Operasyona li dijî Prof. Qedrî Yildirim, li dijî xebata kurdolojîyê ye

Di roja 18.11.2014an de li Unîversîteya Mêrdînê li dijî mamosteyên kurdî û serwerê wê Prof. Qedrî Yildirim operasyonek hat kirin. Xebatkarên kurdolojîyê bi gendelîyê tên îthamkirin.
Berê jî çend caran derew û bêbextî li Yildirim hatibûn kirin. Prof. Qedrî Yildirim zanayekî welatparêz û rêvebirekî zîrek e. Ev operasyona li dijî Yildirim û hevalên wî, di raya gistî ya kurdî de wek êriseka li ser xebata akademîk ya besa kurdî tê dîtin. Bivê nevê ev tê bîra meriv.
Wek tê zanîn li Unîversîteya Mêrdînê heta niha ji hezarî zêdetir mamosteyên zimanê kurdî hatine gîhandin. Ev mamoste li bendê ne ku bên tayînkirin û dest bi karê xwe bikin, lê hukumetê sozên dayî bi cî neanî û nayne. Îsal tenê 18 kes hatin tayîn kirin. Xwendekarên besa kurdî li dijî vê yekê çalakîyên protestoyê pêk anîn. Prof. Qedrî Yildirim jî bi wan re bû. Bû berdevkê wan, bang li hukumetê kir daku sozê xwe bi cî bîne.
Bê guman kesekî weha dikare bibe kelem û di çavê neyar û dilnexwazan re here.
Em bawer dikin ku operayona li dijî mamosteyên besa Kurdî û Prof. Qedrî Yildirim, li dijî xebata kurdolojîyê ye. Loma di serî de Yildirim û dersdarên kurdî di dilê welatparêzên kurd de rûspî ne, û ew ne bi tenê ne.
Haluk Öztürk
Berpirsîyarê Wesanên Roja Nû
Dengê Kurdistan