PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA PARLEMENTOYA KURDISTANÊ KIR

Îro roja Yeksemê, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Gistî), Zana Sezen (Cîgirê Serokê Gistî û Berpirsê Pêwendiyên Derve), Pasa Akdogan (Cîgirê Serokê Gistî), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kus (Endam), Ebdullah Oflas (Endam) û Mihemed Oflas (Endam) serdana Parlementoya Kurdistanê kir.
Pistî gera di nav parlementoyê de, Cîgirê Seroka Parlementoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî pêswaziya sandeya HAK-PARê kir û agahî li ser kar û xebatên Parlementoya Kurdistanê dan û qala temsîliyeta pêkhateyên etnîkî û olî kir ku dikarin bêyî ku besdarî hilbijartinê bibin endamên xwe bisînin parlementoyê. Di aliyekî din de bal kisande ser kotaya jinan ya jor sedî 30yan û siyana PDKê ya tevlî ku dikare tenê bibe îktîdar jî lê her carê ji bo ku her kes di nav hikûmetê de cih bigire avakirina koalîsyonê.
Serokê Gistî Letîf Epozdemîr jî agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewsa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.
HAK-PARê teqezî li ser parastin û xwedî lê derketina statuya Herêma Kurdistanê kir.
Letîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de qala rewsa dengdêrên Kurd yên li Bakur kir û got, mixabin Kurdan heta niha dengên xwe nedane xwe. HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîsaneke neteweyî de kom bike.
Cîgirê Seroka Parlementoyê Hêmin Hewramî ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.
NIVSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN/ HAK-PAR
Dengê Kurdistan