Nûçe

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PARê) li Agirî’yê Newroz pîroz kir

HAK-PARê îro li meydaneke bajarê Agirîyê Newroz bi cos û sahî pîroz kir. Mudurîyeta Ewlekarîyê, biryar dabû ku hemû kesên 18 salî û jê piçûktir û hunermendên vexwendî bernedin meydanê. Li alîyê din, hin ciwanên apocî bi bi slogan û tesqeleyên xwe xwestin provokasyona bikin. Terefdarên HAK-PARê rê li ber xirabî û lîstikên wan girtin. Digel astengîyên dualî, ango yên dewletê û terefdarên apocî, çalakîya Newrozê bi xwesî derbas bû.

Serokê Gistî ê HAK-PARê Refîk Karakoç û rewsenbîr/siyasetvan Ibrahim Güçlü, serokê Gruba Dicle Firat Muhittin Batmanli jî besdarî sahîyê bûn. Karakoç gotarek pêskêskir. Karakoç derbarî wateya Newrozê û giringîya pîrozkirina Newrozê de axifî. Wî her weha li ser rewsa sîyasî ya heyî û hedef û daxwazên HAK-PARê qisekir. Karakoç da xuyakirin ku tenê yekîtî û hevkarîya kurdan dikare wan bigihîne armancên wan ên rasteqîn. Wek HAK-PAR dixwazin ku gelê Kurd bi xebatên bê çek, bê tesqele, bi metodên astîyane, ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û neteweyî têkosînê bikin. Karakoç got ku Partîya Maf û Azadîyan xwe amade dike ku besdarî hilbijartinên dahatû bibe, û xwest ku gelê me li Kurdistanê û li metropolên Tirkîyê alîkarîya wan bikin.

Cîgirê Serokê HAK-PARê Fehmî Atmaca jî bi axaftineke kurt, giringîya rojê, rewsa welat û xebatên HAK-PARê de qisekir.

Serokê berê ê HAK-PARê birêz Kamal Burkay jî pîroznameyek sandibû sahiya Agirî’yê. Pîrozname Burkay bi cos û dilxwesî hat pêswazîkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button