe navendeke tûrîzmê û kareke mezin Heremêra bîne.
Niha jî ji alîyê serokatîya Herêma Kurdistanê da pirsa nûjenkirina wê hatîye danîn.
Derewe, heta mirov bi xwe serê xwe nexurîne, xelk serê mirov naxrîne. Dagerkiran nehîstine kurd bi destê xwe serê xwe buxrînin. Xweyî hebûna welatê xwe derên. Li ser axa Kurdistanê pêsê wan kustin, wêrankiein û sewtandin bûye.
Qedera Lalisê û civaka êzdîyan hê dijwer bûye. Dagerkir hatine guhestin. Neyartîya dijî Lalisê hê tûnd û tûj bûye. Lê çiqas jî dagerkir zalim û xezeb bûne nikaribûne Lalisê ji reng û dengê kurdîtîya wê dûrxin, bêjin Lalis kurdewarî nîne, Lalîs hebûn û xemla Kurdistanê nîne
Lalis bi ruh û zimanê xwe, bi pîrozîya xweye kurmancî bûye, kurmancî maye û wê kurmancî bimîne
Hukumdar çiqas hatine xwestine Lalisê undakin
Di dîroka hezarsalan da, cara ewline ku hukumdarî derheqa Lalisê da bi dilgermî, wa dilsewat, dilrem û xemxur difikire. Femdarîye, ji bo ew ewledê gelê xwe ne, ev dîrok, ev qeder, ev hebûn ya kal-bavê wan e.
Dem hatîye, êdî mecal gelê Kurd ra çê bûne ku hebûna xwe xwedî derên, birînê xwe bi destê xwe derman bikin, welatê xwe bi destê xwe sên bikin, dîroka xwe bi destê xwe binivîsin
Dibêjin Herema Kurdistanê roj bi roj dixemile û sên dibe.
Ji karên Herêmêye despêkê bûyareke dîrokî, mezin û pîroz e, biriyara nûjenkirina Lalisa Nûranî. Ev biryar ji alîyê temamya gelê Kurd û bi tebyetî Kurdên êzdî va bi kêfxwesî û sêkirdarî hate qebûlkirin.
***
Nûjenkirina kevnarîke wek Lalisê çawa cîyê sêkirdarîyê û kêfxwesiyê ye, wusa jî cawdarîke anegor û lêkolînên berfire dixweze. Gilî tenê xerc û pere nînin. Karê nûjenkirina Lalisê da gerekê lezketin nîbe. Lalis carekê wê bê nûjenkirin, ew jî gerekê bi zanyarî, aqilayî, gorî sert û mercên wê bawarîyê, bi nexs-nîsan, sîmbol û keviarîyên wê bê kirin. Heta kevirên ku nûjenkiinê da bên karanîn, gerekê bêne bijartin. Pêvajoya dîrokê gerekê neyê ji bîrkirin. Surusta gelîyê Lalisê, cî, war û rêyên pîroz, cîyê xas û qelenderan gerekê bi berk bêne parastin. Ecele kirin kare ji xwera xeletîyan bîne û ji pey ra rastkirin wê dereng be.
Berê ewil ji min ra wek kurdekî, wê cîyê dilxwesîyê bûya, eger pilana nûjenkirina Lalisê bi serokatîya arxîtêkror û zaneyekî Kurd va bihata kirin. Bese çiqas xelk bên me kurda ra çêkina bikin, pêwîste Kurd bi xwe, bi zanyarî û mecalên xwe Kurdistana xwe çêkin. Navê xwe, bi zimanê xwe li ser binivîsin. Eva dîrokê û pêsîroja her gelî ra pir pêwîst e. Dîroka gela bi tistê wa tê nivîsar. Ew dide kivsê, gelo vî yan wî gelî çi çê kirine, çi efrandine, çi xirab kirine. Çêkirçîtî, afrandarî serbilindîya gela ne. Dîroka dijwer, dagerkirên zalim nehîstîye kurd bi destê xwe welatê xwe sên û xwes bikin. Bawarîya hunura çêkiriîtîyê, efrandarîyê di nav kurdan da kustine, nehîstine Kurd mala xwe, gund û welatê xwe, mizgevt û cîyên xweye pîroz e dîrokî bi dilê xwe, ser navên xwe, bi zanebûnên xwe, anegorî dîroka kal-bavên xwe, bi destê xwe çêkin, peykel û kevnarîyên xwe biparêzin, dewlemendîya welêtê xwe ya binerd û sererd xweyî derkevin.
