PDK-Bakur bûyera Farqînê bi daxuyaniyekî rûres kir û daxwaza lêkolînê kir

PDK-Bakur bûyera Farqînê bi daxuyaniyekî rûres kir û daxwaza lêkolînê kir
Bûyera Farqînê provokasyonekî hêzên dewletê ye, divê lê bê kolîn, rastî derkeve holê
PDK-Bakur doh daxuyaniyekî derbarê bûyera li qeza Farqînê belav kir. Di belavokê de tê ragihandin ku ev qewimîn bûyerekî ne ji nîska ve ye û muhtacî zelal kirirna gelek pirsên ne diyar e. Partî vê bûyerê wek provokasyonekî hêzên dewletê bi nav dike û daxwaz dike ku li ser bûyerê divê bi ciddî werê lêkolîn û rastî derkevin meydanê û ji raya gistî re were askere kirin. Di daxuyaniyê de ev bûyer bi provokasyonên salên nodî tê berhevdan, wekî bûyera Basê (Guclukonak) kustina cerdevanan, xirakirina Licê bûyera kustina tumgeneral Bahtiyar Aydin û bûyera kustina albay Ridwan Ozden li Mêrdînê û bi dehan qewimînên wisa.
PDK-Bakur vê qewimînê rûres dike û ji hemî aliyan dixwaze ku ev bûyer zûtirîn demê de werê zelal kirin. Bê guman berpirsiyariya sereke li ba dewletê û hukumetê ye. Lê KCK jî hewce ye derbarê vê bûyerê de agahdariyên tatmînkar rabigihîne.
Di daxuyaniyê de ev provokasyon wek pêsîlêgirtina prosesa asitiyê û sivîlizekirina tevgera Kurd tê nirxandin. Bi taybetî hêzên nîjadperest û sovenist dixwazin pêsî li doz û daxwazên mafê xwe bi xwe rêvebirinê û bi destxistina mafên kolektîf yê Kurdan tê dest nîsan kirin.
Dirêjiya daxuyaniyê ji bo tirkî û tirkîaxiva li jêr bitiqînin:
http://www.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2956
Dengê Kurdistan