Nivîsar

PIRTUKA SIXADI

Berhemeke giranbiha ji alyê Navenda Lêkolînên Ezdinasiyê hate capkirin.Pirtukê da gotarên êzdînasên eyan Pîr Xidir Silêman, Pîr Dîma, Sewqî Semo Issa u Mîrza Sêx Silêman ciyê xwe girtin e, kîjan Konfêransa zanestî ya Navenda Lêkolînên Ezdinasiyê da hatibun pêskêskirin. (Mala Ezdiyan Oldenburg)

Pirtuk ji bo çapê hazir kirye u pêsgotin nivîsiyê serokê Navendê dok. Eskerê Boyîk.

Pêsgotinê em diyarî xwendevana dikin:

Pêsgotin

Dr. Eskerê Boyîk
Serokê Navenda Lêkolînên Ezdînasiyê

Ji pey kirîz u hilwesîna sazîmana sosyalîzmê, hewaskarî berbi dîndariyê, îdîalîzmê mezin bu. Berê zanyaran kete berbi sirovekirin u ronîkirina bîr-bawarî, dogmên oldariyê. Ezdiyatî jî, ku bi sebebên eskere, bi dewrana di ware ronîkirina bîrubawariyan da ji guhdariyê der mabu bu ciyê lêkolînên zana u nezana. Tunebuna bingeheke têologiyê di ware ronîkirina pirînsîp u dogmeyên vê bawaryê, rast tênegihîstina naveroka têkstên olî, nezaniya îdêalîzmê u têologiyê hinek nivîskar, lêkolînvan, heta dîndar jî kirne nava xeletyan, sasyan.

Pistî sedsala 13 an heya nîvê sedsala 20 an ji dest zordestî, zulm u neyartiya gelên dora xwe, civak u olên deshiletdar, fermanên qetil u komkujiyan civaka êzdî çiqas karibuye bîr u bawaryên xwe, sira ola xwe ji der doran vesartî xweyî kir, heta xwendin-nivîsar jî xwe herimand, amintiya xwe kesî nanî, nehîst têkstên olî jî ji singe kalemêr u oldaran bêne nivîsar, bikevin destê biyanyan. Bo wê jî çiqas jî ev bawarî kevnar e, dîroka wê ji kûraya dewrana tê, bi bûyarên tiragîk û dijwer dagertiye, lê derheqa wê bawariyê çevkaniyên kevin yên nivîskî ku ciyê bawariyê bin kêm in, lêkolînên pêwîst pir hindik in.

Neyartiya xurte dijî vê civakê nehîstiye ku Ezdî bi xwe, bi serbestî sur u sere ola xwe dîhar bikin, xwe eyankin. Çavkaniyên hîmlî yê nivîskarên ereb in ew jî payê pirê oldarê îslamê ne bi kara ola îslamê êzdyatî mêze kirine.

Dewiya sedsala 19 a hewaskariya zanyarên Ewropî berbi êzdîtiyê wek bawearîke kevnar ges bû. Gelek zaniyar, nivîskar, dîplomat, misiyonêr hatine nav êzdiyan. Lê ji ber komkujî u fermanaên hatibune serê êzdiyan, ji alyê cînara va zordestiya wan dihate kirin wan jî aminiya xwe ji kesa netanî, bo wê jî rastiya xwe li ber wan venedikirin, ew jî nikaribûn biketana kirasê êzdiyan, ku rastiya vê civakê û bawariya wê bihisin u rast binivîsin.

Wan jî, wak me got, derheqa bawariya êzdiyatiyê yan ji oldarên heremê yê xirîstiyan û musulman, yan jî zaniyarên ji bawariya xwe ne êzdî dihisiyan. Çavkaniyên nivîskarên erebaye kevin, lêkolînên xwera dikirin bingeh.

Ev sedemek e, ji pir sedeman, ku di derheqa dîrok, sexsiyet û ayina wê olê da biyaniya gelek fikirên çewt nivîsîne û belev kirin ê. Heta niha jî pirtûkên derheqa êzdiyan têne wesendin bi wan çewtiyan dagirtî ne.

