Nûçe

PDK û YNKê li ser referandomê li hev kirin: Lêjneyek hevbes pêk tê

BasNews ‘ Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nistimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pêkanîna lêjneyek hevbes bo referandoma serxwebûna Kurdistanê li hev kirin.

Endamên polîtburoyên PDK û YNKê îro danê sibê bi serokatiya Serok Barzanî li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê civiyan.

Pistî civînê, li ser naveroka wê daxuyaniyeka nivîskî hat belavkirin. Di daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye sandin, hatiye gotin ku di civîna PDK û YNKê de li ser sê mijaran hatiye gotûbêjkirin: Referandoma serxwebûna Kurdistanê, mijara bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê û kirîz û kêseyên siyasî û aborî yên Kurdistanê.

Li ser referandomê hatiye gotin ku PDK û YNKê biryar dane lêjneyek hevbes pêk bînin û bi wê lêjneyê bi partiyên din yên Kurdistanê re hevdîtin bikin ji bo destnîsankirina mekanîzm û roja referandomê.

Li ser mijara bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê jî hatiye gotin, di Qanûna Esasî ya Iraqê de Kerkûk herêmeke nakokî li ser e ji ber wê jî çawa Iraq dikare alaya xwe li wir bilind dike, mafê Herêma Kurdistanê ye jî alaya Kurdistanê li wir bilind bike.

Di mijara rewsa navxwe de jî hatiye gotin ku divê di çareserkirina kêse û kirîzên siyasî û aborî de lez were kirin û hemû aliyekî di nehîstina astengiyan û kêseyan de yek helwest bin û bi hikûmeta Kurdistanê re bibin alîkar.

Dengê Kurdistan

Back to top button