Nûçe

Panêlek li ser rewsa Kobanê û pêseroja sîyasî ya Kurdistana Basurê Rojava hate darxistin

Husoyê Emîn
Dema Nu / Duisburg

Roja 02.11.2014 (Yeksem) ji alîyê KOMKAR NRW ‘ ê (Eyaleta Bakure Rein) , panêlek li ser ‘Peymana Dihok Rewsa Kobanê û pêsroja siyasiya Kürdistana Basûrê Rojava hate li darxistin.

Panelê bi kurte axaftinek Mistefa Katurman va dest pêkir. Birêz Katurman xêrhatina panelistan û mevanan kir û dura ji bo rêvabirina panêlê bangî moderator rojnamevan û nîvîskar Seyîdxan Kurij kir.

Gotarvanên panelê nunerê PDPKS birêz Brusk Necar û nunerê PDK-S’ê birêz Lewend Husên bûn.

Seyidxan Kurij, di destpêka panelê da li ser hinek taybetmendîyên Kurdistana Basurê Rojava dîtinîyên xwe anî ziman û got: Pistî têkçuyina Serhildana Sêx Sêîd, piranya ronakbîr , rewsenbîr û rêberên serhildanan derbasî Basurê Rojhilatê bibûn. Wek; Nuredîn Zaza, Osman Sebrî û gelekêd mayîn. Li wir di 1927’an da rêxistna Xoybûn hate damezrandin. Bedirxan Begê bingeha Rojnama Kurdîya yekem Kurdistan, Ronahi û Hawarê li vî besî avît. Ji ber van sedeman ji ruhê rewsenbîrî û netewîti li vî besî ji besên din xurttir û gestir bû!

Pistî kurte axaftina xwe, rojnamevan Kurij dor da axaftvanên Panêlê. Dibê were gotin ku; birêz Kurij panêl bi cureyekî rêzeder bi rêvabir. Wek edetî rêvabirê panelan mafê axaftinê dide panêlîstan û tene bi rêz girtina panêlistan ji bo demên axaftin û ji çarçova axaftinan derneketinê û çend xalên mayin va berpirsyar e. Lêbelê birêz Kurij bi pirsên xwe va çarçove û babet da pêsya axaftvanan. Ev cure rêvebirin bawer im ji bo piranya besdaran tistek yekem û balkês bu!

Li ser pirsa li Basure Rojava çi dibê û naha rews çewaye?

Nunerê PDPKS birêz Brûsk Necar, berê Spasyên xwe pêskês kir ku KOMKAR’ê ji bo wan civinek weha bi pêk anîye û her usa wana bi vê mecalê karibûn dîtinên xwe bi besdaran ra parve bikin û wan agahdar bikin.

Brusk Necer, bi Kurtasi dîtinên xwe weha anî Ziman:

Ez bawerim hun hemû ne durî çapemenya dunyayê ne û ew daxuyanî û biryarên dunyayê yên derheqa van erîs û tundîyên van hêzên xirab yên bi navê Musulmantîyê êrisî ge lê me dikin û serekî qirêj li dijî gelê me dimesînin da tên standin bi we hemûyan va xuyaye.

Lê ev eris nu nîne, ne destpêk e! Ev berdewamîyên pêvajoyek dîrokî ye! Sadam Husên jî, eleqa xwe bi muslimanîyê tunebû lê bi nave ayetên Quranê dij Kuradan qetliam dikir. Kemalîstan dîsa bi navê muslumanîyê kurd qirdikirin, li Dersimê qetliam dikirin, ne ji bo busurman in an na? Elewîne an na? Tenê ji bo ku Kurd bûn. Li Îranêjî her usa.

