Pêpelukeke nu
Dîsa Partiya me ( Partiya Maf u Azadiyan ) diçe kongrê. Kelecanek nuû dilê me tije kiriye.
Ez yek ji endamên vê partiyê, xwe wek hevalek Partiyê dibînim. Her wekî du zarokê ku bi hevra mezin bibin.
Partiya me nû avabûbû. Ez ji cara yek em di partiyekê da bûbûm desthîlatdar.
Bê tecrûbe û nenaskîrî. Partîya me ji nû ava dibû. Wek sebîyek ku nû ji dayika xwe bûbe. Dest dida kû em ji hevra bibin heval. An bi destê hev bigirn . An bi hevra bileyizin. Wek du zarûken hemsal û du zarokên kolanan.
Sal di salê de bi ketin û rabun em bi hevra mezin bûn. Me bi hevra emr derbas kir. Min xortaniya xwe derbaskir, partîya min hat ciwaniya xwe.
Partiya me bi tel û bejna xwe mezin nebû. Lê belê bi kar û kirinên xwe gelek deng da. Nêrinên nû anî pês raya gîsti. Di tekosîna neteva Kurd da gavên yek m avet. Destpêkek nû li dar xîst. Bîr û baweriyen xwe bê tirs anî ziman. Nêrinen xwe zelal zelal gihand raya gîsti. Di nav xwe da demokratîk ,ser bixwe û azad fîkîri. Li dervayê partîyê jî nerînek demoratîk da nîsandan.
Di mijara çareseriya neteva Kurd da her dem anî ziamn ku mafê Kurdan ê xwe bi xwe îdarekirinê heye.’ Û ji bo çareseriyê jî got sazimanek federal pêwîst e.Ev nêrin û daxwaz helwestek rast bû. Niha ez bala xwe didimê ku hemû Kûrd pistgirê vê daxwazê ne.
Partîya me bi vê helwestê 5 kongreyên xwe li pas hêst. Roja Yeksema 26ê’ Cotmehê da komcîvina xwe ya 6an li dar dixe. Ji bo m e û partiya me ev pêpelûkek nû ye .Dîivê komcîvinên da ji bo Serokatîya gîsti sê hevalên me namzet in. Her sê hevalên me ji hevalên bi qedir û giranbiha ne. Û ev yek ji bo partiya me jî serkeftineke mezin e. Mixabin gelek parti di komcîvinên xwe da du namzet nabinîn. Partîyek wek partîya me ku tê derfet u îmkanen wê tune ye,bes fedekarî heye. Di pêserojek kurt da derfetên menfeetê xuya nake. Lê belê ji bo serokatîya gîsti hemberî û daxazek mezin heye. Bê guman ev tist hêviyek mezin dide min. Û ez bawer im, ku pê bi pê ,wê ev hêviî di nav gelê me da jî mezin bibe.
Hemû komcîvinen vê partiye bûne sebên bûyerên nû. Me di komcivînan xwe y a yekem da vekirina komcîvine bî kurdî kir. Ev yek di çapemenîyê da bû bûyerek bal kes. Lewra ev cara yek em bû k u di kongra partiyekîê da zimanê kurdi hatibû xevbitandin. Dijberên demokrasiyê bi yek dev di gotin ev partî wê welat parçe bike.
Di komcîvinan me ya duyem da me bi aweyek fermî daxaza federalîzme kir bernama xwe. Dîsa nîjaperestan reaksîyonek mezîn li hember mel i darxistin. Gotîn ‘ Li çiftlîka Enqere sloganên Federasyonê. Pistî vê kongrê me daxaza federalîzmê li her deriî anî ziman. Jî bo vê daxaza xwe me gelek nivîs u daxuyanî anî pêsberî raya gîstî. Di hemû hilbijartinan da me propaganda federalîzmê kir. Îro ev daxaz di nav gelê me da bu wek marka ekê. Ev marka ,marka Partîya Maf û Azadî’ye. Em bi vê marka xwe serfîraz in.
Me di sîyasetê de sîddet qebul nekîr. Me demokrasîyê bi kar anî. Me bîr û rayên xwe ne vesart. Em bi askerayi lê xey derktîn. Me ser î li ber tundîye dananî. Ûem li ber menfaetê ne tewiyan.Me di bawerîya xwe da sikestin ne xar. Riya me rêyek rast bû. Em tu car jî rastîya xwe derneketin. Ev sekna me ya rast ,di civata Kurd da jî bû wek nimûneyek.
Partiya me ji zarûkatîyê hat xortaniyê. Li hember hemû nexwesînan lewaziya xwe derbas kir.Bû xwedî dest û pê. Jî bo gelê Kurd ji bû heviyek.
Sert û mercên sîyasi û civakî em hêdî hêdî mezin kirin. Lê ez bawer im ku di demek kurt da wê partiya me ji bo gelên Kurd bibe hêviya herî mezin. Komcivîna me ya 6an di ve riyê da pêpelukek nû ye û gavek mezin e. Divê em bi dîlsayî û bi kêf u esk biçin komcivîna 6an.
Ji bo gelê me û ji bo partîya me pîroz be. 21 cotmeh 2014
Abdulmenaf Kiran