Nivîsar

PÊSGOTIN

Xwendevanên delal, cara ewil min helbestên Nazim Hîkmet’ê cem tornê meta bavê xwe, Abdulkadîr Sari da dîtîbû. Wî wê demê de di zanîngeha Stembol’ê, fakulta dadê de dixwend.Di sala 1970 de ev havînê ji Stembol’ê hatibû gund û çend pirtûk jî ji bona xwendinê tev xwe anîbû. Ji wan pirtûkan yek jî ya helbestên Nazim Hîkmet’ê bû. Navê wê kitabê jî ‘ helbestên Nazim’ê yên bijarte ‘ bû. Ev pirtûk gelek jî qalin bû. Ji ber ku dema çapkirinê de ji ber xetayekî teknîkê gelek rûpelên wî ducar serhev de hatibûn çêkirinê. Lewra wî ji ev rûpelên ku ducar hatibûn çapkirinê yekî ji wan bi hostatî qîs kir û dan min ku ez wan bixwînim.Qasî ku di bîra min de mane, divêm ew nêzikê çil rûpel bûn. Min ev rûpelên helbestan bi gora naveroka wan dan serhev û da dayikê xwe û wê jî ev durand, bû fena pitûkekî bejn zirav ya helbestên Nazim Hîkmet’ê. Pistî ev bûyerê min ev helbestên Nazim Hîkmet’ê xwendin û di derheqa wî de bûm xwedîyê hinekî zanînan.

Payizê dema dibîstan vebûn min ev helbest xistîbûn nava cêba cakêta xwe û ez wusa nav sûka Depe yê de digerîyam ku fena ser min de sesagirekî hebe. Di wê waxtê de bi helbestên Nazim Hîkmet’ê va di nava sûka qezayê Depe yê de gerîn karekî hêsan nebû. Ji ber ku di wê demê li Tirkîyê da xwendina helbestên Nazim Hîkmet’ê qedexe bûn û ev jî fena xayinê welat dihat dîtinê. Lê ez wê çaxê hîna teze ketibûm sanzdeh salîya xwe û tirs û xof çibûn min û hevalên xwe nedizanîyan. Me xwe soresger û çepgîr dihesiband, dijî zilma dewletê berxwedida. Bi kurtî wan kîjan kitêb qedexe bikirana, me jî bi înat ev dikirî û dixwend. Jixwe min havînê ev helbest hemî ezber kirîbû û çîya û gelîyê gundê Sarcanê de bi dengekî bilind va dixwend. Di wê demê de Tirkîya me kêm bû û memostayên me timî em temî dikirin, digotin; çi nivîs bikeve nav destên we wana bi dengekî bilind va bixwînin, fena ku hezaran kes guhdarîya we dike. Me jî wusa dikir ku Tirkîya xwe pêsva bibin.

Rojekî min dibîstanê de ji wan helbestan hinekî ji hevalekî xwe re xwend. Ev gelekî pê sa bû û got; te ev helbest ji ku anî, ezê memosteyê edebîyatê re bibêjim bira sûna dersa van mefaûlen, mestafûlen da wana ji me ra bide xwendinê. Memosteyê me yê edebîyatê jî di wê waxtê da yekî hevalbendên gurên gewr bû.Ez jî jixwe tistê weha digerîyam, min dengê xwe nekir. Lê ez pêhesîm ku ev hevalê min derheqa serborîya Nazim Hîkmet’ê da tistekî nizane. Min bi xwe zanîbû ev hepsê da maye, soresgere lê xên jî van tistan haya min jî ji tistekî din nebû. Em wê çaxê di pola, sinifa yekê ya lîseyê da sagirt bûn. Di rojekî em wane di sinifa xwe da rûnistine û li ser ev gotinên me yên jorîn jî gelekî waxt derbaz bûye.Memosteyê edebîyatê ket hundirê dersxanê, silav da me û çû ser masayê xwe da rûnist. Îcar ev hevalê min tilîya xwe bilind kir û mafê axaftinê xwast. Memoste jî jêre got keremke. Hevalê min wusa qise kir: Memostayê min ev helbestên Nazim Hîkmet’ê çiqas xwes û rehat tên xwendinê, hûn çira me fêrî wan nakin, diçin ev helbestên kevn û mefaûlen, mestefûlen didin xwendinê? Wele we em kustin bi wan mefaûlan, nabe em ev roj sunda helbestên Nazim Hîkmet’ê bixînin? Memoste jî bawer nedikir ku kesekî di rojekî ji wî re tistê weha bipirse. Bûbû gêj, sûreta wî bûbû sor, nedizanî ji hêrsan çi bike, li min dinêrî û digot: Nazim Hîkmet xayinê welatê me ye û hemwelatîya Tirkîyê hatîye avitin, wî navê xwe jî guherandîye bûye Nazim Hîkmet Ran. Di wê gavê de ji sinifê me dengekî xurt derket, her yekî ji me dijî ev gotinên memosteyê diqêrîyan û memoste tirsîya nedizanî çi bikira. Memoste jî pê hesîya ku tengasîyêdaye wusa qise kir: zarokno werin em vê meseleyê li vir bihêlin û careka din naxwazim gotinên hanê bibihîzim. Em jî dû wê bûyerê ji memosteyê edebîyatê hêrs ketin û me helbestên Nazim Hîkmet’ê bi dengekî bilind va eskera dixwend di dibîstana lîse yê qezayê Depe yê da.

Min cara ewil di 16.05.1993 de li bajarê Bremen’ê Elemanya Federal de helbestekî Nazim Hîkmet’ê wergerandîbû ser zimanê Elemanî û di kovara Stîmme yê da wesandîbû. Di wê demê de hîn heval û nasên min bi ev karê min sa bibûn û dixwastin ez li ser karê henê nerawestim. Di heman waxtê de li Tirkîyê hîn sîyasetmedar û xwedêgiravî rewsenbîr êrîs dibirin ser zimanê kurdî û digotin: Kurdî ne zimanê edebîyatêye, zimanê koçerane, belengaz û neçare, bi vê zimanê bêje nayê çêkirin felan û bêban. Ez jî dijî ev gotinên pûç û beradayî gelekî hêrs ketim û min xwast bi wergera çend helbestên Nazim Hîkmet bersîva wan nezanan bidim ku, ev him li Tirkîyê û him jî li dinyayê de weka helbestvanekî mezin ya qurna bîstan tê nasîn.Lewra min hîn helbestên Nazim Hîkmet’ê wergerandin ser zazakî û kurmancîyê û ev di rojnama Azadîyê de wesandin û ev karê min gelekî waxt ajot.Min sî helbestên wî bi zazakî û çilûçar jî bi kurmancî wergerandine. Dixwazim ev wergera xwe biwesînim. Temaya helbestên vê pirtûkê jî; parastina xwezayî yê, êsên jîyana xerîbîyê, hesreta welat, evîndarî, berxwedan dijî ser û zulmê, tekosîn jî bona azadî û wekhevîyê ne.

Xwendevanên helal, vê carê jî ji we ra ev pêsgotina pirtûkê ku hîna nehatîye çapkirinê nesir dikim. Heyanê careka dinê bimînin nav asitî û aramîyê de!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button