Nûçe

Pistî 32 salan Mêrdîn…

Kemal Burkay

Xwendevanên delal,

Çend rojên dawî ez li rêyan bûm. Berê çûm Enqerê, pistra jî Mêrdîn. Herçiqas di van rojên germ yên havînê da revingîtî ne hêsan be jî, min ji bo hin davetan soz dabû dost û hevalan. Li Enqerê daweta Umut hebû. Umut layê hevalê me Hikmet Can e. Li Mêrdîn-Qiziltepê jî daweteke malbata Qiliçarslanan hebû, ku dost û hevalên min in. Min rehmeti Nusret Qiliçarslan di sala 1972’da li hepsa Diyarbekrê naskiri bû. Hemit Qiliçarslan, Hecî û xortên wan jî ji Stokholmê nas dikim.

Lê berî ku bi rêkevim, min mirina Ehmed Kutlay bihist. Kek Ehmed bavê hevalê min ê hêja Ayhan Kutlay, her usa jî bavê Gulsen û Nesrina hêja, Apê Ekrem, kekê Dr. Naci û xezûrê Orhan Çetin e. Bona ve yekê di 15’ê heziranê da tevî hevalan çûm ji bo merasima wî li goristana Karsiyaka-Enqere. Zarokên wî, kesên din ji malbatê û gelek nas û dost jî li wir bûn. Roja dinê jî çûm tazîya malbatê li xanîyê wan li Demetevler.

Disa wê rojê êvarê jî çûm daweta Umut, layê Hîkmet Can. Jîyan usa ye, çarina sîn û sayî bi dû hev rêz dibin. Hikmet ji gundekî nêzî gundê me, ji Canikê ye. Bavê min li wî gundî mamostetî dikir û bona vê yekê besek ji zarotiya min li wî gundî derbaz bû û min di dibistanê da sê sinifên pêsî li wî gundî xwendibû. Bavê Hikmet Yusuf Emîn û apê wî Avdilla Can jî li dawetê bûn, tevî gelek kesên ji malbata wan. Gelek kes ji xelkê me yê Dêrsimê û Qoçgîrî dawet sên kiribûn. Di navbera wan da mebûsê me yê ji CHP Huseyîn Aygun û Serokê EDP yê berê Ziya halîs jî hebûn. Min li wir gelek nasû dostên dinê jî dîtin, ku di nav wan da malbata hevalê me yê rehmetî, Erdan Aslan jî hebû. Erdan awûqat bû û di sala 1980 da li Xarpitê bi destê kesên fasîst hatibû sehîdkirin.

Li dawetê min ji bo zewaca herdu ciwanan sadetî kir, her usa jî ji ser daxwazîya Umut siêreke xwe xwend bi navê ‘Evîn’:

Evîn çi ye, germiya dest û çavan e
Evîn çi ye, ji dil tê, kilam e
Baran e li ser axa havînê
Pel û ba ye
Evîn azadî ye
Him dilop e, him derya ye

Daweta nasên min ên Qiziltepe jî du roj sunda, di 17’yê heziranê da bû. Lê berî dawetê ji wir xebereke xemgîn hat. Diya dostê men ê hêja Hemit Kiliçarslan, Sultan Xanimê vefat kiribû û bona vê yekê dawet tehîr kiribûn. Lê min biryara xwe yê çûnê ne guhirand, da ku tazîyê da besdar bim û ês û jana wan parva bikim. Bi vî awayî tevî hevalê xwe mamoste Derwîs Korkmaz bi teyarê çûm û roja dinê vegerim.

Li metarê Mêrdinê dost û hevalên ji Qiziltepe, Nisêbîn û Diyarbekrê pêsiwaziya me kirin. Ez pistî 32 salan dihatim vê mintiqê. Nisana sala 1980 li vê mintiqê bi qaçaxî derbazî Surîyê bûm û 31 sal sunda anca vegerîm welat… Li mintiqê gelek tist hatibû guhartin û hin tist jî wek xwe mabû.

