Nûçe
Peyama sersaxiyê ya Serokê Gistî yê HAK-PARê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî

Rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Basûr
Di gel rêz û silavên min Me bi xemgînî bihîst ku xwiska we a qedir bilind Eqlîma Xan çûye ser dilovanîya xwe. Ez bi navê Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR xemgînî û sîna we parve dikim. Serê we û serê malbatê û miletê Kurd sax be.Cîh û mekanê Eqlîme Xan behest be, xwedayê mezin texsiratên wê bibexsîne. Rûhsad be. Em ji cenabê we re sebir û metanetê dixwazin.
6.12.2016
Refik KARAKOÇ
Serokê Gistî yê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan