Pêsengeha pirtûkên kurdî ya hestemîn pêk hat

Di rojên 26 -29ê Nîsanê 2012a de li bajarê Viennayê bi destê KOMKAR-Avusturya pêsengeha pirtûkên kurdî ya hestemîn hat sazkirin. Wek ku tê zanin, li Viennayê KOMKAR-Avusturya ev hest sal e ku pêsangeha pirtûkên Kurdî li dar dixe û di dema pêsangehê de gazî nivîskarên Kurd û dostên kurdan dike ji bo ku li ser mijarên cuda semîneran bidin. Di rojên pêsangehê de bernameyeke çandî jî tê pêskeskirin.
Pêsangehê di roja 26 an saet 19.00 an de bi axaftina xanim Melek Talu ve bû. Melekê di destpêkê de bi zimanê kurdî û almanî xêrhatina mêhvanan kir û dûra gazî li koma muzîka Hozan Qamber kir. Wan ji mêhvanan ra bi zimanê kurdî sitran pêskês kirin. Mêhvanan û besdaran jî bi dil germî ji wana ra çepik lêdan.
Bi navê KOMKAR-Avusturya birêz Metin Can axaftina xwe de xêrhatina mêhvanan kir û li ser pêwîstîya zimanê kurdî sikinî. Melekê pistra heqê axaftinê da mêhvanan. Bi navê newêngera Partiya Keskan birêz Senol Akkiliç, bi navê wezaretxana çandê û perwerdeyê, berpirsiyara perwerda zimanê bîyanîyan, xanim Elfie Fleck, bi navê grûba mamosteyên Kurd birêz Kenan Demirol, bi navê rêxistina karkeran (AK) birêz Josef Wallner û bi navê Komkar EU birêz Kovan Amedî axaftin kirin.
Hemûyan, di axaftina xwe de giranî û hêjaya vê çalakiya çandî nîsan dan. Bi teybetî li ser zimanê Kurdî sekinîyan û KOMKAR pîroz kirin. Daxwazîya hemûan derket holê ku,ew bi pêsengeha pirtûkên kurdî va kêf xwes bûn.
Roja 27 an de saet 15:00 an gruba zarokên Kurd bi mamoste Yusuf Budak ra hatin serdanîya pêsengeha pirtûkên kurdî. Xudîyê pirtûkxana ‘Firat kitabevi’ birêz Ahmed û xanim Kadife sekir û ala kurdî dan zarokan. Zarok gelekî dilsa bûn û pirsên xwe ji serokê Komkar EU birêz Kovan Amedî pirsîn. Birêz Kovan jî gor pirsën zarokan li ser ala kurdî û liser pirtûkên kurdî axivîya.
Hevserokê KOMCIWAN-Almanya birêz Adir Tekîn û xanim Tülay Tuncel li ser Integrasiyonê û li ser rewsa ciwanan axafîn. Piranîya axaftina wan li ser hînbûna ziman û perwerdeyê bû. Besdaran jî pirsên xwe ji wan pirsîyan û dilsa bûn.
Roja 28 an de birêz Yilmaz Çamlibel û xanim Necla Morsünbül axaftinên xwe li ser pirtûka xwe ya bi navê ‘Aryan’ kirin. Aryan navê kurê wan e. Wan wakû malbatek Kurd li ser kurê (lawê) xwe pirtûkek nivîsîne ku di wê de serpêhatî, kêse û tecrubeyên zarok mezinkirinê hatine vegotin. Wan axaftinên xwe bi du zimanan (tirki û kurdî ) domandin. Nivîskarên pirtûkê, dê û bavê Aryan, dawîyê da jî bersîvên pirsên gudaran dan û pirtûkên xwe îmze kirin.
Di berdewamiya rojê de bi navê ‘Zagona bingehîya nû’ konferensek balkês hebû. Di vê konferensê de Doc.Dr.Bekir Berat Özipek, Doc.Dr.Vahap Coskun û bi navê HAK-PAR ê parêzger Hasan Dagtekin hebûn. Birêz Bekîr Berat Özdemir, birêz Vahap Coskun û birêz Hasan Dagtekin di axaftinin xwe de bal kisandin ser giringiya zimanê zikmakî (kurdî) û pêwîstya ku ew di zagona bingehîya nû de cî bigire. Piranî li ser rewsa partîyên legal sekinîn û wiha gotin: ‘Piranîya kurdan naxwezin serbexoyî yê; lê atonomiyekefireh û federasyon jî mafê gelê Kurd e.’ Guhdaran jî pirsên xwe ji wan pirsîyan û daxwaziyên xwe pêskês kirin.
Roja 29 an de Fîlima girtîxana’ No 5 Diyarbakir’hebû. Besdaran li fîlimê mêze kirin û pirsên xwe ji rejisör Çayan Demirel pirsîn. Birêz Çayan jî axaftina xwe li ser rawsa fîlimê domand û bersîv da pirsên besdaran.
Dû re mêhvanên hêja birêz Hüseyin Simsek û xanim Seher Çakir li ser rewsa pirtûkên xwe axafîn û besdaran ra hin helbest bi almanî, tirkî û bi kurdî -zaravayê zazakî xwendin. Guhdaran jî pirsên xwe ji wan pirsîyan.
Kurdên li Viennayê,di van rojan de hatin serdanîya pêsengeha pirtûkên kudî. Li vê pêsengeha balkês de pirtûk kirîn û bi nivîskaran dan îmzakirin. KOMKAR-Avusturya jî bi mêhvanan û guhdaran ra kêfxwes bû.
Yusuf Budak
Dengê Kurdistan