Nûçe

Pêsmerge derbasî nav Singalê bû

Singal (Rûdaw)- Fermandarekî Hêzên Pêsmerge ji Rûdawê re ragihand ku, Hêzên Pêsmerge derbasî nav Singalê bûn.

Berpirsê Saxê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Singalê, Seîd Singalî ji Rûdawê re ragihand ku hêzeke Pêsmerge gihistiye navçeya Singalê.

Wî berpirsê PDKê da zanîn ku, niha Hêzên Pêsmerge mijûlî gerîn û pûçkirina bombe û mayîna ye.

Singalî wiha got: ‘Niha ti serê giran li wir nemaye û îro Hêzên Pêsmerge dê mizgîniya serkeftinê rabighîne.’

Berpirsê Eniya Dîcle ya Hêzên Pêsmerge Zeîm Elî derbarê girtina navçeya Singalê ji Rûdawê re ragihand: ‘Hêzek derbasî nav navçeya Singalê bûye û niha hêzeke din di rê de ye bo wê navçeyê.’

Herwiha jêderekî Hêzên Pêsmerge li eniya Dîclê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAISê bi kom direvin.

Operasyon di bin rêveberiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe.

Dengê Kurdistan

Back to top button