Makale

Ola Kurdan ya nû

Ji çaxê mirovan hest bi xwesî û nexwsiyê, dijwarî û wêrankirinê, zindîbûn û mirinê kiriye, xwestiye hêzekê peyda bikin, ji bo ew hêz wan ji tirs û wêrankirinê biparêse û nexwesiyên wan yên derûnî derman bike, ji lewra ew demeke dirêj li wê hêzê digeriyan, pistî baweriya wan nema bi pût û kevir û sîberan dihat, wan berê xwe dan xwezayê û baweriya xwe bi hêz û pêkhatiyên wê yên sereke anîn, di nerîna min de wê çaxê ew ji hemû gelan re ya herî rast û durist bû, pasê demek hat ku civakên her herêmekê pêdiviyên wan bi çaksaziyan hebûn, û ji ber ku alavên guhertinan yên heyber di destên zana û mêrxasên wan gelan de tunebûn, rabûn bi zanebûn û jîrbûneke pir bilind derbasî nav civatên xwe bûn, û bi sîber û pirojeyên bi pilan dikarîbûn mirovan têxin bin bandore xwe de û mîna lîstikekê bi wan bilîzin, û dikarîbûn ji çîrok û çîvanokên berî hezarên salan yasayên nû biafirînin, herweha dikarîbûn bi rêka mirovên bi hisên xwe jîr û bi mêrxasiya xwe jî bi nav û deng, van piroje û daxwazên xwe derbasî nav wan gelan bikin.

Her pirojeyek navê olekê lê hat danîn, pasê ji wan olan bi dehê rêbazan hatin der, û ta vê sedsala bîst û yekê ya ku em niha têde dijîn, her miroveke older xwe di sûna Xwedê de dibîne, ango ew guhertinên ku Xwedê giravî bi fermanên Xwedê pêwîste bêtin kirin, hemû ketine destêd van mirovên sitemkar de, her zanayekî older mîna haxam, baba, metran, petrek, kese, sêx, pîr, mele, feqe, sofî, reben û mirîdan, xwe xistine sûna Xwedê de, mirin û jiyana mirovan tenê bi ferman û rêdanên wan olderan rewa ye, û ji ber ku di nav civakê de hêza wan pir e, her yek ji wan oleke xwe ya taybet çêkiriye û bi mirîdên xwe yên pir re bûne tîrek.

Ev serên li vê sedsala me mîna serê sedsalên berê, pirên wan dijminatiya ola ye, ango yan tîra ye, heger tu alîgirê olekê be, tu jî dibe dijminê olek din, û ji bo wê girêdanê tu dibe qurbana nakokiyên herdû olan, ji bo rewabûna her tîrekî û sitendina tolhildanan, mafê mirovan bin pê dibe, bi erzanî xwîna wan tête rijandin, herweha ji bo heyfsitandina xwînê û serê mirovekî bi milyonan serî jê dibin, û ji bo wêneyekî bi milyaran ziyan dighêje welat û miletan, û hîn jî ji bo nivîsandin û nerîn û axaftineke rast ji mirovekî, olderên sitemkar fermana rêdanê didin ku ew di sûna Xwedê de giyanê wî mirovî bistînin, û ji bo kustina wî mirovî bi milyonan dolaran wek diyarî terxan dikin, û tevî van derew û kiryarên wan yên bê fedî hîn jî ew dibêjin, Xwedê mafê kesî wunda nake, û hebûn û nebûna me di destê Xwedayê dadmend û firisteyên wî deye.

Vana derewek li cîhanê nehistine ku nexistine nav olên xwe de, heger tu ne alîgirê ol û tîreyên wan be, çiqas tu jîr û zana be, li nik wan tu mirovekî nezan û bê nirx e û xwîna te ji wan re paqij e.

Lê qesmeriya herî mezin û balkês ew e, ku welatê me (Kurdistan) yê ku cîhê navenda cîhanê ye û bi xwezaya xwe buhisteke rengîn ne, û li vir mirov û olên pêsî hatine afirandin û damezirandin, kesekî bêhis û nezan bi riya xwe ya dirêj Quranek yan jî Incîlek di dest de ye, ji dûrbûna hezarên kîlometran tête welatê me ji bo me fêrî ola xwe bike, û ji me re bêje Xwedê û firisteyên wî kî ne, û paqijî û nepaqijî, qencî û neqencî çawane, û em ê çawa bi hevjîn û jin û keç û zarokên xwe re bidin û bistînin, û çiqas vîtamîn di bacanê sor û hejîr û seytûn û tirî de hene.

Di nerîna min de pêwîste miletê Kurd xwe dûrî van olan bike, rêzê li wan bigre, lê tevî karên alîgirên wan nebin, ji ber ku bi taybet miletê Kurd ji derew û xap û pilanên wan têr bûye, û wî baceya herî mezin di rêka wan de daye, û di nav van olên pir de hebûna xwe wunda kiriye, di dema ku miletên din di bin navên van olan de koka neteweyên xwe diparêsin, ji lewra ya herî rast û dirust û bas ew e, ku miletê Kurd pêsî û dawî ola xwe ya nû ya taybete bi wî biparêse, çunkî netewa Kurd berî hemû olan hebû û di gelek delîvan de dikarîbûn netewa xwe biparêsin.

Vêca ji bo ku miletê Kurd xwe dûrî van xewn û sîber û derewên vala bike, di ola wî ya nû de tenê heft bend û pirensîpên pîroz hene pêdivîye ew bêne parastin, yek jê xaka welat e, ango, xaka Kurdistanê ye, dudo, ezmanê Kurdistanê ye, sisê, xebatkar û pêsmerge û servanên Kurd in (Xwedayê Kurdan ne), çar, kelepûrê kurdî ye, pênc, zimanê kurdî ye, ses, ala kurdî ye û heft, sirûda kurdî ye.

Bi parastina van her heft pirensîpên heyber û razber re, ola Kurd ya nû berdar dibe, û tekez, bê vê parastinê mirovên Kurd bê netew û ol û bawerî û rûmet û nirx dimînin.

Di ola wî ya nû de ezmanê hefta û ferîsteyê mîna Cibraîl, Izrayîl, Mîkayîl, Dirdayîl, Îzazîl, semkayîl û Israfîl tune ne, û pêdiviya miletê Kurd bi susretan jî tuneye, ji ber ku berxwedana mêrxasên Kurd li dest û çiya û gund û bajar û her çar aliyên welatê wî hemû susret in, herweha di vê olê de pistî mirinê buhist û perî û dojeh û agirê wê jî tune ne, jiyana pistî mirinê jî tuneye, tenê dirusm û bingeha vê ola nû ev e, yan Kurdistan yan neman, û hemû tistên din bavêjin çeman.

Bawerê Omerî

13.09.2014

[email protected]

Bawerê Omerî

Back to top button