Nivîsar

Pêseroja Gelê Kurd vekirî ye…

Salihê Omerî
Divê gelê Kurd li herçarperçê Kurdistanê, bi teybetî jî partî û rêxisinên Kurdan ji vê pêvajoyê û jî guhertinên li cîhanê û li herêma rojhilatanavîn ku têne kirin sûdê-feyîdê jê bibînin. Ji ber ku her ji set salî li cîhanê û bi teybetî jî tixûbên cîhanê xwe diguher e. ji ber vê jî divê Kurd jî li gorî vê guhertinê û vê pêvajoyê feyîdê bikin.

Çawa meriv feyîdê di vê pêvajoyê de bi dest xîne? Dixwazim çend daxwazîya bikim û ji we xwendevanên hêja û delal re pêskês bikim.

Yek, divê li herçarperçên Kurdistanê ku dewletên Kurdistan di navxwede, perçe perçe kirine, partî û rêxistinên Kurdan enîyeke netewî û karên hevkar hebin di nav wande, bi wî gelê serdestre komeleyên wanî karkeran, sendîqeyan, mamosteyan yên demoqrat û rêxistinên wanî demoqratîk, komeleyên mafê mirovan têkilîyên gelek bas û heta ku hevkarîyek, heta enîyek li himberî zordestîya ser bîr û bawerîyên fikrî û asîtîyane û demoqratîk çêbibe.

Dudi, di nava gelê Kurde komcivînek netewî ya gelê Kurd çêbibe, îdara wê û serkirdayake wê hebe, butça wê hebe, meclisa hebe, li welatên cîhanê de buroyên xwe ye temsîla wê komcivînê he.

Sisê, divê ku gelê Kurd serê hevnekin û bi teybetî jî partî û rêxistinên me Kurdan, nakokîyên ku çêbûn di nava me Kurdan de di rîya danûstandina de, dîyalok û bi hawayeke demoqratîk û asîtyane bêye çareser kirin û li hev bikin.

Çar, biçûk mezin rêxistinên Kurdan heta komele û dezgehên ku hene yên hemû di nav hevkarîyeke weha de cîhê xwe bigrin.

Pênc, hêvîdarim ku komcivîna li Hevlêra paytexta basûrê kurdistanê çêdibe, hem zûtirîn û hemjî hemû rêxistin û rêxerawên Kurdan yên herçarperçan himbêzî nav xwe bike, mecliseke netewîya gelê Kurd ya li herçarperçan pêkbîne.

Ses, li hersî perçên dinê Kurdistanê weke siklê iraqa federal bêne daxwazkirin, li ser hiqûqê weke hevdesthiledarî bê çêkirin.

Heft, divê ku em Kurd dijetîya hev nekin, weke çawa mileteke azadkirî li ser xaka xwe, û pir partî bin, hinik, yan jî partîyek di desthiledarîyê de be, partîyên mixalif jî dibînin ku partîya desthiledarî kêmasîya dike, divê ku partîyên mixalif jî rûçikên wê zelal bikin, nego ser û pevçûna bikin.

Heyîst, divê ku partîyên Kurdan jî weha bin, ser û pevçûn gotinên ne li rê ku meriv pê biêse ji hevre neke. Di rîya dan û standinan de û bi hawayeke demoqratîk û bi rîyê asîtyane li hev bike. Heger weha nebe, ew partî û ew rêxistin, komele û dezgeh ji dêvla ku feyîdê bide doza gelê xwe, wê zirarê bide doza gelê xwe.

Ev xalên ku li jorê hatine pêskêskirin, ez bawerim ku wê gelê Kurd li hersî perçên dinê bighê mafên xweye rawaya bidest xînnin. Li hersî perçên dinê weke basûrê Kurdiastanê nêzîk ne dûr wê gelê Kurd bighê heqê xweye netewî û mirovatîyê. Bav û kalên me gotinek gelek xwe gotine, ‘ tifaq, tifaq, serkeftin û azadî di tifaqêre derbasî azadîyê dibe’ hemû hes jî dikare ji meriv re serî nizm bike, ku tifaqa meriv hebe…

Ev salek zêdeye ku qala komcivînek netewî ya Kurd têye kirin, wê çêbibe?. Ev komcivîn jî dibêjin, wê li basûrê Kurdistanê bi serokatîya serokê herêma Kurdistan kek Mesûd Barzanî ve bêye li darxistin. Û tê gotin, ku ji herçarperçên Kurdistanê ji hemû partî û rêxistinên Kurdan wê bêye sazkirin.

Ev daxwazîya hana ez ne sas bibim berî sala 1990î de çend partîyên me weke PSK, HDK-Î, PPKS û YNK komcivînek netewî pêk bê, lê bi çend civîn û sêwrûmisêwran li ser kaxezê ma û kete nava dîrokê. Yanê ev plan û projaya komcivîna netewî ya gelê Kurd ne ji ana de li ser hatîye axaftin û gotin.

Lê mixabin heta ana ev komcivînek weha ku ji bo gelê Kurd û Kurdistanê gelek pêwîst û girînge, divabûya ku ji zûde ev plan û projeya komcivîna-kongra netewî ya gelê Kurd pêk bihatina. Lê bêguman astengên li himberî vê projeya netewî gele kin…

Yek, jê dagirkerên Kurdistanê bi xwe nin.
Dudi, jî ya herî girîng û ku meriv ji hev sardike jî em Kurd bixwe nin, xwedê giravî ku ji bo Kurdistan azad bibe,’ lê hinik kes hene ku ne bi xwe nin’ weke sîyaseta dagirkeran dikin, dibin asteng û demê derbas dikin.

Ana ez bi xwe weke sexs difikirim, sika min ji wan astengîyan heye û dikarin gelek fêle û fêlbazîya bikin, wesîfa dakirkeran ew e, ku pêkbînin, hêvîdar im ku ez sas derkevim, hêvîdar im ku hisêwan jî hatibe serê wan, li têla xweye berê nedin, aqilên wan hatibe serê wan’apoya’ an… ‘Divê ku meriv ne kustîyê xelkê be’, ‘divê ku meriv hemalê welatê xwe û gelê xwe be, herî bi sereftir û birûmetir e’…

Balkêş e ?
Close
Back to top button