Ji pey salên pêncî-sêstî sedsala çûyî ra, yanê ji vir 60-70 sal berê, dema tevger û hisiyarbûna kurdewarî ges bû, zulm-zora dewranan li ser civaka êzdiyan hevkî sist bû, xwendî u rewsenbîrya êzdiyan pêsda hat, êzdî jî xwe hesiyan, perda sexte ku avîtibûn ser vê bawariyê bere-bere hema ji aliyê nivîskar -lêkolînvanên êzdiyan va hate çirandin û êzdiyatî wek oleke dîrokîye serbixwe, bi xisûsiyên xweva derkete ber cihanê. Rastîk heye, bi tenê evdên bi kok u eslê xwe êzdî , yên ku nava wê çandê da mezin bune, jiyana xwe bi erf-edet, eyd-erefatê wê bawaryê derbaz kirine, dikarin bi gistî rastiya vê bawariye derxin ber çavan. Lê ji bo bingeha piraniya wan nivîskara, lêkolînvana warê zanyariya têologiyê zeyîf bu, ji alyê zanebuna u’lmê êzdîtiyê da jî kur nîbu nikaribun bi kurayî cawa hinek pirsgirêkê êzdiyatiyê bidin.

Bi heqî gerekê bê gotin kar u lêkolînê li ser Ezdiyatiyê hatine kirin, xebatên hatine wesandin payê pirê hê jî hale berevkirina têkstan u analîzkirina erf-edet, eyd-erefatan wêda neçune, ew ne wek bawarî lê di nav çarçova pêvajoya dîrokê da hatine sirovekin. Bi kurayî tênegihîstina sêr u sure vê bawaryê, çawa derheqa hinek pirsgirêkên êzdîtiye, pevgirêdana netewê-olê, wusa jî di heqê Sîxadî da gelekî serra hatine nêhêrandin bi ferih u kur nehatine ronîkirin, sirovekirin.

Jibo wê jî gelek pirsgirêkên ola Ezdîtyê hê jî ji bo bawarmendan tarî mane u neyarê vê bawaryê bi zanebun ji bo kara xwe dijî êzdîtiyê didine kêranîn. Ew lewazbuna zanyarya bawarmendên Ezdî derheqa rol u giranya Sîxadî di Ezdîtyê da tev hinek nerastiyan, çewtiyan didine kêranîn ku rola Sîxadî nimzkin u cave bawarmendada reskin.

Kesayetiya Sîxadî ji bo civak u evdên bawariyên din wek kesayetîkî dîrokî ye, lê ji bo bawarmendên Ezdî ew hebandin e, bawarî, somd u due’a.
Pîr Xidir, Ezdînas u têologê eyan dinivîse: ‘Bêguman, heke em nizanin rol û hinera Sîxadî çiye, hingî em êzidiyatiyê jî fam nakin û heke em bi çavê êzidiyatiya îro li Sîxadî û hinera wî binêrin eve me xedir li êzidiyatiyê kir û me xedir li bav kalên xwe jî kir ku robarên xûne rêtine heta ev baweriya îro bo me parastine’.

Bo rola Sîxadî di bawariya Ezdîtyê da rast u kurayî bê eskerekirin, bawarmendên dema mera edebyeta dîndariyê bê amadekirin, pêwîstiya lêkolînên têologiyêye akadêmînk heye. ‘ Sîxadî Behr e… vêca bi dîtina min behs li ser Sîxadî mîna leyzîn bi kirîstaleke, eger bi zanabûn em dan û standinê di gel vê kirîstalê nekin û heke hosa xwe diyar kin ku em her tistî derheqê Sîxadî dizanin hingî em xwe dixapînin’.*

