Nûçe

Panela HAK-PAR’ê a Stenbolê

Panela HAK-PAR’ê a saxê Stenbolê rojayeksema 20’ê Mijdara 2016’yan pêk hat.

Panel li ser mijara ‘DI GUHERTINÊN LI ROJHILATA NAVÎN DE, PÊSEROJA KURD û KURDISTANÊ’ hatibu amade kirin.

Di panelê de, li ser navê ENKS ( Enîya Neteweyi a Kurdên Suri) FUAD ELÎKO, derheqê ‘ avakirina mixalefeta Surîyê û paseroja Kurdan’de agadarîyên gelek bi nirx pêskêsê besdaran kir. FUAD ELIKO, di axaftina xwe de rageyand ku ew li ser navê ENKS, di gel hêzên demokratîkên Surî pêwendîyên gelek hêja birêve dibin. Her wiha FUAD ELIKO got ku:
‘ENKS, di hemu xebat û çalakîyên xwe de, pirsa çareserîya gelên Surîyê di demokrasiyek federal de pêsnîyar dike. Em cehd dikin heta ku bereyek demokratik û astîxwaz li Suriyê bihêz bibe û gelê Kurd jî, bigêje mafên xweyên demokratîk û netewî. Tirsa rejima Surîyê ewe ku ev bereya seranser a demokratîk serkeve. Lewra ew bi hemu hêz û karîna xwe ve, ji bo têkbirina vê enîya demokratik dixebite. Nahêle ku Kurd hevgirtî bibin, nahêle ku tekosîna azadî, wekhevî û demokrasîyê serketî bibe. Lê em bawerin ku pistî arambuna navçe wê Kurd jî, bibin xwedî desthilateke basu statuyeke rewa. ‘
Di panelê de, nunerê Partîya Pêsveru a Kurdên Surîye EHMED QASIM jî, li ser rewsa tevgera Kurdên Suriye sekini û got:
‘îro ew hêz û rêxistin û partîyên ku li Kurdistana Surîyê xebata sîyasî dikin, ji xeynî PYD’ê hemu bi hestên welatperwer hazirin bi hevre hevgirtinek netewî çêkin. Lê bi hîç sêweyek PYD ji bona maf û berjewendîya Kurdan naxebite. Ew bi mafê dewletên emperyal û rejima Suriyê xebatê dikin. Kantonên ber destê wan, ji xeynî terefdarên wan dijminatîya hemu kesî dikin û nahêlin Kurdên welatparêz li ser axa xwe ji bo azadî û wekhevîya Kurdan xebatê bikin. PYD, li ser peymanên Dihok û Hewlêrê nema û qulibî û berê xwe da enîya dijê mafê gelê Kurd. Ez bawerim ku dema ev alozîya rojhilata navîn biqede, wê bastir rûyê res û rûyê spî derkeve meydanê. Kurd heqê xwe ye ku qedera xwe bidestê xwe tayîn bike. Tu hêz û qewetek di vî qonaxê nu de, nikarê pêsî li azadîya Kurdistanê bigre. Ev qonax , qonaxê Kurdistanek azad e. ‘

Li ser navê Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR’ê, Latif EPÖZDEMIR jî li ser dabeskirina Kurdistanê û rewsa Kurdan sekinî. EPÖZDEMIR di axaftina xwe de wiha got:

‘Kurdistan cara yekem ji bakur ber bi basur ve bi peymana Qesra Sirin du perçe. Ev rews 325 sal dewam kir û i pasî bi peymana Lozanê Kurdistan bu çar perçe û din av her çar dewletê navçe de hate dabes kirin. Gelê Kurd hemu dema liber xwe da ku van zincîran biskêne û bigêje mafên xwe yên sereke û mîrovî. Lê hetanî îro jî, Kurdan nekarîye ku welatê xweyê parçekirî, bikin yek. Di dîroka Kurdan de, her tim hêzên nexêrxwaz û neyar hebune ku li dijê mafên netewîyên Kurda bixebitin û bibin noker û xulamên bîyanîyan. Îro êdî bi zelalî eskereye k udu xet henin. Yek ji wan xetan, xeta xêrê ye û ew yarê mafê Kurdane. Ya diduyan xeta nebixêrê ye û neyarê mafê gelê Kurde. Ew xeta neyar û nebixêr û serxwaz, di gel dujminê Kurdan hevkarîyê dike û di nav xwe de hevgirtinek pêk anîye û hevalbendîyê saz kirîye. Lê mixabin ku xeta bixêr û astîxwaz, hê nekarîye yekîtiyek netewî ava bike. Derxistina ser û alozî, teklihevî û pevçunan karek hêsane. Lê damezrandina astîyek bi rumet zehmete. Kurd li hemu parçeyek Kurdistanê doza hevrejînek dikin. Cudaxwazîyê nakin. Ew dixwazin k udi pergalek demokratîk û federal de bi cîranê xwe re bihevre bijîn. Lê, ev yek jî, dujminê Kurdan qaîl nake. Bivê nevê di rojên pês de, êdî tu tistek weka berê namese. Ew hêzên ku dixwazin li Rojhilata navîn bibin hêzên sereke, çare nîne, divê bi Kurdan re ast tevbigerin. Pirsa Kurdan çareser bikin û neyartîya Kurdan nekin. ‘

Besa uem a panelê bi pirs û bersîvan dewam kir. Pasî panel bi serketî kûta bu. Panel ji alîyê televizyona TRT KURDI û K24 ve, hate sopandin. Televizyonan li ser rojeva herêmê bi gotarvanan re hevpeyvînan çêkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button