Nûçe
Pêwendî û hevkarîyeke birayane di navbera HAK-PAR û ENKS de

Di 02.06.2017′ an de li bajarê Dortmund xwepêsandana ENKS ji bo komkujiya Kobanê, karesata PYD li Amûdê û karesata Efrînê pêk hat.
Serokê ENKS Berêz Ibrahîm Bro, berpirsiyarê ENKS yê Ewropa berêz Rêzan Sêxmus û gelek kesên di axaftin kirin. Serokê Gistî yê Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa Fettah Timar jî di ser navê HEVKARI axaftinek kir.
Di 03.06.2017 an da jî berêz Ibrahîm Bro û berêz Rêzan Sêxmûs merkeza Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa ziyaret kirin. Serokê Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa Fettah Timar û Ehmed Çamlibêl pêswaziya mêvanan kirin û danûstandineke kêrhatî çêbû. Herdu aliyan jî pêwistiya diyalog û tevxebatê anîn ser ziman.
Buroya Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa
Bottrop
Dengê Kurdistan