Pîroznameya HAK-PARê ji Serokê KOMKARê Rohat Geran re

Ji bo Serokê KOMKAR`ê birêz Rohat Geran,
Di gel rêz û silavên germ û birayane,
Me bi sanazî bihîst, ku KOMKAR`ê di van sert û mercên giran de, kongra xwe a nu pêk anîye.
Em dizanin, ku KOMKAR xwedanê dîrokeke ji zêdeyî 40 salî ye û li dervayî welêt roleke Kurdewarî leyîstîye û bûye dengê temamê Kurdan.
Bêgûman, ji nû ve, vejîna KOMKAR`ê, ji bo Kurdên dîyasporayê û her wisa jî, ji bo temamê Kurdistanîyan, pêdivîyeke gelek bi nirx û giring e..
Ez cenabê we bi dil û can pîroz dikim,hêvîdarim her tim serketî û bextewer bîn.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê, hemû hevalên desteya rêveber û temamê heval û hogirên ku, di vê derbarê da ked û emegên wan hene,pîroz dikin.
Ez bawerim ku rêveberîya we a vê dema nu,wê hevdengî û hevalbedîya me herdu alîyan xûrtir bike.Her wiha em gelek kêfxwes û sanazin û bawerîya me ewe ku,, rêveberîya nû a KOMKAR’ê,wê gelek destkevtîyên hêja destgîr bike.
Bi hêvîya berdewamîya serkeftinên nû,careke din cenabê we û desteya rêveber a KOMKAR’ê,li ser navê Partîya me bi hestên birayane pîroz dikim.Her sad û bextewer bin.
Bijî KOMKAR
Latif Epözdemir
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan- HAK-PAR
Dengê Kurdistan