Nivîsar

Piroje û xefka qupikê

Pistî serê cîhanê yê yekê bi ses salan, Qedûr Beg yê ku bi netewa xwe Kurd bû û ji rûnistvanê bajarê Mêrdînê bû, konê xwe li binya bajarê Nisêbînê vedide û dibe rûnistvan û damezerê pêsî di bajarê Qamisloka evînê de, û bi alîkariya karker û hosteyên Omeriyan vî bajarî avadikin, Firensiyan jî bo wargeha xwe ya leskerî qijlak lê avakirin, pasê hinek Cihû û Filehên Sûryan, Erman, û vê dawiyê hejmarek ji Asûr û Kildan û Nestûrî û Ereban jî bûn nisteciyên vî bajarî.

Servanên Kurd û çend kesek ji Ereban li vê Sûriyeya ku navê wê nû hatibû ragihandin serê dagirkerên Firensiyan dikirin, lê pirê Sûryan, Ermen, Nestûrî, Filehên Rom, Asûr û Kildan hevalbendên Firensiyan bûn, û li Kurdistanê belengazên Cihûyan didan xuyakirin ku ne bi herdû aliya re bûn.

Pistî partiya Elba,is li Sûriyeyê desthilatdarî xiste destê xwe de, ji sedî not û heyst ji Sûryan, Ermen, Nestûrî, Asûr, Kildan û Filehên Rom berî Ereban bûne endamê vê partiyê.

Cihê daxê ye ku hejmareke pir ji van pêkhatiyên bi hejmara xwe hindikin, yên ku bav û bapîrên me Kurdan pistî fermanê ew parastin û di gund û bajarên xwe de ji sitemkariya Tirk û Osmaniyan bi dûr dixistin, îro bi hemû hêza xwe di rêka vê desthilatdaiya ba,isî de serê miletê Kurd dikin, û di ragihandina recîmê de jî serê dewleta Isra,îl û ola Cihûyan dikirin,.

Li Bajarê Qamislê tar û bazara Cihûyan hebûn, ji bo Kurdan kirîna firaxekî, dermanekî, xwarinekê, sîraniyekê, hirî, genim, ceh, nîsk û nok…ûhd ji dikanên Cihû, Ereb, Sûryan, Ermen û Asûriyan tucarî ne kêse bû, rûnistvanên Kurd bê gir û kîn firaxên xwe ji firosgehên wan dikirîn, lê tenê besek mezin ji Sûryan, Eremen, Asûr, Nestûrî û Kildanan ji dikanên Kurdan nedikirîn, tenê biraderên Cihû bê pirs firaxên xwe ji cem Kurdan dikirîn.

Cihûyên Kurdistanê û bi taybet yên li Qamislê, hemû bi zimanê kurdî yê sîrîn diaxiftin, û li stran û narîna kurdî jî guhdarî dikirin, bi rastî cira wan gelekî xwes bû, di dibistanê de jî çar hevalên min hebûn, gelekî birêz bûn, û kesên bêtir di nav warnîsînên Qamislokê de bi nav û deng bûn, firoskar apê Izra û apê Xelef bûn.

Di cejnên wan û yên Filehan û Misilmanan de jî, ez û çend hevalên xwe yên Kurd nediçûn dibistanê, pistî em dihatin dibistanê, mamosteyên me ji me dipirsîn:’ Ka ji me re bêjin! Ola we çî ye?’

-Mane cejn e, û hevalê me nehatine dibistanê, em jî bi wan re cejinê pîroz dikin û em bi wan re hevkar in.

-Hûn Cihû ne yan Fileh in, yan jî hûn Misilman in.

– Em her sê ne.

Mamosteyên me dikeniyan û li me dibûrîn.

Ji aliyê me de, ne li malê û ne jî di nav civata kurdî de tucarî me bi nebasî çêl Cihûyan nedikir, bawerkin! Nayê bîra min ku em li ser Cihûyên Qamislê rojekê jî axivîne, herweha li ser pêkhatiyên din jî.

Li Kurdistanê û bi taybet li gund û bajarên li nêzîkî Qamislê, gelek rûnistvanên Cihû hebûn, yek ji wan gunda jî, Tilehfer bû, ev gund dikeve bakurê rojavyê bajarê Qamislê û rojavayê bajarê Nisêbînê, Tilehfer ji têla ku Kurdistan kiriye pênc perçe sêsed ta pênsed mitroyan dûr e. Bakur serxet e, û basûr jî binxet e (Tirkiya, Sûriya), ta sala 1990 maleke Kurd tenê lê mabû, hemû rûnistvanên Cihû berî salên 1980 dev ji gund berdabûn û hinek ji wan li Qamislê diman û yên din jî derketibûn derveyî Sûriyeya nû.

