Makale

Pistgiriye bidine banga tevgera Ezidiyen li Almaniya ye !

Hejayan,

weke ku hun nave min ji di bine ve „Banga li hismendiye’ hatiye kirin de dibinin, min ji disa li goriya derfet u zanina xwe alikari da van ?alekvanen ve bizava „tevgera Ezidiyen’ li Almaniya ye. Ez weki pistevane wan, dibinim u bas bawerim, ev ?alakvanen ku „Banga li hismendiye’ derxistine, li ser gelek pirsgireken me Ezidiyen li Almaniya u Kurdistane agahdarin.

Keremkin, ez niha kurmanciya ve banga ku „tevgera Ezidiyen li Almaniya’ ye kiriye u naven wan kesen ku heta niha pistgiri dane ve bange, peskesi zanina we hejayan dikim!

„Banga li hismendiye

Di van sal û mehên bihurî de dîsa hate xwiyakirin ku hemû rêxistinên me êzîdiyan ne li gorana bûyerên qewimîne û pêwistiya van bûyeran bi hev re bi yek dengî xeber didin û bi hev re dimesin. Sebeba vê jî ilahî yên din in û ti rêxistin rexneyan nayîne ser xwe û rexna qebûl nake.

Hêdî sebra me nema û em hew vê wiha tahmûl dikin!

Em pîr, feqîr, sêx, mirîd, karker, karmend, akademîsiyen, jin u ciwanen civaka êzîdiyan u di bingeha hemu komelan de ne, hew dikarin ji ve rewsa bikernaye re sebirbikin.

Em bang û lavelave ji we serok, revebir u berpirsyaren oli, mal, komel u rêxistinên civaka xwe yen li Almaniya ye dikin u dejin, weki ku me ezîdiyan tenê olek heye, wisa ji divê em encamen hemu armancen xwe di navend(siwan)eke de kombikin, di nav almaniya de bihevudine re u bi yek dengeki li ser nave hemu Ezidiyan bixebitin.

Mefer û ?areya me heyî ew e ku em hemû zanebûn (fikir û fêhm) û qeweta xwe ya aborî bigihînin hev û bi hev re, bi yek dengî hawara xwe bigihînin hemû derên cîhanê û bi taybet Almanya û Kurdistan.

Tenê bi vî awayî em karin alîkariyeke mezin bidin xwisk û birayên xwe yên ji/li Singalê!

Ji ber vê jî em dê di demek kurt de pîlanekî damezrandina sîwanekî navendî di nava hemû rêxistinên Êzîdiyan de, yên vêga heyî, ji bo gotûbêjê pêskes bikin.

Em, ev kesen ku pistgiriye didine ve bange ne li himberi tu mal, komel u rêxistinên me Ezîdiyan yen ku niha li Almaniya ye hene. Em xwe weke rêxisteneke civaka êzîdiyan dibînin û daxwaza me ew e ku hemû rêxistinên êzîdiyan bi awayekî fermî û jêhatî xwedî li milletê xwe û pêseroja xwe derkevin!

Em hevidarin ku, hemû pîr, feqîr, sêx, mirîd, karker, karmend, akademîkar, jin, ciwan, serok u berpirsyaren oli, mal , komel u rêxistinên me Ezîdiyan ji bi awayekî fermî û jêhatî xwedî li milletê xwe û pêseroja Ezîditiye re xwedi derkevin!

Wezîfa me wê bi avakirina sîwanekî navendî û bi fermî biqede. Heya wê demê em dê hewl bidin ku daxwazên esasê êzîdiyan li gel rêxistinan were guhdarkirin û ?arekirin!

Hemû kessên navê xwe danîne di wê baweriyê de ne ku tenê bi hevgirtin em dikarin milletê xwe biparêzin. Em dê ji ber vê jî hemû derfetên xwe bistînin ku em bi daxwaza xwe serkeftî bin!

Ali Erkis, Arep Ergün, Ayfer Aclan, Aynur Tekce, Bahzat Cakmak, Becet Tagay, Cevher Aclan, Sêx Cündi Koyun, Deniz ?akmak, Dilber Kurt, Diler Hori, Emin Tolan, Ender Kurt, Ercan Elma, Erdal Karaca, Gülbet Özden, Gülbet Toku, Sêx Fahrî Mutlu, Feyzî Yildiz, Firat Kurt, Gülcan Tulan, Hamit Kaplan, Haci Kurt, Sêx Hasan Mutlu, Hayrî Demir, Hikmet Tolan, Hüsnü Atalay, Ilhan Yalak, Irfan Ortac, Ismet ?ift?i, Ismet Aclan, Izzet Kamuran Alkan, Kemal Tolan, Massod Rashid, Mejdin Kurt, Mustafa Cengiz, Mustafa Tayan, Nuhat Ro, Nurcan Elma, Nursen Yenice,Oktay Yurt, Ömer Kurt, Özcan Yurt, Paruar Cuan Bako, Ronahi Kurt, Sabita Kurt, Sabri Sisamci, Sabine Tolan, Sarah Dag, Sarah Tolan, Sedat Özgen, Sengül Alkan, Serdar Tolan, Servet Tekce, Seymus Bilmez, Wahbi Karaca, Xerîb Acar, Xerîb Kurt , Yilmaz Akan, Yusuf Bilmez, Yildiz Aclan, Zozan Acar

SHINGAL, 12.09.2014
Kontakt: [email protected]

Bele bi ditina min, gava hun Ezdi, dost u hevalen me ji, alikariye bidine van ?alekvanen ve bizava „tevgera Ezidiyen’ li Almaniya ye u ji wan ra bivine pistevan, ewe bikaribin bi hez u zanina xwe „encamen hemu armancen xwe di navend(siwan)eke de kombikin, di nav almaniya de bihevudine re u bi yek dengeki li ser nave hemu Ezidiyan bixebitin.’

Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevnesopên Êzdîtiyê 13.09.14

Kemal Tolan

Back to top button