Pîr Dîma, yek ji zaneyê bawarya êzdîtiyê yê dema me dinivîse: ‘Niha Sîxadî di çavê piraniya êzdiyan de wek sexsekî xerîb tê dîtin û ev yek ji sebebên sereke ye ku êzdîtiyê hildiwesîne, û kesên dixwazin êzdî nemînin berî her tistî navê Sîxadî ber çavê êzdiyan res dikin. Gelek mîsîyonêrên xrîstîyanan û sihûd Yahova dema tebsîrê dikin behsa erebbûna Sîxadî dikin û dibêjin ku ew ne êzdî bû û hat êzdiyan bixapîne û sêx kirine serokê wan. Û

ev mîsîyonêr gehîstine nêta xwe û gelek êzdî ji êzdîtiyê dûr xistine. Tunebûna têolojiya bi rêk û pêk, tênegihîstina oldarên îroyîn jî bûye egerek bo rêxweskirina peydabûna vê pirsgirêkê. Em bi xwe bi nivîsînên xweyî alozva bûne alîkar bo vê yekê. Dem hatîye em rastîyê bi zanebûn sirove bikin da ku ciwanên me bikaribin cawaba neyarên êzdiyan bidin.’**

Fikira Pîr Dîma raste, lê bi texmîna min tistek vê navê da gerekê bê zanîn, misyonêr u neyarên êzdiyan ev fikir ne ku lêkolînar u nivîskarên êzdiyan lê bêtir nivîsên zanyarê ereb u pirtukên biyanyan hildan e, ji bo lêkolînarên êzdî jî di bin tesîra nivîsên biyanyan da lêkolînên xwe kirine. Vir tistek tê texmînkirin, ji bo zanyarê misyonêr têolog in ev fikirên nerast bi hostatî dijî êzdîtiyê didine kêranîn, lê nivîskarên êzdî têolog nînin u payê pirê negihîstine rastiya pirsgirêkê.

Erê, dem hatiyê oldar u têologê êzdiyan jî gerekê vî karê pîroz bi zanebun hildin destê xwe, meydanê vala nehêlin ku kê rabe, çawa niha ye /zane, nezan/ xwe navêjine vê meydanê.

Sîxadî di nava ola êzdiya da ne ku wek pêsîkês, serok, rêvabirekî dîrokî lê ew wek bawarî hatiye qebûlbûn…

Bi fikira min di werê têolojîyê da ew rastîk e. Cawa Tewisî Melek, Lalisa Nûranî, Xwedê di nava zaniyariya bawariya Êzdiya da nin, wusa jî Sîxadî ye. Qewlê da wa tê gotin: ‘Sîxadî û Tawisî Melek û Xwedê yekin,

Hûn tu menya jê nekin… » Têkistên bawariya Êzdiyan da Sîxadî wek ‘Xudanê keremê’, ‘Xudanê tac û hila’, ‘Xudanê qirarê’, ‘Xudanê Mixarê’, ‘Xudanê hiner û kerametê’, ‘Hinera Sîxadî bê sik hinera Xwedê ye’ û hivd tê bîranîn…

Wusane alimê Ezdiyan, qewlevanan berî çend sedsalan ev fikir qewlada, têkstên pîroz da gotine, lê yên derheqa Sîxadî da nivîsîne guhdarya xwe nedane van peyama.

Sîxadî ji bo berfirekirin u belavkirina êzdiyatiyê tu ser û dew nekiriye, tu erd zevt nekiriye, tu dewlet çê nekiriye, bi destê sûr evdek jî nanye li ser bawariya êzdîtiyê, heta pirtukek jî derheqa bawariya Êzdiyan da nenivîsiye. Ezdiyan jê bawar kirine, bi kiryamet û zanyarya wî, bi aqilbendî, emel û xwedênasya wî ew ji xwera kirine rêberê bawariyê. Her pîroziyên xwe kirine ser navê wî : ‘I’lmê Sîxadî’, ‘Qewlê Sîxadî’, ‘Xerqê Sîxadî’, ‘Berata Sîxadî’, ‘ Feqîrê Sîxadî’, ‘Xêra navê Suxadî’ u hivd…

