Nûreddîn Basûd berîya çarde salan ji nav me koçber bû

Nûredîn Basûd, yek ji rêveber û damêzrênerên KURD-KAV û HAK-PAR’ê bu k udi salên tund û dijwar de, bi gernasî din av refên xebata sîyasî a Azadîya Kurdistanê de cihê xwe gsrtsbu. Her mirinek demzû ye. Lê ya Nûredîn gelek zûtir bû, Hêja mixabin ku roja 5’ê Adara sala 2016’yan de, bi qezayeke trafîkê de jîyana xwe ji dest da. Di ser vê qezayê de 14 sal borî, lê Nuredîn nehat jibîr kirin, cîyê wî, ma vala.
Nûredîn Basûd, ji Agrîyê bû. Berîya 12’yê Îlonê di nav Komela Mamostayan (TÖBDER) de cih girt û di hemu çalakîyên komelê de besdar bu. Pasî bu yek jî pêroyên kovara RÊYA AZADÎ û pistî wexta di nav Partîya Sosyalista Kurdistanê de ciyê xwe girt. Heta ku jîyana xwe ji dest da, ew kadro û endameke bijareyê PSK’ê bu. Di nav hemû xebatên demokratîk û sîyasî de xatirnas û bawerpêkiryek bijare bu.
Nûredîn, rayedarek giranbiha, têkoserek metirs bû. Di dema damezrandina KURDKAV û HAK-PARÊ de gelek xebatên binirx kir. Her wiha di nav HEP û DEP’ê de jî, wek her Kûrdekî serefmend bi zîrekî xebitî û di nav rêveberîya wan de roleke taybeyt leyist. Nûredin di warê wesana Kurdî, Kowar û rojnameyên Kurdî de jî, gelek xebat û xizmetên bi rûmet li dû xwe hist. Hêja bû ku rojên azad bibîne, lê mixabin ku zû terka me da. Dost û hevalên Nûredîn hê jî, di sîn û giryanê de ne.
Gelê Kurdistanê ked û emegê Kekê Nûredîn jibîr nake. .
Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR, dost û heval û rêvebirê xwe yê hêja bi xemgînî yad dike.
HAK-PAR, ji bo xebat û çalakî û xizmetên wî, spasdar û minetdarê Nûredîn Basûd e.
06. 03. 2016
Latif EPÖZDEMIR
Cigirê Serokê Gistîyê
Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR
Dengê Kurdistan