Partî û sazîyên Kurd li Berlînê ser êrîsa PKK ya li hember PDK-Î, daxuyanîyek belav kirin

Em hêz, partî û sexsîyetên Kurd, yên ku li Berlîn dijîn, di roja 25.05.2015an da li ser êrîsa PKK hember PDK-Îran, ya ku 24.05.2015an da pêk hat û di encamê da pêsmergeyek sehît û sê pêsmerge jî birîndar bûn, rawestîyan. Hemû besdarên civînê, bikaranîna çekan sermezar û mehkum kir û ji bo bîr û raya Kurdîstanî daxuyanîya jêrîn belav kir.
‘Gelê Kurdîstan,
Kurdîstan, îro di rewseke dîrokorî da derbaz dibe. Pêwîstîya gelê Kurdistan, ji her carî zêdetir, bi yekitîya xwe heye. Iro, li seranserî cîhanê û li her çar perçên Kurdistanê da li ser serxwebûna Kurdistanê niqasek mezin çêdibe.
Lê mixabin di rewseke usa hessas û nazîk da, careke din Kurd hember Kurdan çekan bikar tînin. Serên birakujîyê, bi salan di mêjîyê gelê Kurdistan da cîheke pir xirab girtîye. Divê ew, careka dinê dubare nebe.
Kîjan hêz an jî partî, hember partîyeke din, çek bikar tîne, divê bê mehkum û sermezar kirinê. Divê, tu hêzeke Kurd, nebe kelem di pêsîya kar û xebata hêzên din ya Kurdîstanê da. Her weha hîç sebebek nîsan nede ku hemberê hêzeke din çekan bikar bîne; bîrûbawerî û daxwazên bi awayekî asitîyane, bi rîya dîyalogê û danûstandinê bînin ziman.
Em, hêz, partî û sexsîyetên Kurd li Berlîn dijîn, qîymeteke mezin didin, ku Parlamena Kurdistana Basûr heyetek pêkanîye û wê, li ser vê bûyerê lêkolînekê bike. Li gor encama lêkolînê, divê berpirsîyarên vê karên qîret, lêborîna xwe ji gelê Kurdistan bixwaze.’
Hîzbî Demoqrata Kurdistana Iran
Yekitî Nistîmanî Kurdistan (YNK)
Partî Demoqrata Kurdistan (PDK-Iraq)
Komelaya Hizbî Komunîst
Hîzbî Sosyalîst Demoqrat Kurdistan
Sepela Pêseroj ‘ Rêxistina Ewrupa
Encumena Nistimanîya Kurd li Surîyê – Saxê Berlîn û Rojhilata Almanya
KOMKAR-Berlîn
Komita Yarmedanî Penaberên Kurd li Elmanya
Berlîn, 25,.05.2015
Dengê Kurdistan