Vê dema zanyarê da, ku rola Sîxadî êzdîtiyê da rind bê zanîn, bi fikira min gerekê wî hin wek hebandin, bawarî hin jî wek kesayetîkî dîrokî yê wê demêyî herî mezin bên lêkolînkirin, nirxandin. Hinek zanyar, nivîskar, lêkolînvan dicedînin wî tek wek kesayetîkî dîrokî nîsan bidin, yê din jî wek bawarî. Gerekê ev herd war ji hev neyên qetandin ji bo di herd wara da jî Sîxadî, wek sexsyetekî Xwedênas, bi kiryamet, sikestî, aqilbend u zanyarekî gelekî mezin e. Eger Sîxadî wek sexs, kesayetî li her derecê xwe da bilind nîbya, nav u dengê wî cihanê da ewqas belav nedibu, dijwer ewqas dîrokzan u nivîskarên dema wî u peyra derheqa wîda binivîsyana, kesayetiya wî bilind qîmetkirana u ewqas bawarmend dorê bicivyana.

Ev herd war jî heta niha di alyê zanyarên êzdîtiyê va bi kurayî çawa pêwîste nehatine sirovkirin, ronîkirin u bawarmendara tarî mane. Payê oldarên êzdîtiyê pirê jî di van zanebuna da pêxas in.

Bi hêjayî nirxandina rol u giranya Sîxadî di Ezdîtayê da gerekê kevniyarya vê olê u civakê, netewetiya wê nêyê bîrkirin u wan nekin qurban, çawa li cem hinek zanyar-oldarên êzdiyan tê texmînkirin.

Kurtayî.-Sexsiyeta Sîxadî di dîrokê da

Sîxadî li gundê Beyt-Farê, nêzîkî bajarê Baalbekê /Be’lebek/, li herêma Lubnana niha, hatîye dunyayê. Sala jidayîkbûna wî dikeve di navbera salên 1073-1078 an, kirasguherîn jî nêzîkî sala 1162 an. Navê wîyî esil Seref ed dîn Ebû l-Fezayîl Adî bin Musafir bin Îsmayîl Mûsa bin Merwan bin el-Huseyîn bin Merwan e. 1.

Navê bavê wî Musafir e, navê dê: Stiya Ês. Nava dîrokzaniya Ereba da wek Asiya tê bîranîn. Sîxadî nezewiciye. 2

15-20 saliya xwe da diçe bajarê Bexdayê. Li cem zaniyar û xwedênasê wî bajarîyî here zane xwendina xwe hildide. Zanyar, Xwedênas, fîlîsof û evdên wê demêye mezin ra hevaltiyê dike. Gor dîroknasan wur li ser dînê îslamê çend pirtûka dinivîse. Nav û dengê wî wek zanyarekî demê yî mezin, xweyî keramet û xwedênas bela dibe. Ji pey sala ra tê Samê û derbazî Hekarîyê nav Êzdiyan dibe.

Sîxadî nezewiciye. Serokê Mûsilê Muzafer Aldîn… dibêje: ‘ Sîxadî ne mirovekî bejinbilind bû, ne jî bejinkin bû, rûdana wî esmer bû’. 3

Derheqa Sîxadî da gelek dîrokzan, nivîskarên ereban yê dema wu u peyra nivîsîne. Bawarkî teva jî bi hêjatî u bi fikra mezin besa kesayetya wî kirin e, ew wek yek ji mezintirîn sexsyetê wê dewrê, ku bandora xwe li ser zanyarî, felsefa bawarmendî û xwedênasîya dema xwe hîstiye, bawarkî teva jî bî pesn derheqa wî da nivîsîne:

Îbnî Esîrê Cezîrî di cîlda yanzdehem a pirtûka Elkamil da dibêje: ‘Adî kurê Misafir û yek ji parêzkarên mezin bûye û li Sam û Elbakê jiyaye û pasî çûye Hekariyê û pasmaya jiyana xwe li wir raborandiye, heta ku di sala 1162’ê zayînî de çûye ser dilovaniya Xwedê’.