Qiziltepe di van sî salan da ji ber koça gundên der û dorê gelek mezin bûbû, nifûsa xwe gihabû 140 hezarî. Navbera Mêrdîn û Qiziltepê da balafirgehek hatibû avakirin. Her usa jî li Qiziltepê nexwesxaneyeke mezin ava bûbû. Li tenista wan xanîyên berê, ku piranî yekqatî û bi banên rast û xwelî bûn, nuha bi apartmanên 5-6 qatî taxên modern ava bûbûn. Ew ‘Ipek Yolu’ (Riya Hevrîsim) ya teng ku beramberî sînorê Sûrî dirêj dibû, nuha bûye otobaneke delal. Pêsveçûnên di warê kist û kal (çandinî) jî gelek xuyayî ye. Di wan berîyên bê dar û ber da nuha cî û cî bax û baxçe, zevîyên bembû xuya dikin û li gelek ciyan ew sistema avdanê ya teze (bi usûlê barandinê) çê bûye.

Lê hin tist jî wek berê mane. Berî her tistî ew erdê mînkirî seranserî sînor li cîyê xwe ye. Tevî têldirkan, tevî dafik û kûleyên novedaran… Ev ser û pevçûna 30 salên dawi ku bedêla xwe bi taybetî ji bo herêmê gelek giran bû, her çiqas gor berê piçek sist bûye jî disa hebûn û tesîra xwe nîsan dide. Daxwaza xelkê ji bo asitîyê gelek xurt e. Daxwaza azadiyê jî…

Kona taziyê li Qiziltepê, li Gundê Dêrika Îsmail Axa hatibû danîn. Li wir me ji malbatê ra sersaxî xwest. Me li wir gelek nas û dostên berê dît ku di nav wan da Serokê Saredariya Cizîrê yê berê, Sebri Wesek jî hebû. Her usa jî me li wir mebûsê AK Partiyê yê Mêrdînê Abdurrahim Akdax û Serokê Rêxistina Mêrdînê Îbrahim Fîde dit û bi wan ra sohbet kir. Pistî xwarinê me ji Kek Hemit û merivên wî û ji xelkê hazir xatirê xwe xwest û çûn gundê xwediyê dawetê ku hatibû tehîrkirin. Me li wir çayeke wan vexwar û bi Hecî Kiliçarslan û xelkê malê yê dinê ra sohbet kir.

Pistra em rabûn û bi pêsniyara hevalên HAK-PARê ji Nisêbînê, Saleh, Hikmet û yên dinê, çûn ser Ava Sipî ku di navbera Mîdyat û Nisêbînê da di geliyeke kûr da diherike û derdora xwe sîn kiriye. Herdu alîyê gelîyê gelek asê ye û bi zinar û saxuran hatiye rêsandin. Li ser hin giran gund avabûne û xanîyên wan ên ku ji keviran çêbûne, bi hevra wek kelayekî xuya dikin. Li jor, di du ciyên gelîyê da du avên xurt dizên. Yek Ava Sipî ye ku her usa jî ava vexwarinê ya Nisêbîn û derdora wê ye. Navê ava dinê Ava Res e, ku ji ber mîneralên tê da ne ewqas zelal e. Ew herdu av di geliyê da digihên hev û ber bi Nisêbênê diherikin.

Derdorê avê seyrangeh e, çayxane û xwarinxane hatine avakirin, text hatine çêkirin û li ser textan wek usûlê Kurdan kîlim hatine raxistin û balif hatine danîn. Dema em çûn ew der bi erebe û mirovan gelek sên bû, ciwanan kilam digot û govend dikisandin.

Me li wir çend saet wêsa xwe girt, xwarin xwar û pistra, dema roj diçû avan, rabûn berê xwe da mêrdînê. Li Mêrdînê hevalên Diyarbekrê xatir xwestin û çûn. Em wê sevê li otêlê man. Mêrdîn jî gor 30 sal berê gelek guhariye. Fireh bûye û daketiyê destê, ser riya Diyarbekir-Qiziltepe. Mêrdin, tevî Îstembolê, bi ali UNESCO’yê yek ji bajarên dîrokî hatiye hilbijartin ku wek mêrata dinyayê ya dîrokî bê parastin. Ji ber vê li Mêrdînê gelek kar û xebata restorasyonê wê çêbe û di dahatû da bajar wê xwesiktir be.

Sibeha roja 18, hevalên me yên Mêrdinî em birin metarê, me xatirê xwe xwest û vegerîn Enqerê. Ev gera me ya lezik di van rojên germ ên heziranê da em piçek westandin. Lê me him gelek nas dost û hevalên xwe yên berê dît, him jî heval û dostên teze naskir, her usa jî salan sunda hêla Mêrdînê careke din dît; bona vê yekê jî kêfxwes im.

21 Heziran 2012

Dengê Kurdistan

Back to top button