Nûçe

Pîrozkirina 66emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan

Bi mebesta 66emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan, îro li Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ li Koya merasîma pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Dengê Azad/Koya
Pîrozbahiyê ku li hola Azadî a PDK Îranê hatibû lidarxistin, Sekreterê Gistî yê PDKÎ Mistefa Hîcrî, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, endamên Deftera Siyasî a PDK Îranê, Nunerê Hewlêrê yê PSK Ararat Jînwar û gelek kesayetên siyasî û endam û kadirên PDK Îranê besdar bûn.

Merasîma pîrozbahiyê bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo sehîdên Kurdistanê destpêkir.

Di merasîmê de bi navê Deftera Siyasî a PDK Îranê, Sekreterê Gistî yê PDK Îranê Mistefa Hîcrî axaftinek kir. Rêzdar Mistefa Hîcrî di axaftina xwe de behsa dersên ku ji Komara Kurdistan maye kir.

Hîcrî di berdewamiya axaftina xwe de pê li ser pêkvejiyan di nava Kurdan û cîranê Kurdan de kir û weha got; ‘pêkvejiyan tenê di nava wekhêvî de dibe. Kurd êdî wekî berê bindestiyê qebûl nake.’

Di merasîmê de herweha bi navê Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îran, Yekîtiya Lawanî Demokrat ên Kurdistana Îran û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê gotareke hevbes hate kirin.

Merasîm bi xwendina çend sirûd, pexsan û helbestan bi dawî hat.

Dengê Kurdistan

Back to top button