Nûçe

Pêsengeha pirtûkên kurdî ya dehemîn pêk hat

Yusuf Budak

Di roja pençsema 10 ê Nîsanê 2014 an de li bajarê Viennayê bi destê KOMKAR-Avusturya pêsengeha pirtûkên kurdî hat vekirin û sê rojan ji serlêdanê re vekirî ma. Wek tê zanin KOMKAR-Avusturya li Vîennayê hersal pêsengeha pirtûkên kurdî vedike. Ev deh sal e ev çalakiya çandî wek karekî rûtîn tê domandindin. Komkar her car nivîskarên Kurd ên cuda û dostên kurdan vedixwîne. Di sê rojên çalakîyê de KOMKAR bernameyeke çandî ya dewlemend pêskes dike.

Pêsangeha pirtûkan di roja 10 an saet 19.00 an de bi helbest xwendina mamoste Ali Deniz ve destpê kir. Ali Deniz helbestên Ehmedê Xanê û Kemal Burkay xwendin. Serdar Yildiz jî bi tembûra xwe fon da helbestan. Dengbêj Serdar Yildiz pistra ji mêhvanan ra bi zimanê kurdî sitran pêskês kirin. Mêhvanan û besdaran bi çepikan dilxwesîya xwe ji Serdar û mamoste Alî ra dan dîyarkirin.

Pistra Evîn Denîz bi zimanê almanî xêrhatina mêhvanan kir û heqê axaftinê da mêhvanan.

Bi navê Pratiya keskan xanim Aygül Berivan Aslas, bi navê Komkar – Avusturya birêz Metin Can, binavê sarederîya herêma 10 an birêz Peter Florianschütz (SPÖ) û bi navê Zanîngeha Viennayê birêz Thomas Schmidinger axaftin kirin. Bi navê Nunertîya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Avusturya jî meseja spasî û serkeftinê hatibû sandin û herweha hatibû dîyarkirin ku birêz Mustafa Ramazan li Kurdistanê bû, ji ber hindê nekanî besdar be.

Hemûyan, di axaftina xwe de giranî û hêjaya vê çalakiya çandî nîsan dan. Bi teybetî li ser zimanê Kurdî û pirtûkên kurdî sekinîn û KOMKAR pîroz kirin. Daxwezîya hemûyan da derket holê ku, ew bi pêsengeha pirtûkên kurdî va kêf xwes bûne.

Rêvebira bernameyê Evîn Denîz, pistra gazî koma muzîka gruba zarokên elevîyên Vienna (AGW Saz-Gruppe) û koma muzîka Sawda Zeru kir. Wan jî mêhvanan ra bi zimanê kurdî û tirkî sitran pêskês kirin. Mêhvanan û besdaran jî bi dil û can ji wan ra çepik lêdan.

Roja 11 an birêz Kamal Sido bi zimanê Almanî gotarek pêskês kir. Sido di axaftinin xwe de li ser parastina pirçandîya Suriyê sikinî.

Pistra’ Her çûk bi zimanê xwe dixwîne’ hebû.

Bi zaravayê Zazakî Hüseyin Simsek, Dieter Mutschler û Ona Chiara jî mêhvanan ra sitran pêskês kirin û helbest xwendin. Mêhvanan û besdaran jî bi dil û can wan ra çepik lêdan.

Roja 12 an Grûba mamosteyên Kurd jî hatibû. Ji ber ku di vê pêsengaha pirtûkên kurdî de grûba mamosteyên Kurd jî bername amede kiribûn.

Bernema mamosteyên Kurd:

Mamoste Kenan Demirol li ser pêwîstîya zimanê kurdî axaftina xwe domand û daxwezên xwe ji dê û bavên zarokan ra got.

Mamoste Yusuf, Elif û zarokan bi zaravayî kurmancî helbest xwandin û mamoste Tarik jî bi tembûra xwe fon da xwendina helbestan.

Zarokan bi zaravayê kurmancî helbest xwendin û mamoste Seydo jî alikarîya zarokan kir.

Bi zaravayê Zazakî zarokan peyv xwendin û govend girtin; mamosta Naciye xanim jî alikarîya zarokan kir.

Grûba mamostan, di dawîyê de bestenî (dondurma) dan zarokan.

Dê û bavên zarokan jî bi zarokên xwe va hatibûn û wêneyên zarokan kisandin. Bi rastî rûyê hemûyan dikenîya û ji grûba mamostan ra spas kirin.

Konferensek balkês a din jî hebû. Di vê Konferensê de birêz Erkan Metin di axaftina xwe de bal kisan ser jiyana Suryanîyan. Di axaftina xwe de wiha got:’Em dizanin ku 25 hezar Suryanî li Tirkiyê dijîn. Piranîya wan navbera kurdan de dijîn. Em dixwazin bi biratî kurdan ra bijîn, lê berî hertistî divê em bawarîya xwe bi miletê Kurd bînin. Ji me hinek kes Kurdistanê jî naxwazin. ‘ Besdaran jî pirsên xwe ji wî pirsîyan û daxwezîyên xwe pêskês kirin.

Di roja duwem de filma ‘Zerê’ hat raydan.

Fîlm bi zimanê Ermenî bû û li ser keçik revandinê bû.

Roja 13 an de bi navê ‘ Helbestên bin balîf ‘ bernameyeke helbest xwandinê hebû.

Xanim Kiymet Aslan, Derya Can, Cihan Aydin, Erdal Boyoglu,

Turan Çakmak, Ahmet Dillice û Semsi Sümbültepe bi kurdî û tirkî helbest xwandin.

Besdaran jî pirsên xwe ji wan pirsîyan û daxwezîyên xwe pêskês kirin.

Konferensek balkêsê din jî li ser helbest û romanên kurdî hebû.

Ji rojava birêz Marwan Othman û ji rojhilat jî birêz Syamand Shex Axayi hebûn. Konferens bi zimanê kurdî bû. Birêz Marwan û Syamand di axaftinên xwe de bal kisandin ser Kurdistana Bakur. Gelo çima li Kurdistana Bakur Kurd piranî tirkî diaxivin? Li ser tîpên erebî û latînî jî dîtin û daxwazin xwe anîn ziman.

Pistra jî li ser pêwîstîya zimanê kurdî sekinîn. Besdaran jî pirsin xwe ji birêz Marwan û birêz Syamand pirsîyan.

Herweha roja yeksemê sanoya bi navê ‘Evina Gul û Masî’ jî hebû. Bi zimanê kurdî bû. Besdar bi wan dilsa bûn û ji bo wan çepik lêdan.

Kurdên li Viennayê, di van rojan de hatin serdanîya pêsengeha pirtûkên kudî. Li vê pêsengeha balkês de pirtûk kirîn û bi nivîskaran dan îmzakirin. KOMKAR-Avusturya jî bi mêhvanan û besdaran ra kêfxwes bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button