Îbn Xelkanê Hewlêrî jî di pirtûka ‘Wefiyatil E’eyan’ de dibêje: ‘Sêx Adî kurê Misafir li gundê Beyt Qarî ya Elbakê hatiye perwerdekirin. Ew zilamekî xwedanas û parêzgar bûye, nav û dengê xwedanasiya wî li her cihî deng daye û belav bûye. Ji ber vê yekê gelek kes bûne alîgir û peyrewên wî. Bi ku de çûye gel bi dû wî de çûye û pasî gel ew wekî pêsengê xwe hilbijartiye û ji wî her tist xwestine. Wî bi kesayetî û mezinên parêzkarên wê demê yên wekî ‘Eqîl Muncî, Hemad Bas, Ebî Necîb, Evdilqadir Sehwerdî, Evdilqadir Geylanî û Evdilqadir Helwanî re têkiliyên xurt û peywendî danîne. Lê pasî ji wan veqetiyaye û penahê xwe ji çiyayên Culemêrgê /Hekariyê/ re biriye. Li wir perestgehek ava kiriye û gel qesta wî kiriye û çûye bal wî. Sêx Adî di sala 1162’ê zayînî de can spartiye canaferîn.’ 6
Dîsa di Wefeyatul Ee’yan da Ibin Xelkan gotiye, ku Sêx Adî xudan bawerieyke xwesik bû û giranbihayî dida h’urmetê.. 5

Hafîz Semsedînê Zehebî di besa duyem a pirtûka Dulel Îslamî de dibêje: ‘Sêx Adî di sala 1162’ê Zayînî de li Culemêrgê-Hekariyê/ koça dawî kiriye û li wir ew spartine axê. Piraniya gelê herêmê bawerî bi wî aniye û bûne peyrew û alîgirên wî.’5a
Sêx Zeynedîn di besa duyem a ‘Tarîxa Îbnê El Werdî de’ dibêje: ‘Sêx Adî kurê Misafir di sala 1162’ê zayînî de di meha Miheremê de li welatê Culemêrgê koça dawî kiriye. Ev xwedanasê mezin li Elbakê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de çûye Mûsilê û gelê wê herêmê bawerî bi wî aniye û bûne alîgirên wî.’5b
Sêx Mihemedê Henbelî di pirtûka ‘Qela’idel Cewahirî de’ dibêje: ‘Sêx Adî kurê Misafirê Emewî li Elbakê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de çûye Bexdayê û li wir li ba zanayên wê demê elimiye xwendina zanistî. Pistî zor û zehmetiyeke mezin tenêtî û kuncnisînî ji xwe re hilbijartiye û pasî çûye Culemêrgê. Li wir jî di sikeftekê de bi cih bûye. Gel bi hatina Sêx hesiyaye û deste bi deste çûne ziyareta wî. Ew jî naçar ji sikeftê derketiye derve û bûye pêsengê gel. Wî bi vî awayî jiyana xwe derbas kiriye heta ku li wir miriye.’ 6
Vê cêrgê meriv kare zêde berdewam bike. Sêx Evdulqadirê Gêlanî yê ku di nav musilmanan de pir bi nav û deng e, dibêje, ku ew dîdarê birayê xwe Sêx Adî ye, ku ji wî re nîsanên seltenetê di ser hemî ewliyayên dema wî re hatine verisandin, hîn ew di dangê dayîka xwe de bû.6 a

Cîkî din Sêx Evdilqadirê Gêlanî dibêje:”Heger pêxembertî bi mucahedê ba (bi westandina xwe di îbadetê de) wê Sêx Adî kurê Musafir biba pêxember…” 6 b

Ezzehebî pesindariya Sêx Adî kiriye û gotiye, ku ew di ber Xwedê de ji kesekî neditirsî.

Seyxulîslam Ibin Teymiye gotiye ku Xwedê canê wî pîroz bike, yek ji bastirîn evdên Xwedê yên qenc bû…

Ji pey van hemya ra bi texmîna min sirovekirin zêde ye.