Çi ji dagerkira ra pêwîst bûye, ew çê kirine, nav guherîne, dîrok fes kirne, guhdarîyan kurda ji kurdîyetîyê, dîrok û zimanê kurdî dûr xistine, nehîstine sopa kurdîtyê Kurdistanê da bê xanê.
Dem hatîye, mecal çê bûne, ku akadêmîya Kurdaye miletîyê ya rastî hebe û ew bi van kara rabe, ew pêsniyara li ser hîmê lêkolînan bide, Kurdistanê da xweyî kurdîyatîyê, dîrok, kevnesopîyan û ziman derê.
Vê dewyê askere bû, karê nûjenkirina Lalisê jî êdî sipartine kompanîyake Alman û plan jî hazire.
19 ê meha sibatê, îsal, bi însîyatîva Navenda Sêwrmendîyê ya Êzdîyan li Almanîyaye, li Mala Êzdîyan (Oldênbûrgê ) da, rasthatin bi karkirên we kompanîyayêra, yên ku karê nûjenkirina Lalisê va mijûl dibin, hate derxistin.
Hewaskarî berbi nûjenkirina Lalisê pir mezin e, ji bo wê jî civakeke êpêce hatibûn rasthatinê.
Pêsekzanên Kompanîyayê pilana li ser kaxaza êdî amade nîsanî hazira kirin û derheqa çêkirinên nûjenkirinê da axivîn.
Pirs pir bûn.
Bersîva hinek pirsan yan nîvcî ma, yan nexwestin bidin, yan nikaribûn bidin. Hazir usa jî tê neghîstin gelo berpirsyar yan cawdarên vê piroja nûjenkirinê kêne? (Hukumat, Komîtêke xsûsî, sexs
)?
-Kê vê kompanîyayê ra peymana nûjenkirinê girê daye?
-Gelo di karê nûjenkirina kevnarîyên dîrokî da kompanîya pispor e, tercûba wan di van kara da hene.?
-Bi kîjan lêkolînan pêwîstîya nûjenkirina Lalisê pêra hatîye dîtin? Lalisê di kîjan wara da bê nûjenkirin?
-Gelo lêkolînên dîrokî, kevnarî, oldarî hatine kirin, kêngê û ji alyê kêva lêkilîn hatine kirin? Ew lêkolîn wek bingeh di çêkirina planê ra hatine hesavhildan?
– Lêkolînên guherînên parêzgehê bi guherînên pêsîroja êzdîyatîyê û civakê va girêdayî hatine kirin? Ew di çêkirina planê da hatine hesavhildan?
Û gelek pirsên wusa
Helbet, kes dijî wê kompanîyayê nîne
Ji bo destpêkirina karekî wusa cawdar û pîroz,
berpirsyarên wî karî gereke heta hazirkirna pilana nûjenkirinê, ev pirs ji bo civakê wa tarî, vesartî û wek pirs nehîstana. Di vê dawra kompûter û întêrnêtê da karê wusa ewqas jî dijwer nîne û dema dirêj naxweze.
Tek xwestin hebe.
Min hineka pirsî: ‘Gelo ev ecelebûn ji bo çî bû?’
Gotin: Niha xêrxwezê êzdîya li ser hukumin, lê xwedêneke pasê hinekê xêrnexwez bên, wê çawa be?
Rastî gilyê wan da jî heye.
Çi jî hebe, bi texmîna min gereke lêkolînen kûr û hêja ji alîyê zanyarava bihatana kirin. Li gor encemên wan lêkolînan jî projêya nûjenkirinê bihata amadekirin.
Çiqas ji serokatiya Heremê di were fînansekirnê da destvekirîye, bi texmîna min fînansên ku têne dayin ji bo nûjenkirina Lalisê gerekê nekevine destê sexsan. Xerckirina wan gerekê ji alîyê navendeke Hukumata Herêmêva bê kontrolkirin. Bi texmîna min ewqas jî ne normal e, ku tek li ser çêkirna pilanê ewqas xercekî mezin hatîye kirin.
29.02.2012
Eskerê Boyik