Pêsengeha pirtûkên kurdî ya yanzdehemîn pêk hat

Yusuf Budak
Wek tê zanîn KOMKAR-Avusturya li Viennayê hersal pêsengeha pirtûkên kurdî vedike. Ev yazdeh sale ku,ev çalakiya çandî wek karekî rûtîn tê domandin. Komkar tim nivîskarên kurd tên cuda û dostên kurdan vedixwîne.
Di roja pênçsema 26 ê Adarê 2015 an de li bajarê Viennayê bi destê Komkar-Avusturya pêsengeha pirtûkên kurdî hat vekirin û çar rojan ji serlêdanê re vekirî ma.
Destpêka bernamê de, rêvebira bernameyê Evîn Denîz bi zimanê Almanî xêrhattina mêhvanan û besdaran kir û gazî gruba muzikê ya Hasan Öksüz kir. Öksüz ji mêhvanan ra bi zimanê kurdî sitranên kurdî pêskês kir. Mêhvanan û besdaran jî bi çepikan dilxwesîya xwe ji gruba Hasan Öksüz ra dan dîyarkirin.
Pistra Evîn Denîz bi zimanê Almanî heqê axaftinê da mêhvanan. Bi navê Komkar-Avusturya birêz Metin Can,bi navê parlementoya netewî ya keskan xanim Aygül Berivan Aslan (GRÜNE) ,bi navê sarederîya herêma 10 an birêz Peter Florianschutz (SPÖ) û bi navê endamê civata saredariyê Aziz Mîran (SPÖ) axaftin kirin.
Wan hemûyan di axaftina xwe de giranî û hêjaya xebatên çandî nîsandan. Bi teybetî di civakan de pêwistîya pirtûkan anîn ziman û domandina pêsengeha pirtûkên kurdî ji Komkarê xwastin.
Pistra Ali Deniz helbestên kurdî xwend. Dengbêj Hasan Öksüz jî bi tembûra xwe fon da helbestan. Mêhvanan û besdaran bi çepikan dilxwesîya xwe ji Hasan û Ali ra dan diyarkirin.
KOMKARê xwarin amade kiribûn. Mêhvanan xwarin bi hevra xwarin û galegal kirn.
Roja 27 an birêz Riza Algül li ser Ol û Tundî’ gotarek pêskês kir. Nivîskar Riza Algül axaftina xwe de piranî bal kisan ser derka (ferq) navbera olan . Besa pirsan de besdaran pirsên xwe ji wî pirsîn.
Roja 28 an gruba zarokên Kurd hebûn. Mamoste Kenan Demirol axaftina xwe de xêrhatina dê û bavên zarokan kir . Pistra henekên xwe bi zarokan kir û zarok bi wî ra kenîyan û dilsa bûn.
Mamoste Ali Deniz helbestên kurdî xwendin û mamoste Tarik Kav û dengbêj Serdar Yildiz jî bi tembûrên xwe fon dan helbestan. Pistra du komên zarokan bi zaravayê Zazakî û Kurmancî lîstin. Zarok jî hemû bi wan kenîn.
Babata ‘ Federasyon ,helbijartin û nakokî .’
Birêz Metin Can xêrhattina mêhvanan û besdaran kir û weha got ku Durusma çalakîyê ya
îsal Federasyon e, û babet helbijartin e. Wî derbarî çareserîya pirsa azadîya gelê Kurd axifî.
Pistra, Can bi zimanê tirkî heqê axaftinê da mêhvanan. Bi navê Hak-Par-ê birêz Fehmi DEMIR, binavê HDP-ê birêz Altan Tan, bi navê AKP-ê birêz Abdurrahman Kurt axaftin kirin.
Sîyasetmedarin Kurd derbarî çekrawestandinê de ji hevdu nêz wiha gotin: ‘Pevçûnên çekdarî zerarê didin gelê Kurd. Em ji hevdû nêz pir tistan dixwazin, li belê nayên ba hevûdu.’
Di pirsa çaraserîyê daxwaza cûda daxawaza wakhevîyê (Federasyon ) ya DEMIR bû . Birêz Femi Demir bi teybeti daxwaza sîstema federal pêsniyar kir. Besa pirsan de besdaran pirsên xwe ji wan pirsîn.
Roja 29 an birêz Hüseyin Simsek li ser babata’ komelên biyanîyan’ gotarek pêskês kir. Nivîskar Hüseyin Simsek axaftina xwe de piranî li ser pirtûka xwe sekinî. Besa pirsan de besdaran pirsên xwe ji wî pirsîn.
Helbestvana Kurd xanim Sema Güler’ helbestên’ xwe bo besdaran xwend. Besa pirsan de besdaran pirsên xwe ji xanim Sema Güler pirsîn. Besdar bi xanim Sema dilsa bûn û çepik lêdan.
Herwiha gelek kurdên Viennayê di van çar rojan de saet 11.00 heya 21.30 sevê hatin serdanîya pêsengeha pirtûkên kurdî.
Cîyê pêsengeha pirtûkên kurdî bi wêneyê Hasan Aslan û destkarîya Kiymet Aslan hatibû neqisandin.
Li vê pêsengeha balkês de pirtûk kirîn û bi nivîskaran dan îmzakirin. KOMKAR-Avusturya jî bi serdanîya mêhvanan dilsa bû.
Dengê Kurdistan