Peyama Serokê KOMKAR Rohat Geran ser wefata Ebdilhemîd Derwîs

Ji bo koça dawi ya Sekreterê Partiya Pêsverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîs, Serokê KOMKAR Rohat Geran, peyameke serxwesiyê ji malbat, hevxebat û hogirên wî ra birêkir.
Nûçeya koça dawî ya Sekreterê Partiya Pêsverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîs, gihîst me û em gelek xemgîn kirin.
Kek Hemîd, yek ji kevintirîn siyasetvanên Rojavaya Kurdistanê bû û yek ji damezrenê yekem Partiya Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1957 de bû. Ev sagirtê Mamosta Osman Sebrî, Mamosta Cîgerxwîn bû û heta roja dawî jî, ji bo tevgera rizgarîya gelê Kurdistanê kar kir.
Kek Hemîd, dost û hevalêke hêja ya KOMKARê bû. Ewbi çendin cara besdarê çalakî û civînên me bûbû. Her usa ew, bi dehan hevalên mê jî, di mala xwe da hewirand. Keda wî û hevjîyana wî xwîska Leyla, tu carnayê ji bîrkirin.
Ez bi navê hemû endam û alîgirên KOMKARê, malbat û hogirên wî serxwesîyê dixwazim. Serê we û netewa Kurd sax be. Cîhê te bihûst be, Kek Hemîd. Tu yê tim û tim di dilê me da bijî!.
Rohat Geran
Serokê KOMKAR
Dengê Kurdistan