Nûçe

Peyama Bîranina Dr.Qasimlo

Dr. Abdurahman Qasimlo di salvegera 33. wefata wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dr. Abdurrahman Qasimlo di Sala 1930 li Urmiyê ji dayîk bûye. Qasimlo yek ji aktorên herî girîng ên tevgera Kurd li Îranê bû.

Jiyana xwe terxan kir ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd. Qasimlo di sala 1973’an de ji bo serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate hilbijartin.

Dr. Qasimlo di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Viyanayê ji aliyê ajanên rejîma melayên pasverû ya Îranê ve hat qetilkirin.

Lîderê KDPI Qasimlo ku li Îranê bi dirûsemeya otonomiyê ji bo Kurdistanê têdikose, ji bo çareseriya astiyane ya pirsgirêkê û danûstendina bi rejîma Îranê re ketiye nav hewldanên mezin.

Dîsa di 13 ‘ê Tîrmeha 1989’an de li cihê civînê ku çûbû danûstandina bi hevalên xwe Abdullah Qadirî û Fazil Resûl re ji aliyê ajanên rejîma Îranê ve ket kemînê û hate qetilkirin.

Ev kiryara terorê li Viyanayê, li naverasta Ewropayê pêk hat. Hikumeta Awûstûryayê hesasiyeta pêwîst a li hemberî vê kiryara terorîstî ya li paytexta wê pêk hat, nîsan neda. Bûyer bi temamî nehate ronîkirin, berpirsyar nehatin darizandin ne jî hatin cezakirin.

Hikûmeta Awûstûryayê, ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re li ber çavan girt, çavê xwe ji nixumandina kustina bi xwîn a Rêberê Gelê Kurd ê hêja û kadroyên hêja YÊN KDPI re girt.

Qasimlo di 20 ‘ ê Tîrmehê de li Goristana Pere Lachaise ya Sehîdên Soresê yên Parîsê hat vesartin .
Em weke Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR di 33. salvegera vê kustina kirêt de em careke din rejîma îranê ya kevnbuyi, terorîst a sikestî sermezar dikin û Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin. 13 Tîrmeh 2022

Partîya Maf û Azadîyan
HAK-PAR Nivîsgeha Çapemênî

==========

Dr. Abdurahman Qasimlo’yu ölümünün 33. yildönümünde saygiyla aniyoruz

1930 yilinda Urmiyede dogan Dr. Abdurman Qasimlo, Iran da Kürt hareketinin en önemli aktörlerindendi.

Ömrünü Kürt halkinin mesru haklarinin elde edilmesi mücadelesine adayan Qasimlo, 1973 yilinda Iran Kürdistan Demokrat Partisi liderligine seçildi.
Dr. Qasimlo 13 Temmuz 1989 yilinda Iran’in gerici, çagdisi molla rejiminin ajanlari tarafindan Viyanada öldürüldü.

Iran’da Kürdistan’a otonomi siariyla mücadele yürüten IKDP lideri Qasimlo, soruna barisçil yollarla çözüm bulmak ve Iran rejimi ile müzakere etmek için çok çaba harcamisti.

Yine, 13 Temmuz 1989 tarihinde, arkadaslari Abdullah Qadiri ve Fazil Resul ile müzakere için gittigi bulusma yerinde, Iran rejiminin ajanlari tarafindan pusuya düsürülerek katledildiler.

Bu terör eylemi Avrupanin ortasinda, Viyana da gerçeklesmisti. Avusturya hükümeti baskentinde meydana gelen bu terör eylemine gerekli duyarliligi göstermedi. Olay tüm yönleriyle aydinlatilmadi, gerçek sorumlular yargilanmadi, cezalandirilmadi.

Avusturya hükümeti Iran ile iliskilerini gözeterek Kürt halkinin seçkin liderine ve degerli IKDP kadrolarina yönenlik kanli suikastin örtbas edilmesine göz yumdu.
Qasimlo 20 Temmuz da Paris’te Pere Lachaise Devrim Sehitleri Mezarligi’nda topraga verildi.

Hak ve Özgürlükler Partisi HAK-PAR olarak bu çirkin suikastin 33. yildönümünde, Iran’in çagdisi, terörist mola rejimini bir kez daha lanetliyor, Qasimlo va arkadaslarini saygiyla aniyoruz.

13 Temmuz 2022

Hak ve Özgürlükler Partisi
HAK-PAR Basin Bürosu

Dengê Kurdistan

Back to top button