Sîxadî dî têkstên Ezdiya yên pîroz da

Eger rind guh bidine têkstên pîroz yên êzdiyan, wanda gelekî ferih u kur besa ciyê dahirbun-dayîk buna Sîxadî, hatina wîye Lalisê. Mîr, zanyar, civaka êzdiyan dorê dicivin. Ji her dera a’lim u evdên wê dewrê yê nav u deng têne dîtina wî, ku wî bibînin u rastiya keremetên wî bihesin.

Qewlê Sêx Adî u Mêra da tê gotin:

Sêx Adî xudanê keremê

Dahîr bu li erebê, li ecemê.

Dahîr bu li Beyt far e,

Qasid kir hate Hekar e

‘Lalisê mêr lê cema dibun e.

Li mixarê qasid kir hate lalisê,

Ber guhêd wan kefetî bu gus gusê

Ew sa dibun, dil pê dibune xwesê.

Sêx Adî ji Samê hat e

Bi sirqiya kir xebat e,

Mehmed Resan kir xelat e. 7

(Xidir Silêman, Xelîl C1inî.- Ezdiyatî li ber ronahiyatêkstên ola Ezdiyan, rû 101; wesangeha ARARAT, 1995.) 1

Di vî werî da barkêse ‘Qewlê Mala Bava’. Temamiya naveroka qewlê li ser SIxadî, hatina wî li Lalisê ye.

Sîxadî Samê firî
Dewranê dewran birî
Xos mala bavane

Belê,Sîxadî cîyê xwe Lalisê dikirî
Nûre ji mala sêxan e

Sîxdî ji Samê hat e
Li serqê kir xebat e
Xos mala bavan e
Sîxadî xwe yî nûreayî xelat e
Nûre ji mala sêxan e. 8

(Ezdaname, wesanê Lalis 2, rû 2229

Qewlekê, ku nav kirine ‘Distirêm e’ tê gotin:

Sêx Adî ji Samê hate

Dewrana dewran dibete,

Hat ciyê xwe li Lalisê dikete.

Sêx Adî ji Samê firî

Dewranan dewran birî

Hat u ciyê xo li Lalisê kirî… 9

(Bedelê Feqîr Hecî, Bawarî u Mîtologiya Ezidîyan, ru 258; Dihok 2002)

‘Sîxadî xudanê keremê’.

Vira ez dixwezim guhdarya lêkolînvana bidim li ser keremetên Sîxdî. Civaka êzdiyan, ku Sîxadî vegeryaye navê keremetên wî dîtin e, bawarya xwe jê anîne, xwera kirine rêber u bawarî. Bawarkî payê pirê têkstên bawarya Ezdiya da, bîranîn- nivîsên derheqa wî da (mejunivîsên ereb) yan vekirî yan jî sergirtî besa keremetên wî tên kirin. Wusa jî gelek çîrok, destan, bîranîn bi dewran derheqa keremet , xwedênasî, erkên jîyana wîye sexsî ya sikestî, rehm u helalya wî da di nava oldar u bawarmendên civaka êzdiyan da mane. Yên wek ‘Qewlê Sêx Adî u Mêra’, ‘Qewlê Pîr Dawid’, ‘Qewlê Gela çar ziman’, destana ‘Lavêjê Pîrê’, çîroka ‘ Hena û Berhena’ çîroka ‘Hatina Sîxadî Lalisê u rast hatina wî bi hinek xas u babçekê Ezdiyan ra (Sêx Hims, Hrcî Elî, Mendê mal ava…) u gelek çîrokên din. Çîroka dayîkbuna Sîxadî barkês e.

Sîxadî êzdîtiyê da wek bawarî tevî danîna hed u seda nu wusa jî di werê keremetên wu da bê nirxandin.