Li nêzîkî gund ji aliyê rojhilat ve goristana Cihûyan heye û ew li ser xirbakî biçûk e, ev goristan ji deh ta bîst goran pêk têt, ev gor mîna gorên Misilmanan kevir danîne ser, lê bêkêl in û nav jî li ser wan tune ne, tenê tistê herî balkês ew e, ku gorek di binya qupikê (Gunbeda, Gumiz) de heye, wa diyar e, ku ew gor ya mezinekî ya jî ya oldarekî wan ne, qupik bi pencere û deriyekî ye, berê derî li bakur e, pencere biçûk e û derî nizm e, ji bo çaxê mirov têre debas bibe, bejna xwe ji wî kesê ku di gorê deye bitewîne û rêzê lê bigre, hindurê wê mîna odeyekê ye, nêzîka sê mitro û nîv bi sê mitro û nîva ye, û dîwarên wê ji hindur û derve jî bi kilsa sipî boyax kir ne.

Ez û hevalên xwe gelek caran diçûn serdana qupikê, carinan me li wir syranên xwe dikirin, û carinan jî me ji malê ta wê derê bi rêde ji xwe re dixwend, û li ber siya dîwarê wê rûdinistin û me bêhnvedanek distand, gelek caran yên bi qaçaxî li sînor dixistin, ta rêka sînor vebaya, ew qaçaxçî ji serma di hindurê qupikê de xwe diparastin û gelek caran jî têde xew dikirin, rojên cejnên Cihûyan, Cihûyên Qamislê serdana gorên xwe dikirin, xwarin û vexwarin bi xwe re tanîn, û hunermendên Kurd mîna Silêmanê Remedan, Mihemedê Remedan, Ezîzê Remedan û Mûsayê Remedan ji wan re kemancê dijenandin, û li ber stranên kurdî yên gelêrî bi dîlan û kêf û henek û dilxwesî, min û hevalên xwe jî bi wan re dîlan dikir û cejin jî pîroz dikir, ta danê êvarê ew serdan û sahî bi dawî dihat.

Hemû warnîsînên vê herêmê navê qupika Cihûyan bihîstine, carinan di sevbuhêrkan de hinekan digotin, ji berê ve binya axa xirbeyan timî cihê vesartina mircan û zêran bû, û bi taybet xirbeyê binya qupikê gencîneyên mezin ji zêran têde hene..

Carekê bavê dostekî min yê ku têkilyên wî li bajarê Qamislê bi hinek Sûryaniyan re hebû, weha ji min re got:Hevalekî min Sûryanî heye, di ewlehiya dewletê de kar dike, weha ji min re gotiye ‘Gelek gencîne û embarên zêran di binya qupikê de hene û ez cîhên wan nas dikim, heger tu Tirêksekê bîne, carekê tenê ji min re bi devê wê li binya xirbe xîn ne, wê çaxê tê bibîne, di sev û rojekê de ez û te dibin milyonêr’.

-Bas e, te daxwaza wî bi cî anî?

-Na.

-Çima?

-Bi rastî, min newêra bû.

Rabû min weha jêre got: Apê delal, ne tirêksa te heye, û ne jî, ev karê teye, wa bi sedan terektor û Bager û tirêksên Sûryaniyan hene, ma çima ew dostê te dixwaze vî karî bi destê te bike, ka bala xwe bide min ez ê ji te re bêjim, bê çima wî dostê te ji nav van qas pêkhatiyên Sûriyeyê yekî Kurd ji bo vî pirojeyê helbijartiye.

ji berî du hezar û sesed û diwanzdeh salan ve, Asûriyan (Sûryaniyan) êrîsî sahnisîna Dawûd li Orselîmê (Isra,îl) kirin, welatê wan talan kirin, bi deh hezaran ji mêr û jinên Cihûyan bi xwe re anîn nav sahisahiya xwe, û mîna kole û rêncberan kar bi wan dikirin, ta ku miletê Kurd (Mad) bi alîkariya Babiliyan ew sahinsahiya Asûrî(Sûryanî) rûxandin, û ew Cihûyên belengaz ji wê sitemkariyê rizgar kirin, vêca besek ji van Asûr û Sûryan û Kildan û Nestûriyan bo vê sedemê û bi sedema ku dibêjin Cihûyan Pêxemberê me Isa kustine, û destên Kurdan di fermana me de hebûn, bê westan sêr miletê Kurd û Cihûyan

(Isra,îl, Ibrîyan) dikin, çi gava ku delîvek bi dest wan bikeve, wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û têde dijminatiya me û Cihûyan dikin.

