Penaber hatin serdana KOMCIWANê
Rohat Geran – Berlin
Roja yeksemê, 10.11.13 demjimêr 16:00 an, komek penaberên ciwan ji bakur, rojhelat û rojavayê Kurdistanê hatin serdana KOMCIWANa Berlînê. Ev hevdîtine pêstir dema KOMCIWAN li kempa penaberan li Spandau-Berlînê amadebûyî, hatibû ragehandin. Mebest jê ew bû, li ser rewsa Kurdistanê bi gitî û taybet ya rojavayê welêt agahdar bîn û bi penaberan re bikevîn suhbetê. Hevdem bi suhbetê re, xwarin û vexwarin hatibûn berhevbkirin. Herwesa mêvan hatin daxwazkirin bo ahenga 25-mîn rojbûna KOMCIWANê li 30.11.13, ku wê li Weiße Rose Schöneberg-Berlîn bê pîrozkirin.
Hêjayî gotinê ye, rewsa Rojava û Sûrîyê, herku diçe aloztir dibe û ser niha bêtir xelk mecbûrî koçberîyê dike û yên mayîn jî li jêr derdeserî û astengîyên giran dinalin. Ji bilî rewsa Rojava herwesa rojeva Rojhelatê Kurdistan û Îranê hat munaqesekirin. Pistî hilbijartina Rohanî, xelk li benda guhertinên erênî bûn, lê îdamkirina kurdan hîna berdewam e.
Di hewayeke dilgermane û dostane de, besdar zêdetirî 2 saetan û xwerû bi Kurdî (bi zaraveyên Kurmancî, Soranî, Zazakî û Kelhurî) bi hev re axaftin, ku gelek cihê xweshalîyê bû. Ji ber hindê hêvîdar în, hevdîtinên mîna vê bên dubare kirin.
Dengê Kurdistan