Di nav lêkolînvana da gelekî li ser nasnema Sîxadî tê axavtin. Bi texmîna min ‘ Qewlê Mala Bava’ da her tist hatiye gotin. Qewlê da bi hunureke zelal ya helbestvaniyê tê gotin ku Sîxadî vegeriyaye mala bavê xwe: ‘Sîxadî Samê firî, dewranê dewran birî, xos mala bavane’, ‘Mala me mala bavan e, serekanîya çiqas sunyan e, pê virê dikin zîyaretîyan e, nûre ji mala sêxan e…’

…Sîxadî behire wê jê di çin coye u kanî…

Xas Xasin wê di çone ber nura rehmanî. 10

Rast hatiye gotin: ‘Sîxadî behire’ lêkolînvanê ku culet bike, xwe bavêje nav wê behirê, karibe hema bigihîje hinek encema dîsa base…

Van salê dewyê gelek gengesî, nakokî hene dor pirsgirêkên bawariya êzdiyan, xazma rola sexsiyeta Sîxadî. Wek werekî bêxweyî zane ‘ nezan destê xwe davêjinê. Bi serra, bêyî bingeha têologiyê, rind u kurayî tênegihîstina têkstên ola êzdiya yê pîroz, sirovekirina bîr-bawariyê vê olê lêkolînvana dikine nava xeletyan. Payê pirê lêkolînên xwera wek çavkanu nivîsarên zanyarê biyanî didine kêranîn, rastiya kîjana jî carna bin pirsê da ne. Ev lêkolîn u gotarên xav dibin sebebê zeyîfbuna bawarya bawarmendan u destê neyarê êzdîtiyê da dibin çek dijî vê bawariyê. Bi rast sirovekirna rola Sîxadî di êzdîtiyê pirsgirêkeke têgihîstina bawariya êzdîtyê ya here sereke, u bi rastî stuneke bingehîn e.

Navenda Lêkolînên Ezdînasiyê, ya Mala Ezdiyan / bajarê Oldênburgê- Almaniya/Konfêransa xwe ya salane da ev pirsgirêk kire babetê Konfêransa xwe ya sala 2013 a.

Gotarvan tev jî wî warî da zanyarê naskirî, oldar bi nav u deng, xweyê gelek berhemên zanyarî ne.

Helbet eva lêkolînên dewî nînin u cem van zanyara jî gelek fikrên cihêreng hene. Eva gava ewlin e.

Em bawarin ev pirtuka çawa ji bo bawarmendên vê bawaryê, lêkolînvananan ûsa jî xwedevanana wê bibe çavkanîkê ji bo rast têgihîstina vî babetî.

Çavkanî

1. http://lalish.de/modules.php?name=News&new_topic=6

2. Minra got Bedelê Feqîr Hecî

3. Sewqî Semo Îssa, gotar ya ji bo Konfêransa mala Êzdiya (Oldeburg) 2013

4. http://lalish.de/modules.php?name=News&new_topic=6

5. http://yuksekovahabar.com/yazi/sex-adi-1075-8211-1162-491.htm

5. https://cankurd.wordpress.com/2010/08/30/gotineke-kurt-li-ser-ola-ezidiye/

6. http://yuksekovahabar.com/yazi/sex-adi-1075-8211-1162-491.htm

7 . Xidirê Silêman, Xelîlê Cindî, Êzidiyatî li ber hinek têkstên ola êzidiyan; Wesena ARARAT, rû 101; sal 1995.

8. Bedelê Feqîr Hecî; Bawerî û mîtologiya Êzidîyan. ru 222. Dihok 2002.

9.Ezdîneme, wesenê Lalis, rû 222

10. Bedelê Feqîr Hecî; Bawerî û mîtologiya Êzidîyan. 156. Dihok 2002.

. * Ji gotara Pîr Xidir ya vê Konfêransê

** Ji gotara Pîr Dîma ya vê Konfêransê

Pirtkê karin bi vê adrêsê destxin:
Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê
Yezidisches Forum e.V.
Mala Ezidiyan Oldenburg
Eidechsenstr. 19
26133 Oldenburg
Telefon: +49 (0) 4 85 05 55
Telefax: +49 (0) 4 85 05 57; 0049 17628093933
E-Mail: info@ yeziden.de
Internet: www.yeziden.de,
Email:[email protected] [email protected]
Facebook: https://www.facebook.com/navenda.edinasiye

Biha tevî sandina bi postê 10,0 eur.

Navenda Lêkolînên Ezdînasiyê

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button