Pirtûka ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)” derket.

Haluk Öztürk
Pirtûka prof. M.S. Lazarev ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)” di nav Wesanên Weqfa Riya Azadî de li Anqereyê derket. Wek tê zanîn rêze xebateke Lazarev ya li ser dîroka kurdan monografiyeke ji sê cildan pêkhatî ye. Cildê yekem li ser bûyerên sala 1891-1917a, cildê duwem li ser bûyerên 1917 heta 1923 û cildê sêyem li ser bûyerên 1923 heta sala 1945a ye. Ev hersê berhemên hêja ji aliyê rojnamevan, nivîskar û wergêrê eyan Têmûrê Xelîl ve hatine wergerandin. Du cildên pêsin li Swêdê ji alîyê Wesanxaneya Roja Nû hatibûn çapkirin û belav kirin. Van rojan jî cilda sêyem di nav Wesanên Weqfa Riya Azadî de ronahî dîtiye.
Dema kek Têmûrê Xelîl di salên 90î de ev berhemana werdigerande kurdî em bi hevra di redaksiyona Roja Nû de bûn. Min dît ku ew çi zehmetkêsekî bêhempa ye. Bi sebir û bi dilxwesî dixebitî. Wî gelek berhemên hêja pêskêsî xwendevanên kurdî kirine. Êdî gelek xwendevan, wî û berhemên wî bas nas dikin, hewce nake ez gotina xwe dirêj bikim. Tenê dixwazim vê yekê bêjim; ez xwe bextewar dihesibînim ku hevaltî û hevkariyeke me ya gelek salan heye.
Prof. Lazarev, ku yek ji wan kurdzanên Sovyetê ye, gelek lêkolînên wî li ser dîroka her çar perçeyên Kurdistanê hene. Wî zêdeyî 30 salan serokatî li Besa Kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Sovyet (pist ra jî ya Rûsîyayê) li Moskvayê û serokatî li Laboratorîya Lêgerînên Kurdî ya Moskvayê kirîye. Li gor agahdariya Têmûrê Xelîl ev cilda dawîn ango ”Kurdistan û Pirsgirêka Kurdan, 1923-1945)” pistî hilwesandina Sovyetê hatiye wesandin û loma jî bê sansur derketiye. Nivîskar Prof. Lazarev ê ku derbarî dîroka kurdan ya sedsala 19’a û 20 dî de sareza ye, li cihekê weha nivîsîye:
‘Gelek dijwar e ku mirov li rûyê dunyayê miletekî wisa bibîne, ku demeke ewqas dirêj li ser axa xwe maye û bê dewlet e”
Bêguman ji bo serwaxtbûna sedemên vê rastiyê, zanîn lazim e. Xasima zanîna dîroka me…
Em ji nivîskar û wergêr re minetdar in.
NOT: Ji bo peydakirina vê berhema nû, xwendevan dikarin ji navnîsana malpera Weqfa Riya Azadî bixwazin û li gelek welatên Ewropayê ji hevalbendên KOMKARê bixwazin. Yek ji wan jî ez im.
Dengê Kurdistan