PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA YEKITIYA NÎSTIMANIYA KURDISTANÊ (YNK) KIR

Roja Dusemê di 10.01.2022an de, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) ji bo danûstandinên bi partiyên parçeyên din re, bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Gistî), Zana Sezen (Cîgirê Serokê Gistî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Pasa Akdoxan (Cîgirê Serokê Gistî), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kus (Endam), Mihemed Oflas (Endam), Sakir Balta (Endam) û Ebdullah Oflas (Endam) serdana baregeha Yekitiya Nîstimaniya Kurdistanê (YNK) kir.
Ser navê Yekitiya Nîstimaniya Kurdistanê (YNK), Salar Serhed Xelîfe (Endamê Serkirdayetiyê û Berpirsê Pêwendiyan), Mamosta Xalid (Endamê Ofîsa Pêwendiyan), Wirya Zengene (Endamê Pêwendiyan), Bextiyar Kawanî (Berpirsê Rêveberiya Ofîsa Siyasî) û Kek Rêbaz (Berpirsê Pêwendî û Ragihandinê) pêswaziya sandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, rewsa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kir.
Salar Serhed Xelîfe ji bo kêseya Kurdan ya li Tirkiyeyê dazwaz û hêviya çareseriya astiyane kir.
Serokê Gistî Letîf Epozdemîr agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewsa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.
Letîf Epozdemîr di berdawama axavtina xwe de bal kisande ser rewsa kêseya Kurdan li Bakur û got, dewleta Tirkiyeyê vê meseleyê wek kêseya asayîsa dibîne lê kêse neteweyî ye. Armanca me federalî ye û ji xeynî HAK-PARê tu alî daxwaza statuyekê ji Kurdan nakin.
Letîf Epozdemîr got; divê Kurdên hemû parçeyan li hember nîzama dijî Kurd ya li cîhanê bibine yek û têbikosin. Li cîhanê gelek welat hene ku nifûsa gelekî ji ya Kurdistanê kêmtir e lê ew biryarê li ser qedera Kurdan didin.
Yekitiya Nîstimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.
Serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) pistî xatirxwestinê bi dawî hat.
NIVSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN/ HAK-PAR
Dengê Kurdistan