Parlamentoya Brîtaniyayê minaqeseya pirsa jênosîda gelê kurd dike

Îro 28.02.2013ê dê parlamentoya Brîtaniyayê, ji bona bifermînaskirina tevkujiya gelê kurd weke jênosîda, minaqeseya pirsa jênosîda gelê kurd bike.
Dengê Azad/Hewlêr
Agahiyên ku malpera fermî a Hikumeta Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin, li dor vê civînê parlamenter Brîtaniyayê Robert Halfen weha got; ‘Eger jênosîda gelê kurd ji aliyê civaka navneteweî ve bi fermî nehête naskirin, hîngê bikujên gelê kurd nahên mehkeme kirin û nahên ceza kirin.
Parlamenter Meg Moon jî, li dor vê civînê dibêje; ‘Minaqesekirina jênosîda gelê kurd dê bandore xwe li ser bûyerên Suriyeyê hebe.’
Parlamenter Fabîan Hamlet jî pistevaniya tev partiyên siyasî yên nav parlamentoya Brîtaniyayê bo vê civîna parlamentoyê pist rast dike.
Parlamenter Jayson Mikartnîs ku, li serdema birêvebirina herêma dijîfirînê (bakurê Iraqê) efserê hêza asîmaniya Brîtaniyayê bû, li dor vê civînê dibêje; ‘Destnîsankirina civînekê li parlamentoya Brîtaniyayê ji bo minaqesekirina jênosîda gelê kurd bastirîn peyama sersaxiyê ye ji bo bîranîna 25 saliya kîmyabarana bajarê Helenceyê.’
Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê a Brîtaniyayê li dor civîna parlamentoya Brîtaniyayê li ser pirsa bi jênosîdnaskirina kîmliyabarana Helebce û enfalkirina gelê kurd, di daxuyaniyekê de got; ‘Jênosîda karesatek bû ku, xelkê Kurdistanê malwêran kir, malbatên kurd ji ber wan tawanan jihev hatin dabirîn, kur û bav bi kom hatin kustin yan jî bisaxî binaxkirin, jin û zarok jî bi gazên jehrawî hatin bombebaran kirin. Em dixwazin dostên me jî wan tawanan nas bikin û bibe peyamek ji bo wan rejîmên zordar yên ku hizra xwe di bikaranîna çekê kîmyawî de dikin.’
Nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê di dirêjahiya daxuyaniya xwe de got; ‘Vê dawiyê her du parlamentoyên Swêd û Norvejê minaqeseya jênosîda gelê kurd kir, revenda kurd li Brîtaniyayê pirs dike ‘gelo çima parlamentoya Brîtaniyayê jî wê pêmgavê naavêje?”
Weke tê zanîn di meha çileya pasîn a îsal de hikûmeta Brîtaniyayê bi nameyekê bersiva kampaniyaya komkirina îmzayên elektronî de û got ku, gelê kurd li Iraqê gelek karesat û malwêranî dîtine. Hikûmet di nameya xwe de dinivîse ku, ne karê hikûmetê ye biryar bide ka ew karesatên bi serê gelê kurd hatine jênosîda ye yan na, ew pirs pirseke yasayî ya aloze.
Meha adara sala 2012ê, bi însiyatîva parlamenterê brîtanî yê esil kurd Nazim Zehawî, li Brîtaniyayê kampaniyaya komkirina îmzayên elektronî dest pê kir û 27.600 îmza hatin komkirin û teslîmî parlamento û hikûmeta Brîtaniyayê kirin, ev civîna îro ya parlamentoya Brîtaniyayê jî li gor daxwaza wan îmza hatiye rêkxistin.
Dengê Kurdistan