Nûçe

Pirtûka ”PEYVÊN ME- Hêsînayî û Heywan” ya Haluk Agrîn ji nûve derket!

Pirtûka ”Peyvên me- Hêsînayî û Heywan” ya ku cara pêsîn di sala 1994an da, di nav Wesanên Roja Nû da derketibû, van rojan ji alîyê Wesanxana APECê ji nûve hat çapkirin. Çapa nû seranser rengîn e û bi gelek wêneyên ciwan yên hunermenda grafîkê a kurd Ruken Resulpor xanê ve hatiye xemilandin.

Çawa ku ji sernivîsa pirtûkê jî dîyar dibe, tema ”Peyvên Me” hêsînayî û heywan in. Armanca bingehîn a vê pirtûkê, hînkirina peyvên li ser hêsînayî û heywanan û tistên li derûdorê wan e. Di wê da him nivîsên fakta û him jî yên çandî wek çîrok û helbest di nav hev da cî girtine.

Di hînkirina ziman (kurmancî) de, ev xebat dikare sûd û alîkariyeke bas bide mamosteyên zimanê kurdî û herwisa dê û bavên kurmancîaxêv. Em hêvîdar in ku ev pirtûk bi alîkariya van kesan û hemû hezkirîyên zimanê me yên din ve jî bête belavkirin û xwendin. Ji kerema xwe ra anonsê belav bikin, bila dostên zimanê kurdî agadar bin, belkî bixwazin wê peyda bikin…

Hûn dikarin li ser malpera apecpublishing.com bixwazin.
Apec Förlag
ISBN: 978-91-88333-91-9

Dengê Kurdistan

Back to top button