Nûçe

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN (HAK-PAR) LI SAXA AGIRÎ BI COSEKE MEZIN NEWROZ PÎROZKIR

21 adarê 2019 seet 7ê évarê di hewsekê da bi besdarbûneke girseyî, bi coseke mezin HAK-PAR’ê newroz pîrozkir.

Çar roj berî sahiya Newrozê li nav bajêr 4000 belavok hatin belavkiri, 100 afîs hatin dardakirin. Di vê xebatê da,di serî da serîda rêvebir û xebatkarên Hak-PARê Sultan xan, Azize xan û Lütfiye xanê di sert û mercên werzé (mevsim) ên sar da, ked û xebateke hêja kirin.Teskilata saxa Wanê jî bi besdarbûna bernamê da alîkarîya sevê kirin.

Di bernamê da Serokê saxa Agirî Ibrahim Kutlu xêrhatina mêvanan kir. Pistra Serokê Gistî Refîk Karakoç li ser girîngîya Newrozê qisekir. Karakoç waha domand; hetanî kurd ser xeta mîllî nebin yek, tu car bi sernakevin, divê dîrok ji mera bibe ders. Bernama HAK-PAR’ê bernameke mîllî ye hemû kurd dikarin têda cî bigrin.

Bi stranên hunermedê hezkirî Kurmac Bakûrî bi govend û dîlanan bernamê nêzikî 3 saetan dewamkir û bi coseke mezin dawî lê hat.

Dengê Kurdistan

Back to top button