Nûçe

PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA PARTIYA MILLI A TURKMEN KIR

Îro roja Çarsemê, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) ji bo danûstandinên bi partiyên parçeyên din re, bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Gistî), Pasa Akdoxan (Cîgirê Serokê Gistî), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Mahsûn Çelebî (Endam) û Ebdullah Oflas (Endam) serdana baregeha Partiya Gelê Turkmen kir.

Ser navê Partiya Gelê Turkmen, Îrfan Kerkûkî (Serokê Gistî) û Ehmed Mihemed (Cîgirê Serokê Gistî) pêswaziya sandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatan û rewsa pêkhateyan li Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Gistî Letîf Epozdemîr agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewsa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina ji bo pêkhateyên li Kurdistanê kir.

Partiya Gelê Turkmen ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.

Serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) pistî xatirxwestinê bi dawî hat.

Dengê Kurdistan

Back to top button