Apê delal, bas bizanibe! Ti milet li vê cîhanê wek Asûr û Sûryan û Nestûriyan û Filehên rom û bi taybet yên ku li Sûriyê û li Iraqê bi partiya Elba,is ve girêdayî ne serê Kurdan û Isra,îliyan nakin,.

bi vê xefkê dixwazin du çûkan bi kevirekî bikujin, bi vê piroje û xefka ku ji te û hemû miletê Kurd re danîbûn û pilan kiribûn, heger Xwedê neke te wek wî kiriba, bi vê kolana binya qupikê wê pela xwe li cem dewleta Isra,îl û dewletên Ewropayê û Emerîka paqij bikirina, û wê adinî rojê li ser rojname û kovar û belavokan ji bilî raporên bi dizî biwesandana, û wê têde ji dewletên Ewropayê û Emerîka û Isra,îlê jî re bigotana, werin kerem bikin, me ji we re digot miletê Kurd miletekî hov e, we bawer nedikir, ah va ne gorên we jî dikolin, û rêzê ta li miriyên we jî nagrin, vêca wê çawa rêzê li zindiyan bigrin, ev Misilman in pir ser hiskin û dijminê mirovatiyê ne, ma hûnê çawa alîkariya vî miletî bikin, ku bibin xwedî dewlet (Kurdistan), Ah vaye, me wêneyên vî tewanbarî girtine, û li vê tewanbariya xwe mikur hatiye, hege hûn bixwazin bela dewleta Sûriyeyê sizayê bidarvekirnê bidêyê.

Ji xwe wê hemû dewlet vî karî semezar bikin, û careke din di sandina raporên xwe de, ev hevalê te yê Sûryanî ku endame di ewlehiya leskerî de wê li cem desthilata Sûriyeyê bihata xelatkirin, û yê te jî tê bihata sizakirin, û wê çaxê nav û dengê miletê Kurd careke din li cîhanê dikete nav rêza lîsta rês ya gefdar û wêrankaran de.

Apê delal, tu zanî ku besek ji Sûryan û Ermen û Asûr û Nestûrî û Kildanan, yên ku bi partiya Elba,is ve girêdayî bûn, û bi ewlehiya Sûriyê re kar dikirin, timî pilan û piroje diafirandin, ji bo ku ziyanê bighînin miletê Kurd, û zarokên xwe jî weha perwerde kiribûn, ku timî hewil bidin serê me têxin nav teqûreqê de, ev kolana qupikê ya ku dixwestin bi destê te bikin, yek ji wan piroje û pilanên gemar e yên li dijî miletê Kurd in, ji xwe rewsa me ne besî me ye, vêca em xwe bikin dijminê dewleta Isra,îl û Cihûyan, siyar be apê delal!

Çawa min gotina xwe bi dawî anî, bavê dostê min posmaniya xwe da xuyakirin û weha got: „Pir sipas biraziyê Bawer, li ser van axaftinên te, de werin vêca safî bikin, vê dilpakiya me, em xistine gelek xefkan de, xelk ev qas dek û dolavan bi serê me de digerînin, û em jî hîn razayî ne, sipas ji Xwedê re ku ez sas nebûn’.

Ez hêvîdarim ku rojek were, bi alîkariya qencîxwazan ev bajar û gund û goristanên welatê me, yên ku bûne kavil, bibin besek ji sûnwarên parastî di nav rêxistinên navdewletî de, û di her sal û cejnan de em serdana qupika xwe ya sipî bikin, bo dilê mirî û zindiyên welatê me xwes bibin, û dilê mirovan ji gir û kînê bête sûstin, û nirxê pêkvejiyanê bas zanibin, û bextiyarî û sadî û sewket û sehnazî bibe para me tevan.

______________________________________________

Wêne: Qupka sipî (Gunbenda, Gumiz) ya ku gorek di binya wê de heye, li ser xirbeyekî biçûk li nêzîkî gundê Tilehferê (JI gundên bakurê rojavayê bajarê Qamislê ye, ji sisê ta çar kîlometroyan ji navenda Qamislê dûr e) hatiye avakirin, û li dora wê jî deh ta bîst goran hene, ew yên biraderên me yên Cihûyên Kurdistanê ne.

Bawere-Omeri@hotmail.com

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button