Pistî Soresa Surî, Surî bu ciyêkî bas ji bo wan nakokîyên navnetewî, taybet yê Rojhilatî, çi ji milê Siûdî Erebîstan wek Bav, an jî dêya van rêxîstinên Tunderew, çi Partîyên Îxvan Muslîmîn be, çi partîyên Wahabî, Selefî, Siudî li Xalîcê ev alîkarîya wan dikin. Milê din, çi islama ha Liberal tê naskirin, mîna Hukumeta Tirkîyê rengekî ji wana ew jî xurt dike. Ji milekî Rusya û berjewendîyê Rusya li heremê û her usa Rejîma Baas ya îro ew e destê xwe kir nav û Surîye bû meydanek ji bo pirsgirêken berê jî hebûn û yên niha jî, ji pistî soresê çêbûne jî. Ji bo me kurdan, ev hêzên îslamî di rojêkê da çênebûn. Di destpêkê da êrisî Serêkanîyê kirin xwestîn bajareki kurda bixin destê xwe. Wê demê jî gelê me, keç û xortên me, bi mêranî berxwe dan. Salekê sûnda jî pista xwe dan Samê û dewletên bo berjewendîyên xwe destê wan di nav van hêzên tund-îslamî da hene û êris anîn ser Kobanê. Gor dîtina me; ger Kobanî biketa gelek bajarên Kurdistanê jî yê pêra bikatana. Îcar bas bû û hate xuyakirinê pistî wê biryara Hukumeta Kurdistanê di bin serokatya Birêz Mesûd Barzanî, bîryar da Kobenê bi tenê nemîne. Gelek dibên di dîrokê da ev cara yekemîn e pêsmerge ji sînor derbas dibe û operasyonekê dike. Lê ez dibêm na tarix xwe vedigerîne. Cara yekem dema Komera Kurdî ya yekem, ya Mahabadê dihate avakirin, dîsa pêsmergan di bin Serokatîya Melle Mistefa Barzanîyê nemir da derbasî Mahabadê bûn û alîkarî dan Komarê û Komar parastin. Hûn hemû dîrokê dizanin, îro jî tarix xwe nû dike û em hêvîdarin emê vê carê serkevin. Sert û mercên serketinê îcar ji bo Kurdan ji demên borî daha misaîdtir û xurttir in.

Nunerê PDK-S’ê brêz Lewend Husên dîtinên xwe weha anî ziman:

Ez naxwazim tistan li gotinên birêz Brûsk zêde bikim. Lê ez dikarim vê bejim kû, problema meya yekem a kurdên Rojava, em ne yekrêz bûn. Bo wê gelek hewildan hatin dayin. Wek hûn dizanin bi taybetî hêla Serokê Herêma Kurdistanê Serok Kak Mesud Barzanî cara ewlin Desteya Bilind hate avakirin ji herdu Encumeya Kurdi. Ewjî neçû serî. Bi rastî rejîma Surî hemû mecal û tesîra xweya li ser hêzên kurdî bi kardianî ku neçe ser û têda li serjî ket! Lê ew hêvîya me heye em îar li ser bikevin. Ne tenê hatina pêsmergeyan bo pistgirîyê, usa hêvîya avakirina Kurdistanek ava bibe. Bi bawerya min li pês me firsendek avabûye kû dewletek Kurdî ava bibe. Em hêvîdar in ev pistgirî û alîkarîya herçar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava bibe bingeha destpêka avakirina Kurdistanê.

Di panêlêda babetek kû zêde dihate meraq kirinjî; di panêlek li ser bûyer û rewsa Rojava da çima nunerekî PYD tune bû?

Li ser wê pirsê; Rêvabirê Panêlê Rojnamevan Seyîdxan got: Ez zanim ku KOMKAR’ê xwestibû PYD jî besdarbe û ji bo têkilî û vexwendina PYD birêz Brûsk Necar hatibû kifs kirin. Kekê Brûsk tu dikarî me û besdaran agahdar biki ? Gelo çima ji PYD kes nehatîye ?

Nunerê PDPKS birêz Brûsk Necar got : Belê wisa ye. Ji bo têkili û vexwandina PYD ez hatibûm destnîsan kirin. Min bi berpirsyarên wanî Brukselê ra xeberda, wan jî gotin : Berpirsyarên me yên Almanya ra têkeve têkilyan. Ez jî bi braderan ra ketim têkilyê û min bi wan ra xeberda, gotin emê bên xem nîne. Pistî ku me got amadekar KOMKAR’e pasê gotin karekî me derketîye em nikarin werin!

Wisa dîyar e ku ev hevîra yê hîna gelek avê hilçine di rêça demokratîzebûnê da. Kes, rexistin û dezgeh bi pês û pas navê xwe da herfa « D »yê bi karanînê va nabine Demokrat.

Gelek sîyasetmedar û kesayetîyên nas yên kurd jî besdarî panêlê bibûn. Panêl bi atmosferek dostane û informatîk bi awayekî serketî qedya.

Dengê Kurdistan

Back to top button